KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PAJK: Siyaseta komploya navneteweyî têk çû
Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyek weşand û got, siyaseta komploya navneteweyî têk çûye. -
Li Zaxoyê derb li leşkerên Tirk hate xistin: Gelek leşker mirin
Îro ber destê sibehê li dijî baregeha leşkerî ya Girê Biyê ya artêşa Tirk ku li nava sînorê Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek hate kirin. Tê gotin ku gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. -
'Dewleta Tirk nobedarê komployê ye'
Gerîlayê HPG'ê Baz got, Ocalan ji aliyê fîzîkî ve dîl girtî ye lê belê nêrînên wî belav dibin û diyar kir, dewleta Tirk ji komploya navdewletî re nobedariyê dike. -
Gerîlayên li Xakurkê: Rêber Apo wê teqez li Kurdistana azad bijî
Gerîlayên li Xakurkê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û gotin, Ocalan teqez wê li Kurdistana azad bijî. -
Li navçeya Farqîna Amedê 11 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi ser malên endam û rêveberên DBP'ê de girtin û herî kêm 11 kes binçav kirin. -
Zarokên Paveya Kirmanşanê piştgiriyê didin Efrînê
Li navçeya Paveyê ya Kirmanşanê zarokan piştgirî dan berxwedana Efrînê. -
Bav Şahîn: Li Patnosê mirinê li ser girtiyan ferz dikin
Bavê girtiyekî Abdullah Şahîn qala binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kir. -
Hay ji rojnamevanê Îranî nîne
Rojnamevanê mûxalîf ê Îranê Arash Shoa ku hefteyek beriya niha li Wanê winda bû, hê jî hay jê nîne. Li ser jiyana wî tirs û fikar hene. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya ku 6 leşker tê de mirin, weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 6'ê Sibatê ya li Çelê hate lidarxistin û di encamê de 6 leşker mirin weşand. -
HPG: Em hevrêyê xwe Perwer Rohat bi bîr tînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku fermandarê gerîla Perwer Rohat (Sadik Ozalp) 11'ê Kanûna 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. -
Fermandara Cizîra Botan; Rûken Hoserê
"Vaye îro jî dîsa çiyayên Kurdistanê fermandara xwe ya mezin Rûken bibîr tînin. Vaye îro hevrêyên Rûken, şervanên wê di şopa fermandara xwe de dîsa sond dixwin ku ala azadiyê bilind bikin û li her derê bi rÛhê şehîd Rûken Hoserê karên şoreşê dimeşînin." -
Hozat: Dagirkeriya li ser Efrînê dewama komploya navneteweyî ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê dewama komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye û got, bi berxwedana gelan wê êrîş û hemû planên hatine kirin têk biçin. -
Cenazeyê endamê YPS'ê Mazlûm Ok li Nisêbînê hate veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Mazlûm Ok (Egîd Bagok) ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, li Nisêbînê hate veşartin. -
KCK: Berxwedana li Îmralî û Efrînê komplo pûç kiriye
Konseya Serokatiya giştî a KCK’ê têkildarî berxwedana li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku “Berxwedana li Îmralî û Efrînê komploya navneteweyî pûç kiriye.” -
Heyetek ji Parlamentoya Hewlêrê ber bi Efrînê ve diçe
Komeke parlamenterên ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyên yên Tirk ji Hewlêrê ber bi Efrînê ve ketin ser rê. -
HPG li Çelê li hêzên dagirker xist: 4 mewzî hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê ya Colemêrgê li girekî li leşkerên Tirk xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 4 kozik hatine rûxandin û 3 leşker hatine kuştin. -
Balafirên şer bombeyan li gundên Şiyê dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şiye ya Efrînê bombebaran dike. -
Li Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê nimêja înê
Di serî de Silêmanî li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê nimêja înê wê ji bo Efrînê were kirin, ku dewleta Tirk êrîşê bi ser de dibe. -
HPG: Em hevrêyê xwe Ozgur bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê gerîla Ozgur Karakoçan (Kemal Akyol) bi rêzdarî bi bîr anî ku 4'ê Îlona 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrîşa bi balafiran şehîd bû. -
'Efrîn bi ser bikeve wê Kerkûk jî bi ser bikeve'
Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş got, "Eger Efrîn bi ser bikeve wê Kerkûk û çar parçeyên Kurdistanê û gel bi ser bikevin. Efrîn têk biçe wê bi Kurdan re hemû gel têk biçin." -
Engîn: Efrîn dewama mîrateya şehîdên xwerêveberiyê ye
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn got, "Çawa ku berxwedana li Kobanê û li Rojava rê li ber berxwedana Mehmet Tûnçan vekir, berxwedana Efrînê jî ku dewama vê yekê yekê ye li cîhanê deng vedaye. Ev yek nîşaneya serketina vê xetê ye." -
Zelal Cîger: Rêber Apo nîşan da ku berxwedan hebe azadî jî heye
Siyasetmedara ji Bakurê Sûriyeyê Zelal Cîger got, "Pergala neteweya demokratîk li Efrînê îspat bû. Bi saya Rêber Apo îro li Rojava Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî bi hev re li dijî desthilatdaran li ber xwe didin. -
'Erdogan û hêzên El Qaîdeyê li bin ketine'
Karayilan: AKP, rêveberiya Erdogan û çapemeniya Tirk heta ji wan tê hewl didin binketina artêşa Tirk a li Efrînê binixumînin. Lê rastî ev e; artêşa Tirk û hêzên El Qaîdeyê ku pê re tevdigerin binketî ne. -
Hevserokê DBP’ê Arslan hat girtin
Roja 6’ê Sibatê Hevserokê DBP’ê Ahmet Arslan bi hênceta nerazîbûna wî ya li dijî êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê hatibû binçavkirin, hate girtin. -
‘Berxwedana Cizîrê tê wateya qebûlnekirina zilmê'
YPS: Berxwedana Cizîrê ya ku di şexsê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de pêk hat, tê wateya xwedîlêderketina nirxên azadiyê û ew ê zilm tu carî neyê qebûlkirin.