KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Asayîşa Dihokê êrîşî taziyeya şehîdê HPG’ê kir!
Asayîşa Dihokê êrîşî merasîma taziyeya gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed kir. -
Li Bismilê 14 HDP’yî û DBP’yî hatin destgîrkirin
Li Bismîlê di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 14 kes hatin destgîrkirin. -
Cenazeyê şahidê Komkujiya Dersimê Şahîn hate veşartin
Cenazeyê Alî Hidir Şahîn (92) ku yek ji şahidên Komkujiya Dersimê bû, li gundê Meytan yê Dersimê bi merasîmekê hate veşartin. -
HPG'ê li ser çalakiyên li Başûr û Bakurê Kurdistanê agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Girê Lêlikan ê Başûrê Kurdistanê û bejahiya Bedlîs û Silopiyayê yên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê yê HPG'ê Kemal Garzan şehîd bû
HPG'ê ragihand, Berpirsyarê Eyaleta Erzîromê Kemal Garzan li bejahiya Pîlemûrî ya Dersimê di şer de şehîd bûye. -
Li Lelîkanê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin -NÛ BÛ
Hêzên gerîla bi çalakiyên sabotajê bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li herêma Bradostê. Li girê Lelîkanê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. -
Li Amed û Wanê herî kêm 6 kes hatin destgîrkirin
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bûrhan Karakoç û nûçegihan Ferhat Parlak jî di nav de gelek kes li Amedê hatin destgîrkirin. Li Wanê jî rojnamevan Naîf Yaşar hate destgîrkirin. -
Dewleta Tirk tabelayên Kurdî yên li Amedê rakir
Li kolan û bûlwarên Amedê, tabelayên bi du zimanan hatine nivîsandin hatin rakirin û tabelayên tenê bi Tirkî li şûna wan hatin daliqandin. -
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Bradostê didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê didomin. Gundên ku bi hezaran sivîl lê ne bûne hedefa êrîşan. -
Komeke qorîciyan herêma operasyonê berdan
Komeke qorîciyan ku tevlî operasyona artêşa Tirk a li Cûdî û Gabarê bûn, piştî ku şer derkete kozikên xwe berdan û çûne malên xwe. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Bradostê şehîd bûn eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûn eşkere kir. -
Çeteyên DAÎŞ'ê du gundên Kerkûkê dagir kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê ku demeke êrîşê dibin ser derdora Kerkûkê, 2 gundên navçeya Daqoqê dagir kirin. -
Li Bedlîsê çawîşekî pispor hate kuştin
Li Bedlîsê leşkerên ku derketin operasyonê pê li mayinê kirin û di encamê de çawişekî pispor mir. -
Dêra ku ji ber qedexe û xemsariya dewletê hildiweşe
Dêr û keşîşxaneya Çarpanak a li Girava Çarpanak a Gola Wanê li serdana mirovan hatiye qedexekirin. Keşîşxane bi temamî hilweşiya ye, dêr jî li ber hilweşînê ye. -
'Tecrîda li ser Ocalan ji bo rencîdekirina Kurdan e'
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Camci destnîşan kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rencîdekirina Kurdan e. -
Heyeta HDP’ê çû serdana Hîzba Sosyalîst a Kurdistanê
Hevdîtinê heyeta HDP’ê ya di çarçoveya pêkanîna ‘Yekîtiya Netewî’ ya ji bo sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dom dike. Di vê çarçoveyê de HDP’ê Hîzba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê ziyaret kir. -
Goran wê ji Bexdayê bixwaze ku leşkerên Tirk derxîne
Berdevkê Navenda Hewlêrê ya Tevgera Goran got, ji bo ku dewleta Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derxînin ew ê daxwazê ji rêveberiya Bexdayê bikin. -
HDP li Silêmaniyê bi Partiya Nifşê Nû re civiya
Heyeta HDP’ê li Silêmaniyê çû serdana Partiya Nifşê Nû. Di serdanê de hate diyarkirin ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de gelekî xurt be. -
HPG’ê têkildarî çalakî û şerê li Amedê daxuyanî da
HPG’ê ragihand ku di şerê li Amedê de 4 kontra û 3 leşker mirine, 3 kontra jî birîndar bûne. HPG’ê diyar kir ku di şer de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. -
Serdanên HDP'ê yên ji bo 'Yekîtiya Neteweyî' didomin
Serdanên HDP'ê yên li Silêmanî dewam dike. Heyetê serdana Koalîsyona ji bo Demokrasî û Edaletê kir. -
KCK: Başûr di rewşeke xetere de ye, dem dema yekîtiya neteweyî ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Bradostê ne mîna yên berê ne û got, şer li her cihê ku Kurd lê rêxistinbûyî ne belav bûye. KCK'ê li dijî van êrîşan ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. -
Ozturk: Heke em yekîtiya neteweyî pêk neyînin gel wê hesab bixwaze
Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk bal kişande ser girîngiya serdana Başûr got, AKP dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan tine bike û diyar kir ku divê demildest kongreya netewî bicive. -
Heyeta KNK'ê serdana Asayîşa Êzîdiyan û Şaredariya Sinûnê kir
Heyeta KNK'ê serdana rêveberiya Asayîşa Êzîdiyan û Şaredariya Sinûnê kir. Di dema serdanê de işaret bi girîngiya yekîtiya gelê Kurd hate kirin. -
Engîn: Bila kes li ser xwîna gel û şehîdan hesabê şaş neke
Engîn destnîşan kir ku kesên di nava dagirkirina Efrînê de cih girtine wê hesabê vê bi giranî bidin û got, "Em destûrê nadin ku kes li ser xwîna gel û şehîdan jiyana xwe bidomînin." -
Dîmenên qetilkirina Kemal Kûrkût derket holê
Kemal Kûrkût di Newroza 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Dîmenên dema qetilkirina Kemal Kûrkût derket holê.