KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi wesayiteke bombebakirî êrîş li Daqûqê hate kirin
Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê, danê sibehê wesayiteke bombebarkirî li nêzî Goristana Xidir Elyas hate teqandin. -
'Bi gerîla nikarin bela xwe li malbatan didin'
Artêşa Tirkiyeyê ya ku li hemberî gerîlayên HPG’ê bê çare maye û bi gerîlayan nikare, bela xwe li malbatên gerîla û şehîdan didin. -
Gelê Wanê dagirkerî şermezar kir
Gelê Wanê nerazîbûnê nîşanî hewldanên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dide. -
Leşkeran girtin ser gundê Bostanli yê Silopiyê
Leşkeran girtin ser gundê Bostanli yê Silopiya Şirnexê û li nava malan geriyan. -
Êrîşên li ser Efrînê li Wanê hatin şermezarkirin
Li Wanê çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dewam dikin. -
Tirs ketiye dilê AKP'ê: Her devera Şirnexê hate 'qedexekirin'
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, 7 herêmên Şirnexê ku hema bêjin temamiya bajêr e, 'qedexe' kir. -
180 akademîsyenan xwestin pêşî li êrîşên dewleta Tirk bê girtin
180 akademîsyenên li zanîngeha Sinê û Kirmanşanê li dijî hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk danezanek belav kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne. -
Me ji bo Kobanê fedekarî kir, ji bo Efrînê jî em amade ne
Dayika ji Rojhilat ku di berxwedana Efrînê de kurekî wê şehîd bû, bi mesaja bi vîdeo got, ‘’Min kurê xwe fedaî berxwedana Kobanê û Kurdistanê kir. Em ê ji bo Efrînê jî heman fedekariyê bikin.’’ Jinên Mêrîwanê gotin, ‘Em hazir in ji bo Efrînê şer bikin.’’ -
Walîtiyê Kerkûkê li pey ‘mîrasê’ Seddam digere!
Walîtiyê Kerkûkê, xwe amade dike ku li bajêr lojmanên di demê Seddan Huseyîn ê ji bo leşkeran li ser xakên Kurdan avakiribû û piştî sala 2003’an gel lê bi cih bûne, bi îdîaya ku ‘Avahiyên qacax in’ dixwaze vala bike. -
Mamosteyên olî yên li Merîvan û Hewremanê êrîş şermezar kirin
Yekîtiya Mamosteyên Olî yên Merîvan û Hewremanê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî dan. -
Li Colemêrgê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG'ê li Çelê û Şemzînanê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin. -
'Gelê Amedê li hemberî dagirkeriyê bi hêrs e'
Welatiyên Amedê nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî dagirkirina Efrînê dan û gotin: “Gelê Kurd çawan ku Kobanê ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê parast, wê Efrînê jî wisa biparêzin.” -
Eniya Efrînê: Êrîşa li ser Efrînê êrîşeke li dijî hemû Kurdan e
Endamê Plaftorma Eniya Efrîn a li Silêmaniyê hate avakirin Şêrko Heme Emîn destnîşan kir ku wê Efrînê biparêzin û got: “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dest bi êrîşê kiriye.” -
Şêxê Nexşîbendî: Dewleta Tirk xwe kufrî dike
Şêxê Nexşîbendî Ebdulrehman Nexşîbendî derbarê hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li hember Efrînê axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirkiyê ew e ku tevahiya Kurdistanê dagir bike. -
Rojnamevan Hesen: Efrîn wê bibe şerê dawî yê Erdogan
Rojnamevanê ji Başûrê Kurdistan Şemal Hesen ê ku demek dirêj e li Bakurê Sûriyeyê û Rojava kar dike, diyar kir ku wê Erdogan li Efrînê têk biçe û got: "Li gorî min, Efrîn wê bibe şerê dawî yê Erdogan." -
Mikurhatinên nû yên rêveberên MÎT’ê
Rêveberên MÎT’ê yê ku ji aliyê HPG’ê ve di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin, têkildarî têkiliyên dewleta Tirk û çeteyên Nûsra-DAÎŞ’ê agahiyên girîng dan. -
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Amedê li ber mala xwe hat binçavkirin. -
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Nisêbînê Kût hate binçavkirin
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Nisêbînê Ferhat Kut di serdegirtina li ser malê de hate binçavkirin. Her wiha li Amedê jî endama HDP’ê Remziye Sezgîn Menguç li kolana diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. -
Ji bo Efrînê li Kerkûkê çalakî hate lidarxistin
Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji aliyê ciwanên Kerkûkî ve hate şermezarkirin. -
PDK'ê êrîşî protestoya li Duhokê kir
Li Duhokê, Asayîşa PDK'ê êrîşî çalakiya protestoyî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê hate lidarxistin. Gelek kes ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin binçavkirin. -
Ji ciwanên Qendîlê piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê
Bi dehan ciwanên Qendîlê li binarê Qendîlê bi daxuyaniyek bi çekên xwe ve piştgirî dan berxwedana Efrînê. -
Li Başûrê Kurdistanê 'Eniya Efrînê' ava bû
Bi dehan rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, hunermend, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê ji bo destekê bidin Efrînê bi navê "Eniya Efrînê" dest bi çalakiyê girseyî kir. -
Rojnamevanê got, 'Li Efrînê sivîl dimirin' hate girtin
Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku nûçeyên wî weke 'propaganda rêxistinê' hate dîtin û bi vî rengî hate binçavkirin, ji aliyê dadgeriya Tirk ve hate girtin. -
Rojnamevan Baysal hate binçavkirin
Rojnamevan Nûrcan Baysal, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hate binçavkirin. -
'Çawa ku me Kobanê ji dest neda, em ê Efrînê jî nedin'
Yekîtiya Xwendekarên Azad û Ciwanên Apoyî yên Mexmûrê duh êvarê li bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê çalakiyek lidar xistin. Xwendekaran ragihandin ku gelê Kurd û dostên wan çawa ku Kobanê nedabin, wê Efrîn jî nedin.