KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Mihemed Ebdullah: Em ê dest bi têkoşîna demokrasiyê bikin
Serokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah di kongreya partiya xwe de axivî û diyar kir ku ew ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê xwe amade dikin. -
Rêveberiya nû ya Tevgera Azadî hate hilbijartin
Tevgera Azadî ya ku li Silêmaniyê kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist, rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Mihemed Ebdullah ji bo Serokatiya Giştî ya Tevgera Azadî hate hilbijartin. -
KCD’ê ji bo Efrînê banga lezgîn kir!
KCD’ê li ser gefa êrîşên a dewleta Tirk a li ser Efrînê daxuyanî da û got ji her bajarî divê bi lezgînî werin cem hev û ji bo Efrînê banga hevgirtinê kir. -
Li Serdeştê kolberekî din hate kuştin
Di kemîna hêzên rejîma Îranê de ku li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê danîn, kolberê bi navê Şoreş Omerî jiyana xwe ji dest da. -
'Li Agirî, Colemêrg û Şirnexê derb li hêzên dagirker hate xistin'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Şirnex û Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî da. -
'Ji bo Kurdistan û Iraqa demokratîk em ê bi hev re têbikoşin'
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li kongreyê axivî û destnîşan kir ku ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqa demokratîk ew ê bi hemû gelan re têbikoşin. -
Otobus gindirî nava newalê: 6 kes mirin, 24 kes birîndar bûn
Li Mûşê, otobuseke rêwiyan ji ber berfê gindirî nava newalê. Di bûyerê de 6 kes mirin, 24 kes jî birîndar bûn. -
HDP wê bi kongreyê re hê xurt bibe
Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir ku HDP wê dilsoziya bi armanca xwe ya damezrandinê, kêmasiyên xwe yên rêxistinbûnê û kêmaniyên xwe yên li pêşberî konsepta êrîşê binirxîne û xwe xurtir bike. -
Li Xurmatû li şûna qeymeqamê Kurd yekî Tirkmen danîn
Li Xurmatû îro bêyî ku endamên Kurd hazir bin meclîsa navçeyê civiya û qeymeqamê Kurd ê navçeyê Şelal Ebdûl li peywirê standin, li şûnê jî Hesen ZeyneL El Abidîn ê Tirkmen danîn. -
Şêniyên Girê Spî û Kobanê ji bo Efrînê daketin qadan
Bi deh hezaran kes li Girê Spî û Kobanê daketin qadan û bersiv dan gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê li Efrînê dixwe. -
Malbatên Roboskî: Em ne darbeyê ne jî rewşa awarte dixwazin
Lêgerîna malbatên Roboskî ya li edaletê, 316 hefte ne dewam dike. -
Doza Nisêbînê: Em ne poşman in, çareserî di xwerêveberiyê de ye
Rûniştina doza Nisêbînê di roja 3’emîn de domiya. -
Tevgera Azadî ji bo kongreya damezrandinê amade ye
Tevgera Azadî ku li Iraqê fermî bû, wê sibe li Silêmanî kongreya xwe pêk bîne. Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî got, amadekariyên ji bo kongreyê qediyan e. -
Li Wanê karê mêtingeriyê: Pere diçin ji Trabzon û Kayseriyê re!
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku AKP’ê dest daniye ser, pere bi awayekî organîze diçe ji Trabzon û Kayseriyê re. -
DYA li Başûr û Iraqê kete dewrê
Nûnerê Taybet ê DYA yê Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Brett McGûrk tevî heyetekê li Hewlêrê serdana Nêçirvan Barzanî û Kûbat Talabanî kir. -
Du kolber li Merîwanê birîndar bûn
Li Merîwanê, ji ber ku hêzên rejîmê rê girtine, ji kolberên ku di rêyên alternatîf re derbas dibin 2 kolber li kendêl wer bûn û bi giranî birîndar bûn. -
Girtiyekî din li Zindana Sine hate kuştin
Rejîma Îranê, çalakgerên ku di xwepêşandanên gel de girtiye dikuje. Li Girtîgeha Sİneyê girtiyê bi navê Hisên Qadirî hate kuştin. -
‘Berxwedana xwerêveberiyê dijmin asê kir’
Ji bo salvegera 3’yan a damezirîna YPS’ê şervanên ku di berxwedaniya xwerêveberiyê de cih girtibûn ji ajansa me re axivîn. -
Qesra Kayme hildiweşe
Qesra Kayme ya dîrokî ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye, hildiweşe. -
Dersim: Gerîla ji şer re her tim amade ye
Ji fermandarên HPG'ê Ûlaş Dersim got, eger dewleta Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, wê berxwedaneke mezin bibîne û destnîşan kir ku ev berxwedan jî wê dawî li faşîzma AKP-MHP'ê bîne. -
Di derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
Di derbarê Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ya derbarê operasyona nelirêtî ya Şaredariya Tûşba ya AKP’yî kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Koordîne weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya 14'ê Çileyê weşand ku li Girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate lidarxistin. -
Cenazeyê endamê YPS'ê Abûkan hate veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Yuksel Abûkan bi nasnav Dilsoz Tolhildan ku li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, piştî du salan ji aliyê malbatê ve hate rakirin û li Wanê hate veşartin. -
Li Kerkûkê şandeyeke Tirk a nepen!
Şandeyeke payebilind a Tirk ku hatî Kerkûkê li Walîtiya Kerkûkê bi endamên meclîsê yên Tirkmen û Ereb re rûdine. -
5 endamên Egîtîm-Senê li Wanê hatin binçavkirin
Li Wanê, polîsên Tirk avêtin ser malan û 5 endamên Egîtîm-Senê binçav kirin.