KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
SÎHA’yê li gundê Boselê li wesayîta sivîlan da
SÎHA’yê bombe li wesayîta sivîlê bi navê Mele Egît ê ji gundê Bosele ya Heftanînê barand. -
DFG’ê rojnameger Tepe, Firat û Denîz bibîr anî
Komeleya Rojnamegerên Dicle û Firatê, rojnameger Ferhat Tepe, Denîz Firat û Huseyîn Denîz bibîr anî. -
Xizmên Windayan 600 hefte ne li edaletê digerin
Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê yên li Amedê lêgerîna edaletê di hefteya 600’î de dewam dikin. -
Li Pîrbûla dor li leşkerên Tirk hate girtin: 13 leşker hatin kuştin-NÛ BÛ
Li Pîrbûla ya Heftanînê leşkerên dagirker hatin dorpêçkirin. Di şerê qewimî de heta niha 13 leşker hatin kuştin. -
Li Goristana Xerzanê şewat derket
Piştî firîna balafirên keşfê ya artêşa Tirk û şûnde li Gundê Oleka Jor a dikeve devera Goristana Xerzanê şewat derket. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûbûn eşkere kir
HPG’ê nasaneya 2 gerîlayên di êrîşa 27’ê Tîrmehê ya artêşa Tirk a dagirker a li Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Rojnamevan Denîz Firat li cihê lê şehîd bûbû hate bibîranîn
Endamên Çapemeniya Mexmûrê li gel dayik û bavê Denîz Firat çûn cihê Denîz lê şehîd bûbû û bi merasîmekê ew bibîr anîn. -
Şahîn: Ji bo lihevkirina civakî divê dawî li tecrîdê bê anîn
Serokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Mûharrem Şahîn bang li hikûmetê kir ku dawî li polîtîkayên tecrîdê bîne û got: “Ger em keda aştiyê ya civakî ya Birêz Ocalan li ber çavan bigirin, di wê hizrê de me ku sûdgirtin ji wê, wê bikêr be.” -
Ciwanên Başûr: Em ê li gel gerîla li dijî dagirkerên Tirk şer bikin
Komek din a ciwanên Başûrê Kurdistanê bi peyamekê ragihandin ku ew bi gerîla re ne û wê li gel gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker di Cenga Heftanînê de şer bikin -
Heftanîn, Mexmûr, Şengal û Rojava perçeyek pilana Lozanê ye
Dewleta Tirk wer pilan dike ku him Êzidiyên li Şengalê him jî xaka rojava, Maxmûr û tevahî Kurdan qir bike û him jî dixwaze Kurdan di sedsala 21. an de bê statû bihêle. Ev pilan êrîşên li ser herema Heftanînê û di Fermana 3’ê Tebaxê de xwe dide der. -
Helîkoptêrên Tirk erdên girê Minîne yê Heftanînê şewitandin
Helîkoptêrên dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser girê Minînê yê li girê Dûpişk ê Heftanînê. -
Li Hîzanê bi pileya 4,7 erd hejiya
Li navçeya Hîzan a Bedlîsê bi pileya 4,7 erd hejiya. -
Girtiyê PKK’yî yê êşkence lê hate kirin dest bi greva birçîbûnê kir
Girtiyê PKK’yî yê li Girtîgeha Bandirma dima Cuneyt Gul ê bê ku agahî bidinê berî mehekê sirgûnî Girtîgeha Ispartayê hate kirin û şûde êşkence lê hate kirin. Gul ê piştre avêtin hucreya yek kes, dest bi greva birçîbûnê kir. -
Encamnameya Konferansa ‘Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin’ hate eşkerekirin
Encamnameya Konferansa bi dirûşma ‘Êzidî Pêşeroşa Xwe Nîqaş Dikin’ a di dîroka 4’ê Tebaxê de bi tevlîbûna 250 delegeyên ji cihên cuda yên welat û derveyî welat pêk hat, hate eşkerekirin. -
Balafirên şer ên Tirk carekî din gundê Şarbajar bombe kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî 13:30’î de gundên dikevin sînorên Şarbajar bombe kirin. -
Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şehîdekî ragihand
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Şoreş Hebabî bi qezayekê şehîd bûye û diyar kir ew ê di rêya şehîdan de bimeşin. -
Gerîlayên YJA Starê li Çelê li dagirkeran dan
Gerîlayên YJA Starê li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bi bandor kirin. -
'Bi çek û kepçeyan didin nava Çavkaniyên Mûnzûrê'
Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu li Çavkaniyên Mûnzûrê lêkolîn kir û diyar kir ku dewlet bi çek û keçpeyan dide nav çavkaniyan. Onlu got, "Ev êriş nayê qebûlkirin." -
Lubnan û gerîla
Lubnan dişewite û gerîla li Heftanînê li qada cengê şer dike. Hem ji bo Lubnanê hem jî ji bo rizgariya gelê xwe... Serketina ji xweliya xwe bila ya gerîla be! Ji xwe gerîla ji nava Lubnanê û nava êgir afirî... -
Milîtana mezin a çapemeniya azad: Denîz Firat
Denîz Firat ku di temenê ciwantiyê de tevlî bû weke zaroka partiyê mezin bû. Li ber gelek zor û zehmetiyan rabû, milîtanek bû ku armanca xwe zelal bû, ji pratîka xwe piştrast bû. Bû dengê gelê xwe. -
'Konferans ji bo tifaq û pêkvejiyanê hate lidarxistin'
Beşdarên 'Konferansa Êzidî li paşeroja xwe digerin" diyar kirin ku bi rêya konferansê wan xwestine yekîtiya xwe xurtir bikin û warê xwe bi hev re ava bikin. -
Li Sêweregê wesayita karkerên çandiniyê tê de bûn qelibî
Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn li ser rêya bejahî ya Riha-Sêweregê qelibî û 20 kes birîndar bûn. -
Bayik: Berxwedêrên Heftanînê li ser xeta fermandar Egîd in
Bayik diyar kir, ku pêngava 15'ê Tebaxê bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û got, "Yên ku îro li Heftanînê li ber xwe didin li ser xeta fermandar Egîd in. Xeta gerîla ya Rêber Apo û fermandar Egîd temsîl dikin." -
Vegera Hêvî
Di mehên destpêkê yên birîndariya xwe de bi jiyanê re têkoşiya, bi biryardarî li ber xwe da, mîna salên xwe yên têkoşînê... Bi coşa mayina li jiyanê ji bo hevalên xwe, mîna navê xwe bû hêvî. -
Li Rihayê mehekê çalakî hatin qedexekirin
Walîtiya Rihayê ragihand ku ji bo mehekê li Rihayê meş, çalakî, civîn, çalakiyên rûniştin, daxuyanî û danîna standan qedexe ye.