KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'2 leşker li Agiriyê hatin kuştin'
Tê gotin ku li Bazîdê di şer de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. -
Kaytan: Rewşa li Îmraliyê tirsnak e
Kaytan: Ji bo azadiya Rêber Apo, divê em li her welatekî Ewropayê hêzên demokratîk tevlî çalakiyan bikin û bikin ku hêzên navborî bi vê armancê zextê li hikumetên xwe bikin. -
Gerîla li Lêlîkan û Şirnexê li dagirkeran xist
HPG’ê agahiyên çalakiyên gerîla yên li herêma Lêlîkan û Girê Lezgîn yê Şirnexê eşkere kir. -
Cenazeyê 3 birayên li Şêladizê winda bûbûn, hate dîtin
Piştî bombebarana balafirên şer ên Tirk bi ser Şêladizê de 3 bira winda bûn. Fikar hene ku her sê bira hatibin qetilkirin. Piştî lêgerîna malbatan a hefteyekê îro danê nîvro cenazeyê her sê birayan hate dîtin. -
‘Berxwedaneke giştî wê Erdogan têk bibe’
Endamê Komîteya Demokratîk a Îslamê mele Saman Osman di xutbeya roja Înê de axivî û got,“Bê ku Nêçîrvan Barzanî behsa derketina PKK’ê ji Başûr bike, divê di destpêkê de hikûmeta başûr ew 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji başûr derxîne.” -
Zarokên çiyayî yen li Behra Reş
Di pirtûka Zarokên Çiyê yên Behra Reş de beşek ji têkoşîna Mahîr Koç (Celal Başkale) ê PKK’yî û hevalên wî yên ku li Behra Reş bi hev re şopa xwe hiştin tê vogotin. -
Artêşa Tirk li Cûdî dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk li devera Hesena û Girê Çolya ya Cûdiyê dest bi operasyonekê kirin. -
Hilbijartina Hevşaredariya Wargeha Mexmûr bi dawî bû
Hilbijartina hevşaredar û endamên meclîsa Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a her du salan carekê pêk tê ku îro saetên sibê destpê kir, saet 19:00’an bi dawî bû. -
Tirkiye êrîşî Bradostê, DAIŞ jî êrîşî Kerkûk û Daqoqê dike!
Li gel domandina êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina herêma biradostê, tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Xûrmatû, Daqoq û Kerkûkê zêde bûye û dagirkeriya xwe didomîne. -
Hêzên Gerîla li Lêlîkan, Çelê û Bedlîsê li artêşa Tirk dan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê di çalakiya sabotajê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Çelê jî derbên giran li çeperên leşkerên Tirk hatin xistin. -
Pirsên li ser El Nûsra û neviyên Erdogan li karkeran tê kirin
Şîrketên taşeron ên alîgirê AKP'ê yên li Wanê, dema dixwazin mirovekî tevlî kar bikin, pirsên 'El Nûsra tê çi wateyê, çend neviyên Serokkomar Erdogan hene?" li wan dikin. -
Li Bedlîsê operasyon û qedexe!
Dewleta Tirk ji bo li bejahiya Bedlîsê dest bi operasyonê bike li 8 gundikên Xîzanê derketina derve qedexe kir. -
KCD’ê jenosîda Enfalê bi bîr anî
KCD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî jenosîda Enfalê bi bîr anî û diyar kir politikaya qirkirinê ya li ser Kurdan li Qamişlo, Şirnex, Cizîr, Silopya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Geverê û Efrînê didome. -
Şêniyên wargeha Mexmûrê Hevşaredarên xwe hildibijêrin
Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ji bo hilbijartina Hevşaredar û endamên Şaredariyê çûn ser sindoqan û dengê xwe didin. -
Gerîla nîvê şevê lê da: Li Bradostê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Artêşa Tirk ku ji bo herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dagir bike êrîş dike, derbên giran ji gerîla dixwe. Di çalakiya duh nîvê şevê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. -
Rejîma AKP'ê deriyê sînor ê li Bazîdê li bazirganiyê girt
Hikumeta AKP'ê ku dîwar li ser sînorê Îranê lê kir, Deriyê Sînor ê Gurbûlakê yê Bazîdê ji bilî kîloyek çay û 3 qerton çixareyê, li bazirganiyê girt. Şêniyên Bazîdê nerazîbûn nîşanî girtiya deriyê sînor dan, ku çavkaniya debara herêmê ye. -
Malbatên Roboskiyan 328 hefteye edaletê dixwazin
Malbatên 34 sivîlên ku 28’ê Kanûn 2011’an de ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatîn qetil kirin, di hefteya 328’an de bi boneya edaletê li hev kombûn. -
Li Colemêrg, Hatay û Dîlokê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Colemêrg, Hatay û Dîlokê di operasyonên qirkirinê yên siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Li Lelîkanê di nava hefteyekê de 19 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku ji 5'ê Nîsanê heta 12'ê Nîsanê, li girê Lelîkan ê herêma Bradostê di çalakiyan de 19 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
HPG: Li çiyayê Cûdî herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê li ser operasyona 3'ê Nîsanê ya li herêma Cûdî dest pê kir û şerê ji ber operasyonê qewimî daxuyaniyeke berfireh weşand. -
Mizgîn Irgat: Tecrîda li Îmraliyê êşkence ye
Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê rasterast êşkence ye û bang li hiqûqnas û siyasetmedaran kir da ku dengê xwe derxin. -
Li Xaneqînê ji ber teqînekê polîsek birîndar bû
Li bajarokê Xaneqînê yê Diyalayê, ji ber teqînekê polîsek birîndar bû. -
Li Bradostê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin
Li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin. -
KNK: Li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûr helwesteke neteweyî divê
KNK'ê bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û ji hemû hêzên Kurdistanî xwest ku bi helwesteke neteweyî û niştimanî li ber dagirkeriyê rabin. -
Tîma êşkencekar 'TÎT' li Girtîgeha Patnosê li ser kar e
Hêzên dewletê ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê qîma xwe bi êşkenceya bi girtiyan û malbatan nîne, berê tîmeke êşkencekar a bi navê 'TÎT' dide girtiyan.