KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karabaş ê hatibû êşkencekirin careke din hate destgîrkirin
Yahya Karabaş ê leşkeran li gundê Timoqê yê navçeya Hezoyê destgîrkirîbûn û êşkence kiribûn, careke din hate destgîrkirin. -
Polîsek wesayîta xwe li parêzer qeliband
Li Şirnexê polîsek ku bi parêzerek re nîqaş kir, wesayîta xwe lê qeliband û wî giran birîndar kir. Parêzerê birîndar hate emeliyatkirin. -
Li Dersim, Mêrdîn û Edeneyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a 73’yemîn li Dersim, Mêrdîn û Edeneyê şitilên darên zeytûnan hatin danîn. -
Li Nobeta Edaletê ya Wanê bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 114’an de berdewam dike. -
Ji bo bîranîna şehîdên Werxelê li Zapê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo bîranîna gerîlayên li Werxelê şehîd bûn, li qada Kela Bêdewê ya Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker 2 çalakî hatin lidarxistin. -
Nobeda malbata Şenyaşar di roja 398'an de ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku zilma herî mezin "edaleta derengmayî ye." -
Hesen Cûdî: Çareserî bi fikrê Rêber Apo dibe
Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo di nava van 23 salan ên li girtîgehê de dev ji xeyalên xwe berneda, têkoşiya. Lewma jî gel dev ji Ocalan bernade." -
Peyama dawî ya gerîla Celal Fedakar a ji tunelên berxwedanê
Celal Fedakar ê HPG'î ku di roja 72'an a berxwedana Werxelê de fikrê xwe yê li ser şer ji kamera re vegot, ev peyam da: "Dagirker nikarin têkevin tunelan, lewma jî gelekî gazê bi kar tînin."Em hevalên ji çar parçeyên Kurdistanê ji dil û can silav dikin. -
Girtîgehên bi Tîpa S wê ji bo Kurdan bibin kampên komkirinê
Ji bo Girtîgeha Tîpa S a yek kesî ku hikumeta AKP'ê beriya niha bi demekê xiste meriyetê, li Erzîromê 2 girtîgehên cuda têne çêkirin. Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babûr got, plan dikin ku 2 hezar girtiyên Kurd li vê derê kom bikin. -
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Kerkûkê kir
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Dikişman ê Kerkûkê kir. Di encama êrîşê de welatiyek gund jiyana xwe ji dest da û 2 welatî birîndar bûn. -
YBŞ'ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku hevrêyê wan Raman Zeko di ecama qezayekî de şehîd bûye. -
Li Amed û Êlihê eqûbeta windahiyan hate pirsîn
Xizmên kesên hatin windakirin li Amed û Êlihê ji bo Necatî Aydin, Kazim Ekîncî û Fahrî Înan ên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, hatin cem hev û eqûbeta windahiyan pirsîn. -
Turkdogan: Divê têkoşîneke bê hempa bikin
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê li komxebata Amedê axivî got: “Divê em di nava têkoşîneke bê hempa de bin.” -
Li Başûr ecacoka tozê: Bi sedan kes nexweş ketin
Li Başûrê Kurdistanê ji ber ecacoka tozê bi sedan kes nerihet bûn û ev kes birin nexweşxaneyan. -
‘Ji bo xwe gihandina çiya, rola wî mezin bû’
Merwan Ulaş ê Şehîd Şoreş Amed bibîr anî got: “Lehengek bi cesaret bû. Dema li girtîgehê yek deqeya wî vala nediçû. Di dema fîrarê û gihana çiyan xwedî roleke mezin bû.” -
HPG: Hevrê Şoreş bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG a nasnameya gerîlayê xwe yê 2019’an şehîd ketî eşkere kir got: “Hevrê Şoreş wê wekî milîtanekî mînak ê Şoreşa Kurdistanê bi helwesta xwe ya zelal û israra azadiyê wê her dem di têkoşîna me de bijî.” -
Şenyaşar: Li pêşiya deriyê edaletê zilm heye
Malbata Şenyaşar a li ber xwe dide got: “Yên zilma li ber deriyê edliyeyê nabînin, wê winda bikin.” -
Ji ber xemsariyê DAÎŞ'ê dest bi revandina şivanan kiriye
Çeteyên DAÎŞ’ê dema dawî li Mexmûr û derdorî wê tevgera xwe zêde kiriye û dest bi revandina mirovan kiriye. DAÎŞ’ê li Herêma Qerec 2 şivan revandin. -
Bi destê kelepçekirî êşkence li girtiyan kirin
Gardiyanan li Girtîgeya Tîpa L a Patnosê êrîş bire ser 3 girtiyan. Hate ragihandin ku ji girtiyan 2 destê wan şikestiye û li ser serê wan jî şopên êşkenceyê hene. -
Babaoglû: Li girtîgehan hed û sînorê hizirandinê nîne
Girtiyê siyasî Bûrhan Babaoglû yê piştî 30 salan girtî ma û hate berdan, got: “Li girtîgehê dibe mekan sînordar û teng be, lê hed û sînorê hizirînê nîne. A girîng veguherîna çi ye?” -
Toros: Em ê 4’ê Nîsana 2023’an bi Rêbertiya xwe re pîroz bikin
Gerîlayê PJAK’ê Erdal Toros bi minasebeta 4’ê Nîsanê û 18’emîn salvegera damezrandina PJAK’ê pîroz kir û got, “Em ê sala nû bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêbertî.” -
Şêniyên Şengalê tevî astengiyên artêşa Iraqê meşa xwe lidarxistin
Şêniyên Şengalê bi armanca şermezarkirina siyaseta têlkirin û danîna dîwar a di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê tevî astengiyan jî meşek girseyî lidar xistin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku dawî li wê siyasetê bînin. -
Nobeta Edaletê ya li Wanê 112 roj li pey xwe hişt
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê dabûn destpêkirin di roja xwe ya 112’an de berdewam e. -
Şengalî li dijî dorpêçê dixwazin bimeşin, hêzên Iraqê hewl didin asteng bikin
Xelkê Şengalê ku li dijî siyaseta hikumeta Kazimî ya dorpêçkirinê û çêkirina dîwaran, ev demeke di nava çalakiyan de ye, îro di vê çarçoveyê de xwestin meşek protestoyî lidarbixin, artêşa Iraqê hewl dide asteng bike. -
Milîsên KBDH'ê li Geverê çalakî kirin
Milîsên KBDH'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê li Geverê çalakî kirin.