KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Şemzînanê bi kêmanî 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li Şemzînanê daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. -
Bayîk: Ji bilî berxwedanê ti rêyek din a serkeftinê nîne
Bayîk destnîşan kir ku Rûsiya, Amarîka û hemû aliyênê din bi nêzîkatiyên xwe yên di derbarê gelê Kurd û Efrînê de, parstina Erdogan dikin û got, çawa Kobanê li ber xwe da û bi serket wê gelê Efrînê jî li ber xwe bide bi serbikeve. -
Piştî 2 salan cenazeyê wî dan malbatê
Cenazeyê Yûnûs Dîlmaç ê di berxwedana rêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bibû ku dan malbatê, li Goristana Asî ya Êlihê hate veşartin. -
Komîteya Pişgtiriya Efrînê: Êrîş bêexlaqiyeke mezin e
Komîteya Piştgiriya Efrînê ya ku li Hewlêrê hatî avakirin kû bi gelek çalakiyan ve piştgiriya Berxwedana Serdemê dike, astengkirina ciwanên ku ji bo biçin Efrînê ya ji aliyê asayîşa PDK’ê ve di ketina Hewlêrê de bi zimanek tund şermezar kir. -
Li Hewlêrê gel ji bo Efrînê li qadan e
Gelê Hewlêrê li ser banga Komîteya Piştgiriyê îro jî ji bo Efrînê li qadan e. Bi hezaran kesî li Hewlêrê dirûşmeyên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ , ‘Erdogan wê ne gihe armanca xwe ya dagirkirinê’ û ‘Efrîn wê ji dagirkeran re bibe goristan’ berz kirin. -
Viyan Soran li Silêmaniyê hate bibîranîn
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Viyan Caf li warê xwe li Silêmaniyê ji aliyê sedan jinan ve hate bibîranîn. -
HPG'ê li Serhedê dest bi Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî kir
Gerîlayên HPG'ê yên li herêma Serhedê, li dijî artêşa Tirk a dagirker dest bi Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya sala 2018'an kirin. -
Gerîlayên HPG'ê li Çelê lê dan: 11 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyeke sûîqestê de leşkerek hate kuştin. -
Li Êlih û Sêrtê 4 kes hatin binçavkirin
Li Êlih û Sêrtê 4 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. -
'Hezkirina ji bo Ocalan û kurê xwe bi helbestan vedibêje'
Dayika Aştiyê Sûltan Aksoy li ser kurê xwe yê rojnamevan Mehmet Zekî Aksoy yê sala 2003’an ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin û heskirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi helbestan vedibêje. -
Li Roboskî 2 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtina malên li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de 2 kes din jî hatin binçav kirin. -
Li Wanê ji siyasetmedarên Kurd re 10 sal cezayê girtîgehê
Hevşaredara Artemêtan Seîl Rojbîn jî di nav de ji bo 3 siyasetmedarên Kurd her yekê 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
KONGRA-GEL: Tevlêbûna meşa di 3’ê Sibatê de peywireke dîrokî ye
KONGRA-GEL bang li gelan kir ku divê bi hemû hêza xwe tevlî meşa di 3’ê Sibatê de bibin û got, “Biryardarî û berxwedana me dikare bêdengiya navdewletî derbas bike û em dikarin êrîşên li ser Efrînê bidin sekinandin.” -
Meşa ciwanan a ji bo Efrînê bi coş dewam dike
Meşa ku ciwanan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrinê ji Silêmanî dest pê kirin di roja 3. de ye. -
Dawiya siyaseta Enver Paşa xirab e
Li Wanê saziyên medenî li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabûn. Endamê Rêveberiya Tevgera Aştî û Edaletê Yakûp Aslan got, dawiya xeyalperestiya Enver Paşa xirab e. -
Ayata: Ji faşîzmê re her tim dijmin divê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ayata êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê nirxand û got, "Ji faşîzmê re her tim dijmin divê. Wekî din, dixwazin bîr û hişê civakê pûç bikin ku civak nikaribe baş bifikire. Ji ber ku gelek gendelî û dizî kirin." -
Li Agiriyê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin
Di şerê li navçeya Bazîd a Agiriyê de leşkerek hate kuştin û çawûşekî pîspor birîndar bû. -
Jinên DBP’yî biryara ‘seferberiya rêxistinî’ dan
Encamnameya Konferansa Jinê ya Rêveveberiya Xwecih a DBP’ê hate eşkerekirin. Jin xwedî li Efrînê derketin û li dijî desthilatdariya faşîst biryara seferberiya rêxistinî dan. -
Saziyên civaka sivîl ên Rojhilat: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve
Rêxistinên civka sivîl ên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Efrînê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku dengê xwe li Tirkiye bilind bikin. -
Dewleta Tirk 30 herêmên Dersimê ‘qedexe’ kir
Walîtiya Tirk a li Dersimê ragihand ku li 30 qadên Dersimê ‘herêma ewlehiya taybet a demdemî’ hatiye danîn. Hate gotin ‘qedexe’ heta 1’ê Îlonê wê domdar be. -
Engîn: Dixwazin Kurdan tine bikin
Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Qasim Engîn êrîşên li ser Efrînê ji radyoya Dengê Welat re nirxand. -
Parlamenta Başûrê Kurdistanê: Êrîşên li ser Efrînê hewldana dagirkirinê
Parlamenta Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser Efrînê weke ‘ hewldana dagirkeriyê’ bi nav kir û hate gotin êrîş yekîtiya neteweyî ferz dike. Parlamentê bang li derdorê navneteweyî kir. -
ÎRA: Em piştgiriya rojnamegerên girtî bikin
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad ji bo rûniştina rojnamegerê girtî Erdogan Alayûmat a di 2’ê Sibatê de bang kir. -
Amedî hemfikir in: Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî Kurdan e
Li gorî lêkolîna SAMER'ê, Amedî dibêjin, êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê êrîşa li dijî Kurdan e û Rûsya, DYA û welatên rojavayî nerazî ne. -
Serhat: Divê Kurd parastina xwe ya çekdarî mezintir bikin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Serhat destnîşan kir ku ji bilî bi sedan rêxistinbûnên heyî yên çekdar, divê Kurd li dijî dewleta Tirk bikevin pozîsyona parastina çekdarî.