KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Wesayita ku fermandarê qereqolê tê de bû hate rûxandin'
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku wesayiteke leşkerî ya ku fermandarê qereqola Qozilî ya Bazîdê tê de bû hatiye rûxandin. -
Li Tîpa T ya Xarpêtê zext jî berxwedan jî didome
Li Tîpa T ya Xarpêtê zext û berxwedan didome. Girtî li bendê ne ku gel piştevaniye li wan bike. -
'Tembûra min êşa dilê min sivik dike'
Dayika Murvet Demîr diyar ku piştî 4 zarokên wê tevlî nava refên PKK’ê bûn û du zarokên wê şehîd ketine, dest bi nivîsandin û xwendina Kurdî kiriye. Dayik Demîr got, li ser her çar zarokên xwe yên gerîla stran çêkiriye. -
267 cenazeyên li Goristana Garzanê hatin revandin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Dîlan Bîngol a sala 2014'an di berxwedana Kobanê de şehîd ket jî di nav de, cenazeyên 267 gerîlayên HPG/YJA Starê û şervanên YPG/YPJ'ê ji gorê hatin derxistin û birin cihekî nediyar e. -
Ji malbatên Roboskiyê banga tevlîbûna salvegera 6’an a qetlîamê
Malbatên Roboskî bi armanca bîranîna salvegera komkujiya Roboskî, bi dirûşma “Ji Mereşê bigire heta Roboskiyê bila berpirsên hemû qetlîaman bê ronîkirin” banga tevlîbûnê li raya giştî kirin. -
Xwepêşandanên li Ranya dewam dikin
Çalakiya xwepêşanderên ku li dijî polîtîkayên hikûmetê li Ranye daketine qadan di roja 4’emîn de dewam dike. -
Tevgera Goran: Me daxwaza mudaxeleyek leşkerî ji Iraqê nekiriye
Parlemeterê Tevgera Goran Fayîq li ser daxuyaniyên ku Tevgera Goran ji bo mudaxeleyekî leşkerî daxwaz ji Ebadî kiriye wiha got: “Me ji bo mudaxeleyeke leşkerî ya ji bo herêma Kurdistanê daxwaz ji Iraqê nekiriye.” -
Li Hewlêrê gelek kes hatin binçavkirin
Li Hewlêrê gelek kes hatin binçavkirin ku endamên YNK'ê jî di nav de hene. -
"Platforma gendeliyê rawestîne" ya li Hewlêrê hate girtin
"Platforma gendeliyê rawestîne" ya li Hewlêrê, bi hinceta ku destûrnameya xwe nîne, ji aliyê hêzên asayîşê ve hate girtin. -
KCK'ê ji bo Başûrê Kurdistanê got: Çareserî demokratîkbûn e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, raperîna gel a li Başûrê Kurdistanê rewa û mafdar e û destnîşan kir ku divê daxwaz jî bi rêbazên meşrû bên ziman. KCK'ê bang li hemû hêzên siyasî kir ku bi berpirsyarî rabin. -
Raperîna li Ranyayê di roja çaremîn de ye
Li Ranyayê çalakiyên protestoyî yên li dijî hikumetê, di roja çaremîn de ye. -
Şaredariya Wanê Xiristiyanan dike hedef
Di bîlboardên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, Xiristiyan yekser weke hedef hatin nîşandan. -
Şaredariya Rihayê ya AKP'yî bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'yî, bi dehan parsêl erdê li du taxên li navenda Rihayê pêşkêşî firotinê kir. Îhaleya van erasên ku buhayê wê 100 milyon TL ye, wê di 21 û 28'ê Kanûnê de were kirin. -
Nûçegihana MA’yê Seda Taşkin hate binçavkirin
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Seda Taşkin li Mûşê di dema şopandina nûçeyê de hate binçavkirin. -
Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî
Li bejahiya Çiyayê Bagokê sewqiyatekî leşkerî heye. -
Silêmanî ketiye bin dorpêça asayîş û hêzên ewlehiyê
Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestokirina hikumetê didome. Li Silêmanî li gelek cihan hêzên asayîşê û ewlehiyê hatin bicihkirin. Li Qeladizê jî qaymaqam îstîfa kir û tevlî nav refên xwepêşanderan bû. -
Çira Tv: Em bi rêzdarî Rizgar Adanmiş bi bîr tînin
Çira Tv’yê ji bo rojnamevan Rizgar Adanmiş ê ku li Dêrazorê dema pêşveçûnên li herêmê dişopand û di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûbû û piştî tedawîkirinê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Leşkeran girtin ser gundên Amedê: 6 kes hatin binçavkirin
Li gundên Çinar û Bismilê yên bi ser Amedê leşkeran girtin ser gundan û H. Abdruhman Şîmşek ê 70 salî jî tê de, 6 kes binçav kirin. -
Li Helepceyê ji bo xwepêşanderên şehît 3 rojan şîn hate îlankirin
Waliyê Helepceyê ragihand ku wan ji bo xwepêşanderên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, 3 rojan şîn îlan kirine. -
Protestoyên li Ranyayê didome
Tê gotin ku xwepêşanderan li Ranyayê buroya Tevgera Goranê şewitandine. -
Goran û Komel ji hikumetê vekişiyan
Tevgera Goran û Partiya Komeleya Îslamiya Kurdistan biryar girtin ku ji hikumetê vekişin. -
Li Bazîdê çalakiyên sûîqestê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên sûîqestê yên li navçeya Bazîd a Agiriyê hatin kirin, daxuyaniyek da. -
Tevgera Azadî: Rewabûna desthilatdariyê nemaye
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan pêşnûmeyek ji 4 xalan pêk tê eşkere kir. -
Li Gimgimê 9 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Gimgimê avêtin ser malan û rêveberên berê yên HDP û DBP'ê jî di navê de 9 kes binçav kirin. -
Gelê Ranyayê îro jî daket qadan
Li Ranyayê ku duh 6 kes hatin kuştin, îro danê sibehê xwepêşandanan dîsa dest pê kirin. Esnafan dikan girtin. Di xwepêşandanan de êrîş tên şermezarkirin.