KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PKK: Em ê xwedî li bîranîna fermandarê mezin Fazil derkevin
PKK'ê ragihand ku yek ji pêşengên tevgera azadiyê û têkoşîna gerîla Fazil Botan şehîd bûye. PKK'ê got, "Wê weke hevrêyekî welê bê bîranîn ku her şaneya xwe tevlî rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û PKK'ê kiriye." -
Besê Hozat: Biryara rawestandina çalakiyan wê heta hilbijartinê dewam bike
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê ya ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku wan biryar dane biryara rawestandina çalakiyan heta dawiya hilbijartinê dewam bike. -
Delegasyona Navneteweyî: Ji bo demokratîkbûnê divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê Abdullah Ocalan divê teqez azad bibe û diyar kir ku tecrîd bandorê li girtiyan hemûyan û muxalefetê jî dike. -
Malbata Şenyaşar: Wê desthilatdarî li Rihayê derbeke giran bixwe
Malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de yegot “Li her dera Tirkiyeyê dengê AKP’ê kêm dibe û wê derba herî giran li Rihayê bixwe.” -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker 28 caran êrîş kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 26'ê Adarê 28 caran êrîşî qadên berxwedanê yên gerîla kiriye. -
Karayilan: Her Kurdek divê ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd bixebite
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bang li Kurdan kir ku ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd bixebitin û got, "Em ruhê şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê şad bikin û Kurdistana Azad ava bikin. Ya ji me tê xwestin ev e." -
Li Pirsûsê serdegirtina malan: 12 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtina malan de ku li dijî endamên HDP û DBP'ê hatin kirin, 12 kes hatin destgîrkirin. -
Leşkeran şeş gundên Cizîrê 10 roj in dorpêç kirine
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şeş gund bi hinceta 'îxbarê' 10 roj in ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin. -
'Divê li her derê fikrê Rêber Apo şîn bibe'
Ciwanê Êzidî Dexîl Xwedêda diyar kir ku sala 2014’an ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bûn û got: “Me bi fikirên Rêber Apo xwe zane kiriye û em xwe perwerde jî dikin.” -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Felat Rêhat li Mexmûrê konê sersaxiyê hat danîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, ji bo gerîlayê HPG'ê Fêlat Rêhat ê li gel çar hevalên xwe li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn. -
Bereya Piştevaniya Rojava li ser komkujiya Cindirêsê bang li qada navneteweyî kir
Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re komkujiya Cindirêsê şermezar kir û got: “Êdî gelê Kurd vê rewşê qebûl nake, divê hêzên hevpeyman, welatên Rojava, hemû azadîxwaz piştgirî bide xelkê Rojavayê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike derxîne.” -
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hat rawestandin
Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê, hat ragihandin ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hatiye rawestandin. -
Zarokê ku êşkence lê hate kirin 3 polîsên êşkencekar teşhîs kir
Y.D. ê 14 salî ku li navçeya Licê ya Amedê di 21'ê Adarê de êşkenceyeke giran lê hate kirin û ew avêtin nava çiravekê, 3 polîsên êşkencekar teşhîs kir. -
Li Geverê dorpêç û talana leşkeran dewam dike
Hêzên dewleta Tirk gelek gundên bajarokê Bajêrge yê navçeya Geverê ya Colemêrgê dorpêç kirin, deriyên malan şikandin û darên fêkî yên gundiyan birîn. -
Artêşa Tirk a dagirker 59 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 59 caran ji hewayî û bejahî ve êrîşî çeperên berxwedanê kir. -
'Serdana Sûdanî ya li Tirkiyeyê wê bandorê li gelê Iraqê neke'
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku serdana Sûdanî ya li Tirkiyeyê wê ti bandorê li ser gelê Iraqê neke, ji ber ku ji sedî 75’ê xelkê Iraqê li dijî hebûna dewleta Tirk a li Iraqê ye. -
Li Xaneqînê erd hejiya
Li herêma Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê bi 3.1 pileyî erd hejiya. -
NPG: Di her şert û mercî de em ê li ser şopa xeta şehîdan bin!
Fermandariya Biryargeha NPG'ê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî pîroz kir û got, "Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de bi bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku li ser şopa xeta şehîdan bin." -
'Tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare gel ji pirsgirêkan rizgar bike'
Endamên sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, tecrîdkirina civakê ye û gotin: “Tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare gel ji pirsgirêkan rizgar bike.” -
Debara malbata xwe bi xwedîkirina sewalan pêk tîne
Li Wanê ku yek ji bajarên herî zêde ji ber krîza aborî bandor bûye, zehmetiya wê ya herî mezin jin dijîn. -
Jiyanek ji bo azadiyê
Sîdar ku ewladekî leheng ê Serhedê bû, bi h esta mezin a tolhildanê li herêma Botanê têkoşiya. -
'Meşaleya Newrozê wê ti carî venemire'
Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku meşale û agirê Newrozê wê ti carî venemire û gotin, li dijî Dehaq ên zalim ên vê serdemê wê ala azadiyê her li ba be. -
Xizmên Windayan ji bo Kursep û Tekçî hatin ba hev
Xizmên Windayan li Amed û Êlihê aqûbeta Zeynel Kursep û Nezîr Tekçî pirsîn. -
Dagirker bênavber êrîşî çeperên berxwedanê dikin
Artêşa Tirk a dagirker bênavber bi balefir, helîkopter, obus, tank û çekên giran li çeperên berxwedanê dixin. -
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê 5 gerîlayên ku şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevrêyên me bi berxwedana xwe ya dîrokî bûne nûnerên meşa azadiyê.”