KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li gelek bajaran êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê li gelek bajaran hatin protestokirin. -
Êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 9-12’ê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bejahî û hewayî êriş hatin kirin. -
HPG'ê 3 şehîd bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em van hevrêyên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin ku bi asta fermandariyê pêşengî ji şoreşê re kirin û soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin." -
Malbata Şenyaşar 401 roj in nobedê digire
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar 401 roj in dewam dike. Malbatê bal kişand ser zilma Erdogan. -
Fîlmê 'Ji bo azadiyê' li Şengalê hate nîşandan
Fîlmê 'Ji bo azadiyê' yê li ser Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Sûr a Amedê, li Şengalê hate nîşandan. -
Selah: Ji bo yekîtiyê dema herî baş e
Çavdêrê Siyasî Felah Selah: Ji bo aramî, yekîtî û hemahengiya di navbera hemû hêzên Kurdistanî de gav bên avêtin, niha dema herî başe. -
Li Wanê 3 kes hatin girtin
Li Wanê di 6-7’ê Nîsanê de di serdegirtina malan de 24 kes hatibûn destgîrkirin. Ji 24 kesan îro 3 kes hatin girtin. -
Li Dersimê îşkenceya polîsan
Ciwanê bi navê Dogûkan Gul duh bi şev bi hevalên xwe re ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Hate zanîn ku Gul li midûryeta polîsan hatiye derbkirin û îşkencekirin. -
Girtiyên li girtîgeha Panosê: Amadekariyên êrişê hene
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê gotin, “Duare gardiyan ji bo êrişî me bikin amadekariyan dikin” û banga piştewaniyê kirin. -
Mexmûriyan bertek nîşanî cezaya dîsîplînê ya li ser Ocalan dan
Şêniyên wargeha Mexmûrê li dijî cezaya dîsîplînê ya danî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin, “Dem dema jiyankirina bi Rêbertiya azad di Kurdistana azad de ye.” -
Li Cizîrê qirkirina siyasî: Derî hatin şikandin, êşkence hate kirin
Li Cizîrê di operasyonên qirkirina siyasî de êşkence hate kirin. Di serdegirtinan de derî hatin şikandin, kincên neteweyî hatin desteserkirin. Her wiha hevdîtina girtiyan a bi parêzeran hate qedexekirin. -
Emîne Şenyaşar careke din îfade da
Emîne Şenyaşar a berxwedêr cara 15'an îfade da. -
Têr û tijî jiyan, her kêliya jiyanê bi salan dagirtin...
Gelek caran kêlek, goreke şoreşgeran jî nîne. Lewma Cûmalî bi têr û tijî jiya, her kêliya jiyanê bi salan dagirt, di dilê xwe de manewiyat, di mejiyê xwe de jî utopya xwedî kir û bi vî rengî jiya. -
Ji bo girtiyên Behdînan banga lezgîn
Hat ragihandin ku yek ji aktivîstên li Girtîgeha Hewlerê girtî û ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye ji ser hişê xwe çûye. Nûnerê Girtiyên Behdînan Ayhan Seîd banga hişyariya lezgîn kir. -
Hevseroka HDP’ê Bûldan bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
Hevsroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlementerên HDP'î bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşar. -
Li Cizîrê nerazîbûna li dijî êrişa polîsan: Em ê tirsa dilê we bin!
Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsan da ku serê sibehê li hemberî rêxistina wan a Cizîrê hate kirin û got, "Em ê tirsa dilê we bin." -
Li hewşa mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, şitil hate çandin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li hewşa mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, şitil çand. -
Dewleta Tirk li Bestayê wê daran bibire
Dewleta Tirk ji bo birîna darên li herêma Besta ya Şirnexê gef li gundiyan xwar. -
'Çêkirina avahiyan li Newala Qesaban sûc e, êriş e, bêhurmetî ye'
Newala Qesaban ku Ermen, Keldanî û Kurdên hatin qetilkirin bi rengekî komî lê hatin veşartin, ji bo çêkirin avahiyan hate pêşkêşkirin. Bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl li ber vê biryarê rabûn. -
Dayika Uveyş li ser gora xwe hate bîranîn
Uveyş Ocalan a ku dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e li ser gora xwe hate bîranîn. -
HPG: Şehîdên me hîn bêhtir em nêzî serketinê kirin
HPG'ê 5 gerîlayên sala 2019'an li Bakurê Kurdistanê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soza xwe careke din dubare dikin ku têkoşînê bi ser bixînin, ku şehîdan radestî me kirine." -
Avêtin ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, avêtin ser avahiya HDP'ê. 5 kes hatin destgîrkirin. Polîsan her wiha pê li şujdeyan jî kirin. -
Wesayita ku penaber tê de bûn qelibî: 4 kes mirin
Li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê, mînîbusek ku penaber tê de bûn wergeriya. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn. -
Bendên kontrolê bûne qadên êşkenceyê
Li Colemêrg, Wan, Bedlîs û Agiriyê li bendên kontrolê yên leşker û polîsan kontrola rê û lêgerîn zêde bûye. -
Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên girtin, ji bo binpêkirinên mafan şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a bidorveger kirin.