KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Şengal ewle bûye, em gerîlayên xwe vedikişînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, Şengal û derdora wê ewle bûye û destnîşan kir ku rêveberiya Iraqê ji bo bersivê bide daxwazên Êzidiyan dest bi hewldanan kiriye. -
KCK: Newroza 2018'an ji bo me talîmat e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo pîrozbahiyên îsal ên Newrozê got, "Newroza 2018'an li ser kar û barên divê werin kirin ji bo tevgera me ya azadiyê talîmat e." -
KCK wê li ser Şengalê daxuyaniyeke girîng bide
Çav li rê ye ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di nava rojê de li ser Şengalê daxuyaniyeke girîng bide. -
Leşker û polîsên Tirk li Giyadînê êrîşî goristanê kirin
Leşker û polîsên Tirk li navçeya Giyadînê êrîşî goristana PKK'yiyan kirin. -
Botan ê HDP’yî 'ji ber ku axivî' 18 sal ceza xwar
18 sal cezayê girtîgehê dane Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan. -
Malbatên Roboskiyê: Em baweriya xwe bi dewlet û dadgehan naynin
Malbatên Roboskiyê ji bo xizmên xwe yên ku dewleta Tirk ew qetil kiribû, lêgerîna edaletê domandin. Malbatan gotin ku, “Em baweriya xwe bi dewlet û dadgehê naynin.” -
PDK’ê kesên ku qetlîam protesto dikirin, xist binçavan
Kesên ku qetlîama li ser sivîlan protesto dikirin a ku Tirkiyeyê kiriye, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve têketina gundê Bermizê hate qedexekirin. -
Herekol: Erdoğan ber bi têkçûnê ve dibeze
Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê Kawende Herekol diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdoğan bi dagirkeriya li ser Efrînê re ber bi têkçûnê ve dibeze. -
Artêşa Tirk bombe li gundên Sîdekanê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê barand. Ji ber bomberdûmanê xisareke mezin a madî rû da. -
Li Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin
Di çarçoveya operasyona artêşa Tirk de ya li Bedlîsê, li 14 gund û 2 taxan derketina derve hate qedexekirin. -
Balafirên şer ên Tirk 4 sivîl kuştin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev li gundên herêma Dolî Baleyan ê bajarokê Qesrê yê Hewlêrê xistin. Ji ber bomberdûmanê 4 sivîl mirin. -
Li derdora agirê Newrozê dîlana gerîla
Piştî vêxistina agir Ronahî Serhed bi giyana berxwedana serdemê cejna Newrozê li berxwedêrên Efrînê û hemû gelen Rojhilata Navîn pîroz kir. -
'Erdoğan avê weke çek û amûreke qirkirinê bi kar tîne'
Ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka ava vexwarinê ku li gelemperiya cîhanê mezin dibe, Neteweyên Yekbûyî sala 1992'an weke Roja Ava Paqij a Cîhanê îlan kir. -
'Em li çar parçeyan çar Kurd jî bimînin em ê li ber xwe bidin'
Mam Marûf (80) piştî Komkujiya Helebçeyê li Qendîlê bi cih bûye. Trajedî û berxwedanê bi rêya helbestê tîne ziman. Ji ber dagirkirina Efrînê jî bi hêrs e: Em li çar parçeyên Kurdistanê tenê çar Kurd bimînin jî em ê li ber xwe bidin... -
Li Cizîrê deh hezaran kesî Newroz pîroz kirin
Li Cizîrê Newroza ku deh hezar kes tevlî bû, bi Efrînê destpê kir û bi meşa Efrînê ve bi dawî bû. Li Cizîrê, peyama “Me qad neterikandin, naterikînin. Serketin ya me ye” dan. -
Kurdistan li dijî faşîzmê Newroz bi coş pîroz kirin
Li Wan, Îdîr, Agirî, Qers, Colemêrg, Mûş û Tatwanê gelê Kurd li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di pîrozbahiyên bi heybet ên Newrozê de hatin ba hev. -
Geverê Ocalan û Efrîn silav kir
Polîsan xwestin êrîşî Newroza Geverê bikin, gel jî bi dirûşên Ocalan û Efrîn bersiv dan. -
Tevlîbûna Newroza Êlihê di asta herî jor de bû
Newroza Êlihê bi tevlîbûna asta herî jor de hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana Efrîn hate silavkirin. -
Di Newroza Qendîlê de ji bo berxwedan û yekîtiyê bang hate kirin
Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozkirina Newrozê li Qendîlê li hev civiya. Di pîrozbahiyê de mesajên ji bo berxwedana Efrînê û yekîtiya neteweyî hatin dayin. -
Newrozên Cizîr û Geverê: Em kelehên berxwedanê ne
Li Cizîr û Geverê Newroz bi peyamên berxwedanê hate pîrozkirin. -
Li Nisêbînê bi hezaran kesî agirê Newrozê pêxist
Li Nisêbînê bi deh hezaran kesî bi rengekî bi coş agirê Newrozê pêxist û berxwedana Efrînê slav kir. -
Li Êlihê ciwan bi xurtî tevlî Newrozê bûn
Newroza li Êlihê bi pêşengiya ciwanan hate pêşwazîkirin. -
Buldan: Bi şer û înkarê hûn nikarin vî welatî bi rê ve bibin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li Newroza Amedê axivî û ji hikumeta Tirk re got, "Hûn nikarin bi şer û înkarê vî welatî bi rê ve bibin." -
Li Newroza Amedê banga 'yekîtiya neteweyî'
Newroza Amedê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî didome. Nûnerên partiyên siyasî yên Kurd banga yekîtiya neteweyî kirin. -
Agirê Newrozê tîna xwe dide gelemperiya Serhedê
Çalakiyên Newrozê yên li bajarên Kurdistanê dewam dikin. Tevî dorpêçî û astengiyan jî li Agirî, Îdir, Mûş, Qers, Tetwan û Colemêrgê bi hezaran kes daketin qadan.