KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘22’yê Nîsanê roja bilindbûna dengê gelê Kurd e’
22’yê Nîsanê Roja Rojnemevaniya Kurdî ye. Rojnamevanên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kirin. -
Bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanan hat kirin - HATE NÛKIRIN
Li Çewlig, Amed, Êlih, Şirnex û Colemêrgê bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne, hatin ziyaretkirin. -
Malbata Şenyaşar di cejnê de jî li ber edliyeyê ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, roja yekem a Cejna Remezanê jî li ber edliyeyê bû. -
Bi sedan kes li Mahabadê berê xwe dan gorên çalakvanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Bi sedan kesan li Mahabadê di roja destpêkê ya cejna Remezanê de, serdana gorên çalakvanên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin. -
HPG: Çekek Topê ya 57'an hate îmhakirin
Di şer de ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker qewimî, çekek topê ya 57'an hate îmhakirin. -
Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana gora Vedat Aydin
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi wesîleya cejnê çûn serdana gora Serokê Giştî yê HEP'ê Vedat Aydin ku di sala 1991'an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin. -
KON-MED: Cejna Remezanê li alema Îslama Demokratîk pîroz be
KON-MED'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Remezanê li tevahiya Cîhana Îslama Demokratîk pîroz kir. -
Şêniyên Mexmûrê cejna Remezanê pîroz kirin
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê serdana goristanê kir û piştre cejn li hev û xizmên xwe pîroz kir. -
Li Ranya, Kerkûk û Mexmûrê serdana goristanên şehîdan hat kirin
Li Ranya, Kerkûk û Mexmûrê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan hate kirin. -
Bahoza Bazarcixê: Du kesan jiyana xwe ji dest da, 150 kes jî birîndar bûn
Ji ber bahoza li Bazarcixê rabû, 2 kesan jiyana xwe ji dest da, herî kêm 150 kes jî birîndar bûn. -
Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
Li Bazarcixê şilî bariya, bahoz rabû. Ji bo mexdûrên erdhejê ku zirar ji bahoz û şiliyê dît, maseyeke krîzê hat danîn. -
HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 86 caran hatin bombekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 18 û 19'ê Nîsanê de qadên berxwedanê 86 caran hatine bombekirin. -
Şêniyên Wanê ji ber buhayên zêde nikarin danûstendina ji bo cejnê bikin
Şêniyên ku beriya Cejna Remezanê danûstendinê destvala vedigerin malên xwe diyar kirin ku berpirsyarê krîza aborî Erdogan û hikûmeta AKP-MHP'ê ye. -
Malbata Şenyaşar: Desthilatdarî li ber têkçûnê ye, em li benda 14’ê Gulanê ne
Malbata Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê dewam dikin gotin, "Desthilatdariya ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye. Em li benda 14’ê Gulanê ne." -
YRK: Li Pêncwînê windahiyên me çênebûye
Fermandariya YRK'ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a 15'ê Nîsanê ya li herêman Pêncewînê daxuyaniyek da û diyar kir ku di vê êrîşê de berevajî îdîayan, ti windahiyên wan çênebûye. -
Çarşema Sor li Şengalê bi coş hate pîrozkirin
Cejna Çarşema Sor li Şengalê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. -
KCK'ê Cejna Remezanê pîroz kir
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Remezanê pîroz kir û xwest bibe wesîleya azadî, edalet û wekheviyê. -
Rengîn Botan: Hevalê Fazil pêşengê pêvajoyên herî krîtîk bû
Rengîn Botan ji bo şehîd Fazil Botan got, "Di demên herî krîtîk ên têkoşîna me de pêşengî ji şer re kir. Li dijî dagirkerî û tasfiyekariya navxweyî bû pêşengê pêngava 1'ê Hezîranê. Di operasyona Zapê ya 2008'an de, kir ku artêşa Tirk neçar bimîne bireve." -
KCK’ê li hemberî provokasyonên dewleta Tirk hişyarî da
Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştî ku Huseyîn Turelî li Duhokê hate qetilkirin daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser ser di pêvajoya hilbijartinê de provokasyonên dibe ku dewleta Tirk bike. -
KESK: Têkoşîna Emîne Şenyaşarê ji bo kesên ji bo aştiyê têdikoşin mînak e
Berdevkê Serdemê yê Platforma Şaxê KESK'ê ya Îzmîrê Veysel Beyazadam, li ber Edliyeya Rihayê bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê û got: “Têkoşîna Emîne Şenyaşarê ji bo hemû kesên ji bo aştiyê têdikoşin mînak e.“ -
KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku welatparêzê Kurd Huseyîn Tûrelî êvara 17'ê Nîsanê li Dihokê ji aliyê MÎT'ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye qetilkirin. -
Şehîdên ked û demokrasiyê li Mexmûrê hatin bîranîn
Şehîdên ked û demokrasiyê Ehmed Mijinî û Sofî Emîn Mijinî li Mexmûrê hatin bîranîn. -
Heyva Sor a Kurdistanê encamên kampanya 'Rojhilat ne bi tenê ye' ragihand
Heyva Sor a Kurdistanê encamên kampanya alîkariyê ya ji bo serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ragihand û diyar kir ku bi giştî bi 77 hezar û 750 Euro alîkarî ji mexdûran re hatiye şandin. -
Agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin
HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin." -
YBŞ'ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir: Em ê her cejnê veguherînin têkoşîna azadiyê
YBŞ'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û ji bo parastina destketî, ol û nirxên xwe bang li civaka Êzidî hemûyan kir ku tifaqa xwe xurt bike. YBŞ'ê her wiha destnîşan kir ku wê her cejnê veguherînin têkoşîna azadiyê û afirandina jiyaneke azad.