KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên li başûr ev 12 roj in dewam dikin
Kedkar li bajarên Koyê û Ranya yên Başûrê Kurdistanê daketin qadan û doza mafê xwe kirin. -
TAJÊ: Em tevlî berxwedana serdemê ya li Efrînê bibin
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) diyar kir ku, hêzên dagirker gelên din li herêma Efrînê bi cih dikin û dixwazin demografiya herêmê biguherînin. TAJÊ bang kir ku divê ew xwedî li berxwedana Efrînê derkevin û têkoşînê geş bikin. -
HPG: 9 leşkerên Tirk li Eyaleta Serhedê hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çarçoveya "Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî" de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kiriye, 9 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Qeyûmê AKP’ê zarokan dixebitîne
Qeyûmê AKP’ê li navçeya Peyaz a Amedê zarokan di wesayîtên sergo de dixebitîne. -
Rêxistina HDP'ê a Wanê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir
Rêxistina HDP'ê ya bajarê Wanê, operasyonên destgîrkirin û girtina endamên wan ku rojên dawî zêde bûne şermezar kir. -
Gelê Şengalê bi kêf û xweşî rojbûna Ocalan pîroz kir
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê bi çandina şitlê daran û şahiyekê hate pîrozkirin. -
Artêşa Tirk li Gabar û Cûdiyê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Gabar û Cûdî yên Şirnexê dest bi operasyonê kir. Ji ber operasyonê li gelek gundan derketina derve hate qedexekirin. -
Tevgera Goran daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo hevdîtinê red kir
Tevgera Goran ji rayedarên Tirk re got "Hûn dagirker in, we sivîl kuştin, em bi we re rûnanên" û daxwaza hevdîtinê ya Tirkiyeyê red kir. -
Bihuşta çûkan: Baxçeyên Hewselê
Baxçeyên Hewselê yên li Amedê ku bihuşta çûkan e, bi biharê re xemilîn. -
Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya li Mexmûrê bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 11’emîn Mîhrîcana Çand û Wêjeyê ku her sal bi wesîleya 4’ê Nîsanê di roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi coşeke mezin di roja 2’an bi dawî bû. -
4’ê Nîsanê li Binarê Qendîl hate pîrozkirin
Şêniyên Binarê Qendîlê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina şitlên zeytûnan pîroz kir. -
Ozturk: Rêzdar Ocalan rêya me ronî dike
Dewleta Tirk destûr neda rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got; “Ji bo ku em karibin ji vê taritiyê derkevin, fikrên Rêzdar Ocalan gelek girîng in.” -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker li Sêrtê hate şikandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya "pêngava şoreşgerî" de gerîla li Sêrtê ketin hundirê çeperên hêzên dagirker ên Tirk û derbên giran lê dan. Di çalakiyê de 15 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 jî birîndar bûn. -
HDP'yî û KCD'yî yên ku dixwestin biçine Amarayê hatin astengkirin
Wekîlên HDP’ê, nûnerên KCD’ê xwestin ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biçine Amarayê, lê hêzên çekdar ên dewletê nehiştin ku biçin. -
Li Duhokê malbatekê li ser mal û milkan şer kir: 3 kes mirin
Li Duhokê ferdên malbatekê li ser zevî, mal û milkan şer kir. 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn. -
15 kes li Kopê hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li navçeya Kop a Mûşê avêtin ser gelek malan. Di encamê de 15 kes hatin destgîrkirin. -
PJAK'ê rojbûna Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir
PJAK'ê rojbûna Ocalan û 14. salvegera damezrandina xwe pîroz kir û diyar kir ku bi pêşengiya PJAK'ê û bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pergaleke demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê misoger bibe. -
Gerîlayan ji bo 4'ê Nîsanê şitl danîn
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Gerîlayan ji bo 4’ê Nîsanê şitl danîn. -
Bozan Tekîn: Wê dagirker hê gelek cenazeyên xwe rakin
Endamê Komîteya Rêveber yê PKK’ê Bozan Tekîn ji Radyoya Dengê Welat re axivî û got dewleta Tirk û Rûsya ji bo ku bi Ocalan gav bi paş ve bidin avêtin çûne Imraliyê, lê Ocalan li dijî wan helwesta nîşan daye. -
Li Kurdan qedexe ye, li AKP'yiyan serbest e!
Di dema Rewşa Awarte de hemû komeleyên Kurdan hatin girtin û destûr nehate dayin ku komeleyên nû werin veikrin. Lê belê komên Îslamî yên tund ên alîgirê AKP'ê bi hêsanî komeleyan vedikin û zextê li gel dikin. -
Hêzên Tirk avêtin ser mala Mehmet Ocalan û 5 kes destgîr kirin
Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Rihayê jî di nav de 5 kesên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li mala birayê wî Mehmet Oclaan a li Amara bûn, hatin destgîrkirin. -
Greva birçîbûnê ya li pêşiya NY TJK-E dewr girt
Greva birçîbûnê ya dorveger a li pêşiya NY di 19’ê Adarê de destpêkirî, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê dewr girt. PYD’yîyan bi daxuayniyekê greva birçîbûnê dewrî jinan kir û bang li NY kir ku li dijî daxwazên gelên Efrînê bêdeng nemînîn. -
Li Cûdî artêşa Tirk operasyon da destpêkirin
Îro danê sibê artêşa Tirk a dagirker li Cûdî operasyonek da destpêkirin. -
Cemîl Bayik, agahiyên dawî yên ji Îmraliyê wergirtî eşkere kir
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî agahiyên dawî yên ji Îmraliyê girtî û zextên li ser Ocalan ji ANF’ê re axivî. -
KCK: Rêber Apo, Rojhilata Navîn ji nû ve rakir ser pêyan
KCK: Rojbûna Rêber Apo, bûye rojbûna gelên Rojhilata Navîn ya ji xweliya xwe ji nû ve jiydayik bûye.