KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ferît Şenyaşar: Îbadet û rojiya zaliman nayê qebûlkirin
Ferît Şenyaşar a ku tevî dayika xwe Emîne şenyaşar ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin li Rihayê di Nobeta Edaletê de ye got “Kesên bûne şirîkên vê zilmê, ne îbadeta wan û ne jî rojiya wan nayê qebûlkirin.” -
Li Amedê qirkirina siyasî: 66 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de, rojnamevan jî di nav de herî kêm 66 kes hatin destgîrkirin. -
Bazyanî: Pêwîste hikumeta herêm faîlên Enfalê nehewîne, lê darizîne
Mamosteyê Ayînî Dr. Samal Bazyanî got, "Yên ku xizmên me Enfal û bi saxî bin ax kirin, îro li herêma Kurdistanê bicih bûne, xwedî îmtiyaz in û ji beriya xizmên qurbaniyên Enfalê mûçe werdigirin." -
Li Amedê rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin
Li Amedê rojnameger Kadrî Esen û Alî Koçer jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Li Kerkûkê ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê pêşangehek hat vekirin
Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê û bi taybetî nîşandayina êşa hatî kişandin pêşangehek a wêneyan hat vekirin. -
Li girtîgeha Amedê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
Girtiyên di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de li dijî îşkence û binpêkirinên mafan ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin û bang li rêxistinên civaka sivîl kirin. -
Qurbaniyên qirkirina Enfalê hatin bibîranîn
Qurbaniyên ku di pêla qirkirinê ya bi navê “Enfal” de ku ji aliyê rejîma Seddam ve li dijî Kurdan hat rêvebirin jiyana xwe ji dest danî li Başûrê Kurdistanê bi merasîman hatin bîranîn. -
Nobeta Edaletê ya li Amedê 150 roj li pey xwe hişt
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan ku bi armanca serbest berdana wan dabûn destpêkirin di roja xwe ya 150’an de didome. -
Kuştina li girtîgehan û zextên li ser HDP'ê li Wanê hatin şermezarkirin
Rêxistina HDP'ê ya Wanê, operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî partiya wan û êşkenceya li girtîgehan şermezar kir. -
Li Hezexê 2 zarok birîndar bûn
Li Hezexê, ji ber teqîna cismekî li nêzî qereqola jendermeyan 2 zarok birîndar bûn. -
Li Giyadînê operasyona qirkirinê: 5 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin. -
Malbata Şenyaşar: Rojekê ew ê bêne darizandin
Malbatan Şenyaşaran a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin kuştin li Nobeta Edaletê dewam dike wiha got: "Ên ku ev bêedaletî kirine helbet wê rojekê bêne darizandin." -
Hesîb: Desthilata Başûrê Kurdistanê bêrêziyê li xwîna qurbaniyên Enfalê dike
Çalakvanê Sivîl û Nivîskar Hêmin Hesîb qurbaniyên Enfalê bibîr anî û got, "Desthilata Kurdî ya li herêma Kurdistanê bi hewandina tawanbarên jenosîda Kurdan li hemberî xwîna qurbaniyên Enfalê bêrêzî dike." -
KCD'ê nerazîbûn nîşanî tecrîdê û êşkenceya giran da
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya giran da. -
Li kampa Çemişko şewat: Ciwanekî Êzidî jiyana xwe ji dest da
Li kampeke penaberan a li herêma Duhokê, agir bi konan ket. Di encamê de ciwanekî Êzidî jiyana xwe ji dest da. -
Heqê rê yê Wan-Colemêrgê ji sedî 100 zêde bû
Heqê rê yê Wan-Colemêgê di nava çar mehan de sê caran zêde bû. Bilêta ku bi 50 TL bû, niha bûye 100 TL. -
Şerda Mazlûm Gabar: Em ê şerê gel ê şoreşgerî hîn bi xurtî bimeşînin
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku ew bi biryar in, Sala 50'emîn a PKK'ê bikin sala serketinê û got, "Sala 2022'an hêzên me yên gerîla li çiyê, bajar, deştê, havîn, zivistanê bi rengê kûantûmîk li ber xwe bidin. -
Xwişka çar şehîdan: Tevlî kampanyaya 'Edalet ji bo Kurdan' bibin
Xwişka 4 şehîdan Sêwan Kakemend bang li her kesî kir ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê tevlî kampanya 'Edalet ji bo Kurdan' bibin. -
Dozgerê nijadperest daxuyaniya têkildarî Ekîn Wan jî sûc hesiband
Dozgerê Komarê yê Mûşê Serhat Çaylak ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve bi nêzîkatiyên MHP'ê balê dikişîne ser xwe. Dozgerê ku wêneyê ji nîşaneya MHP'ê bi odeya xwe ve kiriye, daxuyaniya têkildarî Ekîn Wan jî sûc hesiband. -
'Bi daxwaza dewleta Tirk û PDK'ê zext li Mexmûrê tê kirin'
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Saît Çomlek got, bi zexta PDK û dewleta Tirk, Iraq jî zexteke giran li xelkê Mexmûrê dike. -
Cezayê darvekirinê yê li gerîlayê HPG'ê Ozdemîr hatibû birîn hat pesendkirin
Hat ragihandin ku cezayê darvekirinê yê li gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr hatibû birîn, hatiye pesendkirin. -
‘Ji bo hewandina tawanbarên jenosîdê bûne stargeh’
Di 34. salvegera karesata Enfalê de rêxistin û çalakvanan gotin, “Mixabin hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê Ji bo hewandina tawanbarên jenosîdê bûne stargeh û mûçe û îmtiyaz didin tawanbaran û raye dane hin ji wan jî.” -
Li dijî êşkenceyê wekîl û parêzer li Îdir û Agiriyê bûn
Wekîlên HDP’ê û nûnerên ÎHD û OHD’ê têkildarê êşkenceya li girtîgehan li Îdir û Agiriyê bûn. -
Malbatên girtiyan: Divê dengê me were bihîstin
Malbatên girtiyan ku Nobeta Edaletê didomînin gotin, “Divê ev bar tenê li ser milê dayikan nebe û divê dengê me were bihîstin.” -
Heyeta HDP'ê: Newala Qesaba bîreke dîrokî ye
Heyeta HDP'ê li Newala Qesaban daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşan da ku destûr hatiye dayin li ser gorên komî avahî bên çêkirin. Heyetê got, "Newala Qesaban cihekî bîra dîrokî ye."