KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Operasyona li Cûdî û Gabarê didome
Operasyona ku artêşa Tirk ya li Cûdî û Gabarê didome ya ku bi tevlêbûna bi hezaran leşker û cerdevanan dabû destpêkirin. -
Heskîfa kevnar ji her alî ve tê talankirin
Li Heskîfa kevnare ya 12 hezar salî ku wê bi Bendava Ilisû re di nava avê de bimîne, sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. -
Dewleta Tirk bi rêya cerdevanên Kirgiz zextê li Kurdan dike
Dewleta Tirk, ku dest daniye ser erdê bi dehan gundên Geliyê Zîlan ê li navçeya Erdîşê û Kirgiz lê bi cih kiriye, bi rêya Kirgizan zextê li gundên Kurdan dike. -
Heyeta HDP’ê çû serdana Tevgera Azadî
Heyeta HDP’ê ya ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike, çû serdana Tevgera Azadî. Di daxuyaniyên hatin kirin hate diyarkirin ku mijarên mîna pirsgirêkên Iraq û Hikûmeta Başûr, dîsa pêkanîna kongreya netewî û êrîşên dagirker hatine nîqaşkirin. -
Heyeta HDP’ê bi Tevgera Goran re civiya
Heyeta HDP’ê ku li Başûrê Kurdistan bi partî û rêxistinên siyasî re hevdîtinan pêktîne, piştî civîna YNK’ê bi Tevgera Goran re civiya. Di daxuyaniyên hatin dayîn de bal hate kişandina ser pêkanîna kongreya netewî. -
Heyeta HDP’ê li Silêmaniyê bi YNK’ê re civiya
Hevdîtinên heyeta HDP’ê li Başûrê Kurdistanê didomin. Heyeta HDP’ê îro li bajarê Silêmaniyê bi polîtburoya YNK’ê re civiya. -
Rêya Mexmûr-Hewlêr vebû, lê astengî zêdetir bûn
Rêya Mexmûr-Hewlêr ku demeke dirêj girtî bû, roja 2'ê Nîsanê bi awayekî fermî hate vekirin. Lê belê bi zêdekirina bendên kontrolê re astengî û zextên li gel şêniyên herêmê girantir bûn. -
Gerîlayan li Derya Reş lê dan: 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê ragihand ku hêzên wan li herêma Derya Reş li dijî yekîneya derkete operasyonê çalakî kirin û di encamê de herî kêm 5 leşker hatin kuştin, gelek leşkeran jî xwe ji kendêl avêtin. -
Operasyona li Cûdî dewam dike
Operasyona artêşa Tirk a li çiyayên Cûdî û Gabarê ev 5 roj in dewam dike. Leşkerên Tirk koçerên li herêma Cûdî ji zozanan daxistin û nehiştin ku cotkar zeviyên xwe cot bikin. -
Êşkencexaneya Saddam: Emne Sureke
Rûyê rast ê bajêr li navenda êşkence, komkujî û windakirina mirovan a rejîma Baas veşartî ye ku bi navê Emne Sureke tê naskirin. -
Hevdîtinên heyeta HDP’ê ya li Başûr didome
Hevdîtinên heyeta HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê didome. Heyeta HDP’ê li Hewlêrê bi Komeleya Îslamiya Kurdistan re civiya. -
Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya Tirk bang kir
Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga ketina tevgerê li partiyên Başûrê Kurdistanê kir. -
Cenazeyê Arslan li Nisêbînê hate veşartin
Cenazeyê girtiyê nexweş Îsmaîl Arslan ku li Girtîgeha bi Tîpa T a Hejmara 1. a Bandirmayê jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê hate veşartin. -
Operasyona li Cûdî û Gabarê dewam dike
Operasyona artêşa Tirk a dagirker ev 4 roj in li herêmên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dewam dike. -
HPG: Li Şirnex û Colemêrgê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya HPG'ê got, di çalakiyên Şirnex û Colemêrgê de bi kêmanî 8 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Hevdîtinên HDP’ê yên li Hewlêrê didomin
Şandeya HDP’ê ev roja duyan e ku li Hewlêrê hevdîtinên xwe didomîne. Îro şandeya HDP’ê pêşî serdana Partiya Komunîst Kurdistanê (Hîzbî Şuî) kir. -
Kedkar bi dirûşma 'azadî' çalakiyan didomînin
Mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê ku li mafên xwe digerin, li Kelar, Ranya û Silêmanî ji bo çalakiyên şermezariyê li qadan bûn. -
Lingê Sûavî yê 4 salî ku wesayita zirxî lê dabû, jê bû
Sûavî Kiliç ê 4 salî, li Silopiyayê dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, wesayita zirxî ya polîsan lê dabû. Lingê Kiliç ê 4 salî jê bû. -
Li Sîdekanê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin
Li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate kirin. Di encamê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li ser rêya Kerkûkê 3 sivîl kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê li ser rêya bejahî ya navbera Kerkûk-Dibisê du wesayit sekinandin û 3 sivîl uştin, 3 kes jî birîndar kirin. -
Dirûngeha gerîla ya li qada şer
Şervan Mardîn piştî ku ji metropolên Tirkiyeyê tevlî nava refên gerîla bû, terîtiya ku pîşeyê wî ye dewam kir. Dibêje ku ew bi ked û berhemên xwe di nava çalakiyan de cih digire. -
Surucu: Hebûna Birêz Ocalan wê rê li ber azadiyê veke
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu got, "Hebûna Birêz Ocalan û azadiya wî, wê aştî, aramî û azadiyê bîne vê xakê." -
Operasyona li gund û navçeyên Amedê didome
Operasyona artêşa Tirk a dagirker û qedexeya derketina derve ya ku beriya 2 rojan li gundên dikeve navbera navçeya Hezro, Pasûr, Karaz û Lîcê yên Amedê de didome. -
Civîna heyeta HDP’ê ya bi rêxistin û partiyên siyasî re bi dawî bû
Heyeta HDP’ê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne. Civîna heyeta HDP'ê ya bi nêzî 30 nûnerên partî û rêxistinên Kurd ku li Parlamenotyê endamên wan nîne re, bi dawî bû. -
Hevdîtinên heyeta HDP’ê didome
Heyeta HDP’ê ya ku ji bo hin hevdîtinan hatibû Başûrê Kurdistanê, hevdîtinên xwe didomîne.