KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK'ê ji bo boykotkirina tûrîzm û malên dewleta Tirk bang kir
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna çavkaniyên Kurdan li dijî Kurdan şer dike. Komîteyê bang kir, ku ji bo derbên xurt li çavkaniyên aboriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê bê xistin, tûrîzm û malên Tirk bên boykotkirin. -
DBP: Li Efrînê jî wê têk biçin
DBP'ê diyar kir ku dewleta Tirk li pêşberî berxwedana li Efrînê nikare bi pêş ve biçe û got, "Li hemberî perspektîfa modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk a gelê Kurd wê careke din têk biçin. -
Kolberek hate kuştin, 2 kolber birîndar bûn
Li Merîwan û Banê, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn. -
KCK'ê ji bo Efrînê bang li Kurdan û mirovahiyê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku kesên yekser an jî neyekser tevlî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê dibin wê neyên efûkirin. -
Gerîlayên HPG'ê li Şemzînanê li artêşa Tirk xistin
Gerîlayên HPG'ê li gundê Bermizê yê navbera girên Kanîreş û Koordîne yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li leşkerên Tirk dan. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. -
Ji KONGRA-GEL bang: 3'yê Adarê her kes derkevin meydanan!
KONGRA-GEL got, "Artêşa Tirk û çeteyên bi rêveberiya wê li bara berxwedana Efrînê şok bûn" û ji bo 3’yê Adarê bang kir ku her kes derkeve meydanan. -
'Êrîşa li ser Efrînê dewama Enfalê ye'
Engîn di salvegera 30. a Enfalê de qurbanî bi bîr anî û got, tişta niha li Efrînê diqewime, Enfaleke din e. -
Başûr, Iraq û Tirkiyê li ser petrolê li hev kirin?
Li hêlekê lihevnekirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li ser bûdçeyê didome, Serokwezîrê Iraqê got ji bo ku petrola Kerkûkê di ser Tirkiyê re were îxrackirin bi Hewlêrê re li hev kirine. -
Bîlîcî: Li girtîgehan beriya kincên yekreng hazirî hene
Serokê Şûbeya Amedê Racî Bîlîcî got êşkenceya li ser girtiyên siyasî di civakê de şikestin çêkiriye û got, ‘Wek ku beriya kincên yek reng haziriyek heye’ -
Li Çelê gerîlayan Droneyek şikand
Hêzên gerîla 24’ê Sibatê li Çelê droneyeke biçûk a artêşa Tirk şikand. -
Avesta: Berxwedana Efrînê dewama berxwedana 8'ê Adarê ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta Berxwedana Serdemê ya 40 roj in dewam dike silav kir û got, ala berxwedanê ya 8'ê Adarê ketiye destê jinên li Efrînê. Avesta got, "Berxwedana Efrînê dewama berxwedana 8'ê Adarê ye." -
Artêşa Tirk li Cûdî operasyon da destpêkirin
Artêşa Tirk, operasyona ku îro sibehê li Cûdî dayî destpêkirin berfireh kir û hat zanîn li Silopya kontrayan cilên gerîlla li xwe dikin û zext li ser welatiyan dikin. -
Li Şirnex û Agiriyê operasyonên qirkirina siyasî
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Şirnex û Agiriyê 8 kes hatin binçavkirin. -
Li Şemzînanê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
3 jê zarok, 5 kesên ku dixwestin ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li aliyê Şemzînanê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Agiriyê li hêzên dagirker hate xistin
Gerîlayên HPG'ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakiyek lidarxistin. Hate diyarkirin ku herî kêm leşkerek hate kuştin. -
HPG'ê 4 gerîlayên li Colemêrgê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li navçeya Çelê ya Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir û bi bîr anî. -
Kalkan: Efrîn dewama pêvajoya 200 salî ye
Kalkan bal kişand ser paşxana dîrokî ya êrîşa li ser Efrînê û got, "Pêvajoyeke ku destpêka sedsala 19'an, sala 1806'an bi dagirkirina Rewandûzê dest pê kir." -
Girtiyê ku dewletê ew bi kanser xist, jiyana xwe ji dest da
Nîhat Baymîş ê ku di girtîgehê de nexweşiya pençeşêrê lê der bû, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Baymîş demek dirêj bû ne dihat tehliyekirin û nexweşiya wî her diçû girantir bû. -
Heyeta ji Rojava û Başûr çû serdana Konsolosxaneya Çekyayê
Heyeta ji Rojava û Başûrê Kurdistanê çûn serdana Konsolosxaneya Çekyayê ya li Hewlêrê. Heyetê xwest ku bila Salih Muslum serbest were berdan. -
Bexdayê "qedexeya firînê' ya ji bo Başûr, sê mehên din dirêj kir
Hikumeta Iraqê ya Federal, dema qedexeya seferên navneteweyî yê balafiran ên ji bo Başûrê Kurdistanê sê mehên din dirêj kir. -
Ekrem Berkpinarê welatparêz wefat kir
Ekrem Berkpinar ê ku emrê xwe dabû azadiya gelê Kurd, Li Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşerê wefat kir. -
HPG'ê li ser çalakiyên li Çelê agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Çelê di çalakiyan de gelek leşker mirin e û birîndar bûne. -
Cenazeyê Celal Ovmen radestî malbatê hate kirin
Cenazeyê Celal Ovmen (Sîpan Çiyager) ku yek ji 267 cenazeyên ji Goristana Garzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê ji gorê hatin derxistin, radestî malbatê hate kirin. -
Li Kerkûkê êrîşa bombeyî
Li ber navenda Esaîbî Ehlî Heq a li Kerkûkê êrîşkarekî xwekuj bi bombeyan êrîş kir. -
Berxwedana Efrînê li kolanên Silêmaniyê deng veda
Bi hezaran kes li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgirî bidin berxwedana Efrînê meşiyan. Li navçeya Ranya jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin.