KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Akengîn ê HDP'î: Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûstafa Akengîn li ser ewlehiya dengdanê axivî û got, "Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve." -
Êrîşa dewleta Tirk li Ranyayê hate protestokirin
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balafirgeha Silêmaniyê, li Ranyayê hat protestokirin. -
Baroya Agiriyê der barê ‘întîxara’ li emniyeta Bazîdê rapor amade kir
Baroya Agiriyê der barê Ahmet Bûgrûr ê ku tê îdîakirin li Emniyeta Bazîdê întîhar kiriye, raporek amade kir û bal kişand ser şopên êşkenceyê. -
Li Sûrê vekirina buroya hilbijartinê: Em ê hesaba Dayika Taybet bipirsin!
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Amedê Abbas Şahîn got, “Çawa ku em vekirina buroyên xwe zêde dikin, dest bi amadekirina valêzên xwe dikin! Em ê hesaba Dayîka Taybet û hemû êrîşan bipirsin.” -
Mexmûriyan êrîşa dewleta Tirk a li Silêmaniyê şermezar kirin
Xwendevan û şêniyên li wargeha Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar kirin. -
HPG: Êrîşên dagirkeran bê navber didome
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. -
Namzet Duşunmez: Rojeva min a sereke bidawîkirina tecrîdê ye
Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Onur Duşunmez diyar kir ku rojeva wî ya sereke wê têkoşîna li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. -
HPG'ê gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em careke din soz didin ku bêhesab li ser rêya azadiyê ya şehîdên xwe yên qehreman bimeşin." -
Li Heskîfê jineke 77 salî hate qetilkirin
Li navçeya Heskîfê ya Êlihê ciwanekî bi navê Eyup Yel piştî ku Emîne Tûnç a 77 salî qetil kir, dawî li jiyana xwe anî. -
Gorgun û Kahraman ên hatin înfazkirin, bi merasîmekê hatin veşartin
Bavê 8 zarokan Lokman Gorgun û xwarziyê wî yê gerîla Mûsa Kahraman ên li Mêrdînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyên wan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Atasoy: Hevgirtina di pêvajoya erdhejê de wê veguherînê bi xwe re bîne
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy têkildarî bandora erdhejê ya li ser hilbijartinên 2023'yan got, "Têkilî û hevgirtina ku me di dema erdhejê de pêk anî, bêguman wê guhertin û veguhertinên cuda bi xwe re bîne." -
Fermandarekî kedkar û fedaî
Fermandarê HPG'ê Serhed Tolhildan bi dilnizmî, wêrekî û fedaîtiya xwe dihate naskirin. Weke şervanekî heqîqetê ji bo jiyaneke azad heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya. -
'Xelkê Wanê wê îradeya xwe nîşan bide'
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn destnîşan kir ku xelkê Wanê li gel astengiyan hemûyan jî li Newrozê îradeya xwe nîşan da, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û got, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de jî wê vê îradeyê nîşan bide. -
Li Silêmaniyê li dijî êrîşa dewleta Tirk meşek girseyî hat lidarxistin
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser balafirgeha Silêmaniyê, meşek girseyî hate lidarxistin. -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd şitil hatin çandin
Li Cizîrê bi wesîleya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. -
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê di 8'ê Nîsanê de carekê bi çekên qedexekirî bombe kir. Ji bejahî û hewayî ve jî 85 caran êrîş kir. -
Reûf ê YNK’yî nerazîbûn nîşanî PDK’ê da
Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya YNK’ê Burhan Reûf bertek nîşanî rayedarên PDK'ê yên ku ji êrîşên dewleta Tirk re hincet dibînin da û diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşan bi awayekî dîplomatîk, siyasî û hiqûqî bersivê bidin dewleta Tirk. -
Asya Gezer: Ez ê ji bo girtiyan bixebitim
Xwişka Garîbe Gezer Asya Gezer ku li Mêrdînê bernamzeta parlmenteriyê ya Partiya Paşerojê ya Kesk û Çepe got, "Armanca min ew e ku ji bo girtiyan bixebitim, şert û mercên girtîgehê biguherin." -
Xelkê Erdîşê: Em ê heta serketinê bixebitin
Şêniyên Erdîşê diyar kirin ku li hemberî têkoşîna gelê Kurd ti desthilatdariya faşîst nikare li ser piyan bisekine û gotin, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wê ji bo serketina Partiya Çep a Kesk bixebitin û li bajêr hejmara dengê xwe bikin du qat. -
Şandeya Iraqê bi Bafil Talebanî re civiya
Şandeya Iraqê ya ku ji bo lêkolînkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Navneteweyî çûye Silêmaniyê, bi Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî re civiya. -
Xelkê Silêmaniyê bersiv da banga KCK'ê: Sibe wê xwepêşandan bê lidarxistin
Li hember êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê, komek welatiyên Silêmaniyê banga xwepêşandanê kirin û gotin, “Em ê li dijî van êrîşan rabin.” -
KNK’ê êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir
KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê da û bang li NY, YE û hêzên demokrasîxwaz kir ku li dijî vê êrîşê rabin. -
Li Şirnexê civîna gel: Em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin
Li Şirnexê civîna gel hate lidarxistin. Di axaftinên civînê de gotin, “Heta tecrîda li ser Ocalan bidome ne pêkan e ku kesek bibêje em azad in.” -
Konferansên li Hambûrgê bi 23 atolyeyan dewam dikin
Di konferansên "Dijberiya Modernîteya Kapîtalîst" de yên ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tên nîqaşkirin, 23 atolye hatin lidarxistin. -
Ji bo 4 zozanên gundên Geverê biryara 'qedexe' hat dayîn
Ev 37 roj in dorpêça leşkerên Tirk a li gundên Geverê berdewam dike, li gelek zozan û mêrgên gundên Soryan, Bilinbasan, Avyan û Golegîrî ya navçeyê "bi hinceta operasyonê" hatin qedexekirin.