KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK'ê Çarşema Sor pîroz kir
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê, Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir. -
Karayilan: Tifaqa AKP'ê tifaqa diz û kujeran e!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku ti eleqeya kiryarên AKP'ê bi mirovahiyê, Îslamiyetê û hiqûqê re nîne û got, tifaqa ku AKP serkêşiyê jê re dike tifaqa diz û kujeran e. -
‘Qîrîna dêya min a ji bo edaletê li kuçeyên Rihayê olan dide‘
DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk li ber Edliyeya Rihayê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenşayarê. -
Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat destgîrkirin
Hevşaredara Cizîrê Berivan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, hat destgîrkirin. -
Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê: Kujerê Turelî endamê AKP-MHP'ê ye
Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî şermezar kir û bang li rayedaran kir, ku pêşî li van bûyerên kuştinê bigirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kujerê Turelî, endamê AKP-MHP'ê ye. -
YNK'ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ku baregehên Tirkiyeyê anîne Duhok û Hewlêrê
YNK'ê bersiv da Mesrûr Barzanî û destnîşan kir ku xakfiroş ew kes in ku hiştine Tirkiye li Hewlêr û Duhokê bi sedan baregehên leşkerî ava bike. -
Çeperên berxwedanê ji bejahî û hewayî ve hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker di 17 û 18'ê Nîsanê de li Girê FM, Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên berxwedanê 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir. -
Huseyîn Turelî li Duhokê di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Duhokê, welatparêz Huseyîn Turelî di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. -
Şêniyên Mexmûrê serdana şîna Şehîd Fîraz Zîlan kirin
Şêniyên Mexmûrê serdana şîna ku ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Fîraz Zîlan hatî danîn, kirin. -
Kalkan: Ev dewlet divê êdî ji holê bê rakirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst ji dema avabûna dewletê û vir ve heye. Tirkiyeya sedsala duyemîn divê êdî ne bi vî rengî be. Ev dewlet divê êdî ji holê bê rakirin. -
3 şehîdên HPG’ê yên nasname diyar, li goristana bêkesan hatin veşartin
Cenazeyên sê gerîlayên HPG’ê, li gel ku nasnameyên wan diyar bûne, bêyî haya malbatên wan pê bixin, li goristana bêkesan veşartin. -
Li Girtîgeha Bolûyê berdana 12 girtiyan hate astengkirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê berdana girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de ne, hate astengkirin. 12 girtî ji ber ku ‘poşmaniyê’ qebûl nakin, nayên berdan. -
Bi çekên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê. -
Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
Li navçeya Ebexê ya Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya. -
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Selîm Esmer hat kirin
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG‘ê Selîm Esmer ê ku di 25’ê Gulana 2017’an de di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû. -
'Şengal a Xweser û Iraq a Demokratîk du rastiyên bi hev ve girêdayî ne'
Di encamnameya Kongreya 5'emîn a MXDŞ'ê de işaret bi Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser hate kirin û hate ragihandin, ku Şengal a Xweser û Iraq a Demokratîk du rastiyên esasî ne ku bi hev ve girêdayî ne. -
Li Hezexê zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Hezex a Şirnexê di serdegirtina malan de ku ji aliyê polîsên Tirk ve hat kirin de zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker 24 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 24 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
HPG: Mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin ku nayê jibîrkirin." -
Malbat ji bo Gorgun ê hatî înfazkirin serî li ÎHD’yê da
Malbata Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan ku li Mêrdînê hat înfazkirin û ji aliyê rayedarên Tirk ve weke “endamê PKK’ê” hate nîşandan, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. -
Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dawî bû
5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi erêkirina Peymana Civakî û piştî hilbijartinan bi dawî bû. -
Kongreya Rêveberiya Xweser: Parastina Şengalê, parastina Rêber Apo û Kurdistanê ye
Di kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê de, peyam û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Êzîdiyan hatin xwendin. -
Li Şengalê Kongreya Rêveberiya Xweser dest pê kir
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm di Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê de got, “Peymana 9’ê Cotmehê bi sekna fedaî ya civaka Êzidî û gelên Ereb têk çû.” -
HPG: Dagirkeran 34 caran êrîşî çeperên berxwedanê kirin
Artêşa Tirk a dagirker 34 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve bombe kir. -
CPT: Li Şêladizê 2 kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin
CPT’ê ragihand ku 2 welatiyên Şêladizê ku cenazeyên wan hatine dîtin, di encama bomberabana balafirên şer yên dewleta Tirk de hatine qetilkirin.