KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
15 rojên dawî li Bakur 29 leşker hatin kuştin
AKP û Erdogan ku sala 2017'an encama dixwestin nekarîn bi dest bixin, bi êrîşan dest bi sala 2018'an kirin. -
Kayaturk ê AKP'yî gef li welatiyê ji Wanê xwar
Li Balafirgeha Van Ferît Melenê, welatiyek li ber cezayê otoparkê yê lê hate birîn rabû. Parlamenterê AKP'yî Bûrhan Kayaturk jî li ser vê yekê gef li welatî û malbata wî xwar. -
'Ji bo rakirina tecrîdê divê CPT zextê li dewleta Tirk bike'
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Devrîm Bariş Baran diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd li derveyî qanûnên Tirkiyeyê û gerdûnî ye û xwest, CPT’ê ji bo tecrîd bi dawî bibe zextan li Tirkiyeyê bike. -
Yekgirtû ji hikûmetê vekişiya
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdisanê ji hikûmetê vekişiya. -
Dozgeriyê nedizanî cenaze hatine teşxîskirin!
Piştî ku mehek li ser rakirina cenazeyê 267 şehîdan ji Şehîdgeha Xerzan a li gundê Oleka Jor a li navçeya Tetwan a Bedlîsê re derbas bû û şûnde dozgerî bi malbatan re civiya. Îzahata dozgeriyê “Me ne dizanî cenaze hatine teşxîskirin” tirajî-komîk bû. -
Desteya Rêveber a Şengalê li dijî gefên li ser Efrînê daxuyanî da
Desteya Rêveber a Şengalê nerazîbûn li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê da û wiha got; “Bila her kes bizanibe Êzîdxan li pişta gelê Efrînê ye. Ji bo Efrînê tişta dikeve ser milê em em ê bikin.” -
Li Dersimê 30 herêm hatin qedexekirin
Li 30 herêmên cuda yên Dersimê 'herêmên ewlehiya taybet' hate îlankirin. -
Li Şirnexê tevgera helîkopteran
Li Şirnexa ku operasyonên artêşa Tirk didomin, tevgerekî zêde ya helîkopteran heye. -
Siyasetmedarê Kurd Mesût Ûysal wefat kir
Siyasetmedarê Kurd Mesût Ûysal, ku yek ji damezrînerên KNK'ê ye, duh li Belçîkayê wefat kir. -
Haydar Ergul hate binçavkirin
Edîtorê kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul hate binçavkirin. -
Ceza li mînaka 'Îskenderê Mezin' birîn
Dadgeriya Tirk gotina "Gelê Şaxê serî li ber Îskenderê Mezin jî netewand" a Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Botan weke gefxwarinê dît û 2 sal cezayê girtîgehê, 12 hezar û 775 TL jî cezayê pere lê birî. -
Çîroka Kurdan
Xakurkê di warê dîroka têkoşîna gerîlayan cihekî girîng e. Li her cihê ku çiya digihêjin hev, mirov dikare rastî bîranîneke gerîlayan were. Deng tên. Çiya di guhê me de dikin pistînî. -
'Pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo heye'
Xizmên şehîdan ên ji çar parçeyên Kurdistanê destnîşan kirin ku rojeva wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin, "Azadiya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn zarûriyet e." -
'Komên paramîlîter projeyeke MÎT'ê ye'
Li Wanê, bi navê Komeleya Welatparêzan karê li dijî Kurdan dewam dike. Li taxên bajêr komên çekdar digerin. Li gorî Botan ê HDP'yî ev yek projeyeke MÎT'ê ye. -
Bexda û Hewlêr têkildarî mijara balafirgehan li ser 6 bendan li hev kirin
Hewlêr û Bexda, li ser mijara balafirgehên li Başûrê Kurdistanê li ser 6 bendan li hev kirin. -
Xebatên yekîtiya netewî ya KNK’ê didomin
KNK, di çarçoveya xebatên yektîtiya netewî de çû serdana Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan. Di serdanê de lidarxistina kongreya netewî hate destgirtin. -
Li Amedê 18 kes hatin binçavkirin
Li Amedê di serdegirtinên malan de 18 kes hatin binçavkirin. -
KCD: Efrîn wê bi giyanê Kobanê bi ser bikeve!
KCD’ê nerazîbûn nîşanî gefxwarin û êrîşên AKP ên li dijî Efrînê da û diyar kir ku hewldana dagirkeriyê ew ê Tirkiyeyê têk bibe. -
'Li Girê Koordîneyê derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Girê Koordîneyê yê Çelêya bi ser Colemêrgê 11 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
HPG'ê şehîdên Çewligê bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 5 gerîlayên 19 û 21'ê Kanûna 2017'an li Çewligê şehîd bûn eşkere kir. -
Sewqiyata ber bi sînorê Efrînê didome
Artêşa Tirk a dagirker, ji bo Efrînê dagir bike sewqiyata leşkerî ya li sînorê Efrînê didomîne. -
Gerîla Brûsk: Baş e ku min dest bi vê rêwîtiyê kiriye
Gerîla Brûsk: Bi jiyana watedar a PKK'ê mirov dikarîbû li ber jiyana pûç a li ser me dihate ferzkirin rabûya. Ji ber vê yekê, her roj ji xwe re dibêjim, çi baş bû ku min dest bi vê rêwîtiyê kir. -
Berxwedana Xakurkê -1
Artêşa Tirk roja 14'ê Kanûnê dest bi hewldana dagirkirina herêma Xakurkê ya ser bi bajarê Diyana yê Başûrê Kurdistanê kir û vê hewldana xwe didomîne. -
Şemzînan: Artêşa Tirk neçar ma bireve
Ji Konseya Leşkerî ya HPG'ê Têkoşer Şemzînan, hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Xakurkê nirxand û got, ji ber çalakiyên xurt ên gerîla, artêşa Tirk neçar ma xwe vekişîne. -
Rejîma Îranê Kurdekî din bi êşkenceyê qetil kir
Rejîma Îranê bi hinceta ku beşdarî çalakiyên li welat bûye, ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir. Hat ragihandin ku ciwanê bi navê Kiyanûş Zendî yê di Girtîgeha Sine bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.