KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Azadî di kêliyeke biçûk de veşartî ye
Gerîla Ciwana û Evrîm du gerîla ne ku li Cenga Heftanînê şer dikin û ji serketinê bawer dikin. Dibe ku azadî di vê kêliyê de bû, di kenê van her du gerîlayên din de, di baweriya wan a ji bo serketinê de bû. -
PKK: 15'ê Tebaxê xeteke berxwedanê afirand ku têk naçe
Komîteya Rêveber a PKK'ê: Ji 'Fîşeka Destpêkê' heta 'Cenga Heftanînê' berxwedana gerîla ya bi lehengî, rizgariya bindestan û hêviya serketinê ye. -
Leşkeran agir berda daristanên Gabarê
Leşkeran agir berda herêma daristan a dikeve di navbera gundê Bana û bajarokê Findik ê girêdayî navçeya Basan a Şirnex a Çiyayê Gabarê. -
Li Semsûrê 2 kes hatin destgîrkirin
Li gundê Dandirmaz a navenda Semsûrê 2 kes hatin destgîrkirin. -
Binpêkirinên di nava 6 mehan de li Kurdistanê hatine kirin
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê binpêkirinên di nava 6 mehan de li Kurdistanê hatî kirin, bi raporekê eşkere kir. -
Jinên Şengalî li dijî tecrîdê bang li CPT kirin: Bi erka xwe rabe
Berdevaka TAJÊ Sebîha Sebrî û Hevseroka MXDŞ'ê Xezal Reşo bang li CPT kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erka xwe rabe. -
YRK: Em ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînîn
Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê ew ê li hemberî wan êrîşan bêdeng nemînin. -
Leşkerên Tirk agir berda çiyayê Cûdî
Artêşa Tirk a dagirker agir ber da qada daristanî ya herêma çiyayê Cûdî ya Şirnexê. -
Balafirên şer ên Tirk gundê Ewleheyê bomberdûman dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk li gundê Ewlehe yê li Heftanînê didin. -
Yekîneya Tolhildanê: Me li Amedê li notirvanekî da
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed diyar kir ku wan li Amedê li notirvanekî artêşa faşîst dane. -
Gerîla Tv dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand
Gerîla Tv wêneyê çalakiya li Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê weşand. Di vê çalakiyê de 9 leşker hatibû cezakirin. -
Ji kolanan heta saziyan êrîşên li ser Kurdî-1
Zextên li ser Kurdî ji salên 1990’î û heta niha neguherî. Piştî hewldana darbeya di 15’ê Tîrmehê de bi Rewşa Awarte re hemû sazî hatin girtin û niha jî di beşeke bi Kurdî de ji bo zimanê perwerdehiyê Tirkî tê ferzkirin. -
Balafirên şer bombe li Batûfayê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva Yekşemê bombe li herêma Batûfa ya Başûrê Kurdistanê barandin. -
Li Şirnexê dema roj diçe ava
Şirnex yek ji wan bajaran e ku dema roj diçe ava dîmenên xweş derdikevin holê. Dema roj xatir ji bajêr dixwaze asîman sor û zer dibe. -
Bila dilê te rehet be Têkoşer
Bil dilê te niha rehet be gerîla Têkoşer. Warê me jî dilê me jî bi te re ye. -
Malbatan li goristana Sîsê paqijî kirin
Malbat çûn goristana Sîsê ya Licê ya ku hatibû rûxandin û li goristanê paqijî kirin. -
Derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin: 34 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan li Heftanîn û Sêrtê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Gerîlayan ji 7 baskan ve li Heftanînê dor li dagirkeran girtin û 22 leşker-kontra ceza kirin, derb li 2 helîkopteran xistin. Li Sêrtê jî gerîlayên YJA Starê 12 leşker ceza kirin. -
KCK: Êşa gelê Lubnanê êşa me ye
KCK'ê ji ber teqîna 4'ê Tebaxê sersaxî ji gelê Lubnanê re xwest û diyar kir, "Ji dil ve em hevxemê gelê Lubnanê ne. Êşa wan êşa me ye." -
Şehîda destpêkê ya Yekîneyên Parastina Hewayî
HPG'ê diyar kir ku Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed şehîda xwe ya destpêkê da û destnîşan kir, "Şeva 12'ê Tîrmehê li Girê Şehîd Berîvan ê Heftanînê bi amûreke hewayî ya bombeyî çalakiyeke serketî pêk anî. Di dema vê çalakiyê de şehîd bû." -
Li Colemergê krîza aborî esnaf kirine nav çirava deynan
Esnafê Colemergî diyar kir heke rewşa aborî wiha biçe Tirkiye wê birûxe, diyar kir Tirkiye kertiye nav xelayê û ew jî ketine nav çirava deynan. -
'Tecrîd bi têkoşîna hevpar a gel û gerîla ji holê radibe'
Gerîlaya YJA Starê Berîvan Mervan destnîşan kir ku bi têkoşîna hevpar a gel û gerîla ew dikarin dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û got, "Doza mafar a gelê Kurd wê bi şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve." -
Balefirên şer ên Tirk Pîrbûlayê bomberdûman dikin
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Pîrbûla ya Heftaînê bomberdûman dikin. -
Agir bi Çiyayê Gebarê û dora Dêrulzehferanê ket
Şewata li Çiyayê Gebarê ya ku dewleta Tirk ‘Herêma Ewlehiyê ya Taybet’ îlan kiribû di roja 3’emîn de didome. Agir bi daristana dora Dêrulzehferanê jî ket. -
Li Cizîrê zaroka din a ku kamyonê lêxistî jiyana xwe ji dest da
Wesayîta girêdayî şaredariya Cizîra navçeya Şirnexê ku duh li ser rêya Hezexê li 2 zarokan xistibû, di encamê de zaroka din a giran birindar bûyî îro jiyana xwe ji dest da. -
Balafirên şer bombe li Zapê barandin
Balafirên şer ên Tirk 7’ê Tebazê deverên Saca û Cîloyê Biçûk ên Herêma Zapê bombe kirin.