KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Başûr ji bo Efrînê dimeşe
Li Başûrê Kurdistanê bi deh hezaran kes ji bo Efrînê li gelek navendan dest bi meşê kirin. -
HPG: Li Agiriyê yekîneyên veşartî derb xwarin, 13 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîlayan derbeke giran li hêzên artêşa Tirk xistine, ku li Agiriyê derketibûn operasyonê û bi kêmanî 13 leşker hatine kuştin. -
Rewşa dawî ya Sûrê
ANF’ê wêneyê rewşa herî dawî yê Sûre hate girt, ku ‘qedexeya derketine derve’ ya herî domdirêj a dinyayê lê didome. -
Midûrê berê yê TEM’ê tayînî Girtîgeha Wanê kirin
Mîkaîl Mahmat ku dema li Girtîgeha Kandirayê midûrê 2. bû bi zextên li ser girtiyên siyasî dihate naskirin tayinî alîkarê midûr ê Girtîgeha Tîpa T ya Wanê kirin. -
‘Erdogan li Efrînê wê şiqamê ji gel bixwe!’
Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan got li gel hemû derfeta teknîk a dewleta Tirk jî li Efrînê bi ser neketine û bang li ciwanan kirin, ‘’Divê berê xwe bidin Efrînê û ji şeqama Osmanî xurtir, şeqama gel li ser çavê wan bixin.’’ -
4 rêveberên DBP'yî hatin girtin
Li navçeya Sêwereg a Rihayê 4 rêveberên DBP'ê hatin girtin. -
HPG'ê gerîlayên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên 27'ê Mijdara 2017'an li Dersimê şehîd bûn, bi bîr anî. Di daxuyaniyê de nasnameya şehîdan hate eşkerekirin. -
Gelê Başûrê Kurdistanê wê sibe ji bo Efrînê dakeve qadan
Ji bo piştgiriya bi Berxwedana Serdemê re wê sibe li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê çalakî bên lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê pêk werin. -
Karasû: Berxwedana 34 rojan kir ku leşkerên Sûriyeyê biçin Efrînê
Karasû: Eger rejîm neçar ma ku leşkerên xwe bişîne ser sînorê Efrînê, ev yek bi saya berxwedana lehengî ya 34 rojan bû. Li wê derê ciwanên gelê Efrînê, ciwanên enternasyonalît li ber xwe dan. -
Li Wanê panela zimanê dayikê: Xwedî li zimanê xwe derkevin
Di panela li Wanê hate lidarxistin de, bal hate kişandina ser girîngiya zimanê dayikê û peyama “Çi zimanî li ser me bide ferzkirin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.” hate dayîn. -
Cenazeyê Nazelîn Korkût hate veşartin
Cenazeyê Nazelîn Korkût ku ji bo şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê bedena xwe da ber êgir hate veşartin. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê ragihand, 15'ê Sibatê li Mêrdînê ji ber operasyona artêşa Tirk a dagirker şer derket û di encamê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin, 3 gerîlayên HPG'ê di vî şerî de şehîd bûn. -
Evdille: Nûçegihanên niştimanê mêtingerbûyî nikarin bêalî bin!
Rêveberê Weşanê ya Kurdistan Nû û Berpirsê Çapemeniyê yê YNK’ê Stran Evdile got, divê Kurd li dijî dagirkirina Efrînê yek bin û nûçegihanên Kurd vê pêvajoyê nikarin bêalî bin. -
HPG: Li Kanîreşê 7 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandin, li herêma Kanîreşê ya Şemzînanê di çalakiya gerîla de 7 leşkerên Tirk hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. -
Rojnamevan Çetîn Kûrşûn hate girtin
Rojnamevan Çetîn Kûrşûn ku li Qoserê hatibû binçavkirin hate girtin. -
Li Başûr amadekariya ji bo meş û xweşêndanên Efrînê dest pê kir
Li 8 bajarên Başûrê Kurdistanê wê ji bo Efrînê meş û xwepêşandan bên lidarxistin. Piştî ku bernameya çalakiyan hate eşkerekirin, amadekariyê dest pê kir. -
Biryara berdewamiya girtina Kaya hate dayîn
Doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya li 2’emîn Dadgeha Ceazeyê Giran a Wanê pêk hat. Dadgehê biryara berdewamia girtina Kaya da. -
Gelê Başûr wê li 8 bajaran ji bo Efrînê dakeve qadan
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Silêmaniyê civînek li dar xist. KNK’ê ji bo endamên xwe û gelê Başûr ji bo Efrînê banga tevlîbûna çalakiyan kir. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akdogan li Wanê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hozan Akdogan ku li navçeya Qoser a Mêrdînê di şer de şehîd bû, li Wanê bi merasîmekê hate veşartin. -
32 girtiyên siyasî yên li Tîpa T a Wanê bi ku ve birin?
Hay ji 32 girtiyên siyasî nîne ku 2 roj berê ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatin sirgûnkirin. -
Gelê Helebê: Em ê rê nedin Erdogan
Bi hezaran Kurd, Ereb, Çerkez û mirovên ji gelên cuda yên duh ji Helebê bi rê ketin û hatin Efrînê, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan û gotin, "Em ê rê nedin dagirkeriyê." -
Li Colemêrgê 31 herêm hatin ‘qedexekirin’
Li Colemêrgê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin ‘qedexekirin’ -
Di çalakiyên HPG'ê yên zivistanê de 76 leşker hatin kuştin
HPG'ê van rojên dawî li dijî artêşa Tirk a li girê Kanîreş ê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyoneke berfireh kir û bi vî rengî nîşan da ku wê dema bê şerekî çawa bimeşîne. -
Li Sûrê di encama teqînekê de 2 zarok birîndar bûn
Li navçeya Sûrê ya Amedê cîsmek ne diyar teqîya. Di teqîna cîsmê ne diyar a li erdê de 2 zarok birîndar bûn û zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê. -
Şervanê YBŞ’ê Qasim dema bi erka xwe radibû şehîd bû
YBŞ’ê ragihand şervanê wan ê bi navê Merwan Murad Qasim, li Şengalê dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê deşehîd bûye.