KURDISTAN
Endamê Konseya Rêveber a PJAK'ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku li Îranê valahiyeke hêzê ya gengaz wê karibe ji bo vejîna sîstemeke demokratîk zemînê biafirîne û got, weke hêzeke girêdayî îradeya gel em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne.
HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.”
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga 'vegerê' ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, "Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere."
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayên bi navê Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûne û got, “Bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin.”
Hemû Nûçe
-
-
Çiyayê Tendurekê tê bombekirin
Leşkerên Tirk û cerdevanên li gundê Taşkesand ê Giyadînê bi cih bûne, bi obus û hawanan bombeyan li Çiyayê Tendurekê dibarînin.
-
Kekê wan jî li kanê miribû
Abdûrrahman û Omer Tûnç ku birayên hev in, li Şirnexê li kana komirê de jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku kekê wan jî sala 2009'an ji ber hilweşîna kanê miribû.
-
Arslan: Em siyasetê bi piştgiriya civakî dikin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan da xuyakirin ku li dijî operasyona qirkirina siyasî ya ji ailyê AKP'ê ve tê meşandin, ew tevî gel têkoşînê bi rêxistin dikin û hevserokên di kongreyên Mûş û Cizîrê de hatin hilbijartin weke mînak nîşan da.
-
Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan: Dema ku me biryara vegera li Kurdistanê da, ji xwe komeke me li Dersimê hebû. Endamên komê di dema betlaneyê de ji bo ciwanan tevlî komê bikin, dixebitîn.
-
-
-
-
Li Agiriyê çalakiya gerîla
HPG'ê ragihand ku stasyona bazê, gelek konteynir û cîhazên radarê yên artêşa Tirk ên li Agiriyê hatine rûxandin.
-
-
-
Encamnameya civîna Rêveberiya Giştî ya Êzîdiyan
Di encamnameya civîna salane ya Rêveberiya Giştî ya Êzidiyan de hat destnîşankirin ku divê rêveberiya îdarî ya Şengal a xweser bê qebûlkirin û bang li civaka Êzidî hate kirin ku li cih û warên xwe vegere.
-
-
-
-
-
-
-
-
Xizmên windayan aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn
Çalakiya 460’an a xizmên Windayan a bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin” ku her hefteyê tê lidarxistin vê hefteyê jî pêk hat. Di çalakiya de aqûbeta Mehemt Ertak ê di 20’ê Tebaxa 1992’an de di bin çavan de hate windakirin hat pirsîn.
-
-
-
-
-