KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dîmenê helîkoptera Skorsky a hate xistin
Gerîla TV dîmenê helîkoptera bi tîpa Skorsky weşand ku di 10'ê Tîrmehê de li Girê Baharê hate xistin. -
Dîmenê çalakiya li Amediyê
Dîmenê çalakiya li derdora gundê Kanê yê Amediyê hate weşandin, ku ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ve li hemberî qemyoneke ji alavên leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hate lidarxistin. -
KCK'ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî
KCK'ê got, "Di vê demê de ku em Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr tînin, êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê û xiyaneta hevkariya êrişan şermezar dikin, bang li gelê xwe dikin ku li dijî xiyanet û dagirkeriyê rab berxwedana topyekûn." -
'Divê em xwepêşandanan li dijî dagirkeriyê bikin'
Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker berdewam e. Endam û alîgirên Partiya Komunîst a Kurdistanê li ser vê rewşê fikarên xwe anîn ziman û gotin: "Dewleta Tirk xwedî zihniyeteke dagirker e û çavê wê li her derê cîhanê ye da ku dagir bike." -
Cenazeyê rojnamevanê Çira FM'ê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê cangoriyê çapemeniya Êzidxanê Mirad Mîrza bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
KCK: Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin, teqez wê dijmin têk biçe!
KCK: Li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’ê, divê mirov bi ruhê 14’ê Tîrmehê bisekine. Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê bi topyekûn li ber xwe bidin, teqez wê dijminê qirker û mêtinger têk biçe. -
Rojnamevanê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Rojnamevan Mirad Mîrza ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de birîndar bû, şehîd ket. -
'Elî Kanîroj û hevrêyên wî heqîqet û azadî nîşan dan'
Fermandarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Elî Kanîroj û Xemgîn Amed, Helgûrt Bagok ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin bîranîn. -
Nexweşê penceşêrê Zulkuf Atay hat binçavkirin
Zulkuf Atay ê ku ji ber penceşêra kolonê kemoterapiyê dibîne, bi hinceta ku dema taloqkirina cezayê wî ya 6 mehan bi dawî bûye hat binçavkirin. -
Li Çiyayê Bagokê êrîşa dagirkeriyê destpê kir
Dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Çiyayê Bagokê operasyon da destpêkirin. -
PKK: Roj roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye!
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Roj roja li ser Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê berxwedan û serketina li dijî êrîşên AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ye. Roja girtina rêya dagirkerî û îlhaqa faşîst-qirker û roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye.” -
Kampa Aştî ya li Erbetê bi temamî hate girtin
Kampa Aştî ya li navçeya Erbet a Silêmaniyeyê ku piraniya koçberên lê bûn Şengaliyên di dema fermanê de koçber bûbûn, hate girtin. Di daxuyaniya çapemeniyê de hêvî û bendewariya ji bo girtina kampên li Dihokê hate bilêvkirin. -
Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çalakî kir
Li bajarê Hewlêrê beşek ji endam û kadroyên Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xwepêşandan lidar xistin û banga pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk kirin. -
Êrişên dagirkeriyê yên Tirk: Şandeyeke payebilind a Bexdayê li Hewlêrê ye
Hikumeta Bexdayê ku êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir, şandeyeke ewlekariyê ya payebilind ji bo lêkolînkirinê şand Başûrê Kurdistanê. -
Çalakiyên ji bo bîranîna 14'ê Tîrmehê: Helîkoptereke Skorsky hate xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorksy û 2 drone hatin xistin, derb li konteynirek û konekî hate xistin. -
Gerîlayan helîkopterek xistin
Li Girê Baharê helîkoptereke artêşa Tirk a dagirker hate xistin. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê ragihand ku 2 gerîla 4'ê Hezîranê li Wanê şehîd bûn û got, "Bi canê xwe nîşan dan ku sekn û berxwedana bi milîtaniya fedaî ya Apoyî divê çawa be." -
PDK'ê 3 rojnamevanên êrişên dagirkeriyê dişopandin revand
Ajansa Medyayê ya Zoom ragihand ku nûçegihana wan Hejîn Fetah, kameraman û ajokarê pê re hatin revandin. -
Li Deriyê Sînor ê Serzêrê veguhestina leşkerî
Dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkeran derbasî Başûrê Kurdistanê dike. -
Yekîneya Tolhildanê li Amediyê û Bamernê li dagirkeran xist
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku wan wesayita leşkerî û kamyona dewleta Tirk a dagirker ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê teçhîzatên şer vediguhest xistine û wesayîta leşkerî îmha bûye. -
Desteya Eşîran a Şengalê li dijî dagirkeriyê daxuyanî da
Desteya Eşîran a Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da. Desteyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew ku herêmê vale bike û veguherîne qadeke leşkerî. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Arvîn Huseynî hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Arvîn Huseynî (Dilsoz Gabar) ku li Şirnexê şehîd bû, li goristana bêkesan hate veşartin. -
Xelkê Behdînanê li dijî dagirkeriyê serî hilda
Li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê gel li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû ser piyan. -
Rojnamevan: Li dijî êrişên dewleta Tirk divê tedbîr bêne wergirtin
Rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên li Şengalê êrişa dewleta Tirk a li Şengalê ya li ser wesayita çapemeniya azad şermezar kriin û ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê yên rojnamevanan bang kirin. -
Rahîb Joe Ryan: Abdullah Ocalan lîdereke ku îlham dide mirovan
Yek ji rahîbên teqawid ê Serpîskopostiya Westminster a Londonê Joe Ryan diyar kir ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham dide mirovan. Ryan nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got: “Ev tiştekî ne mirovî ye.”