KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê 13 dagirker ceza kirin
Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de gerîlayên YJA Starê çalakî li dar xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin. -
Ava kanalîzasyonê ya leşkergehê dibe sedema nexweşiyan
Ava kanalîzasyonê ya leşkergeheke li Colemêrgê gelek çemên li herêmê gemarî dike. Gundî ji neçarî bi vê ava qirêj bax û baxçeyên xwe av didin. Ev jî ji bo rûdana gelek nexweşiyan dibe rîskeke mezin. -
Gerîla Zap: Serketin wê ya gelê Kurd û gerîla be
Ji gerîlayên HPG'ê yên di berxwedana Heftanînê de cih digire Qendîl Zap destnîşan kir ku gerîla ti carî li Heftanînê têk naçe û got, "Serketin wê ya gelê Kurd û gerîla be." -
'Tifaqa Kurd-Ereb dikare pêşî li êrişkariya dewleta Tirk bigire' -NÛ BÛ
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Ronî Serdem bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û got, "Osmanîtiya nû û êrişkariya dewleta Tirk bi tifaqa dîrokî ya gelên Kurd û Ereb dikare bê rawestandin." -
Li Şeşdarê şer: 1 jê serpel gelek kontra hatin kuştin
Di çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li devera Şeşdara ya herêma Heftanînê li dijî leşkerên Tirk û kontrayan lidar xist de, gelek kontra û serpelek hatin kuştin. -
Cerdevan darên ku nikarin bibirin, dişewitînin
Li gundê Nerex a quntara Çiyayê Cudî ya girêdayî naveda Şirnexê, ev bi mehene bi destê cerdevanan dar tên birîn. Cerdevan darên ku nikarin bibirin, dişewitînin. -
Tevgera balafirên şer û keşfê li Şengalê zêde bûye
Li Şengalê ji sibehê ve tevgerekî zêde ya balafirên keşfê hebû, di saetên êvarî de jî balafirên şer li esmanan difirin. -
Qedexeya li Wanê hate dirêjkirin
Li Wanê ‘qedexeya çalakî û kombûnan’ a ku 1354 roj in didome, careke din hate dirêjkirin. -
Trajediya penaberan: Baroya Wanê xwest lêpirsîn were destpêkirin
Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê derbarê karesata keştiya penaberan a ku 61 koçber tê de mirin, raporek amade kir. Baroye xwest bila lêpirsîneke xurt were destpêkirin. -
Li Sêrtê çalakiya sabotajê, li Heftanînê 5 leşker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîla de yên li Heftanînê 5 leşker hatin cezakirin, 2 kozik û kozikek çeka giran a A4 hatin rûxandin. Li Sêrtê jî li dijî wesayiteke dagirkeran çalakiya sabotajê hate lidarxistin. -
Li Amedê du jin ji ber şîddeta mêran bi giranî birîndar bûn
Li Amedê du jinên zewicî ji aliyê zilamên ku pê re zewicîbûn rastî şîddetê hatin. Her du jin jî bi giranî rakirin nexweşxaneyê. -
Li Şengalê liv û tevgera hewayî
Li Şengalê tevgereke zêde ya hewayî ya balafirên keşfê destpê kiriye. -
Qala lehengên pêşeng ên Heftanînê kir
Denîz Ararat ku dema êrişa dagirkeriyê dest pê kir li Heftanînê bû, lê piştî ku birîndar bû ji herêmê hate derxistin, qala lehengên Heftanînê kir. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 2'ê Tîrmehê li Wanê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Welat, Kendal, Azad di vê dema dîrokî de li dijî artêşa TC a dagirker bi lehengî şer kirin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin." -
Di encama teqîna amûrekê de zarokek birîndar bû
Di encama teqîna amûrekê ya li gundê Serêgir a navçeya Hezex a Şirnexê de, zarokê bi navê Omer Işim ê 15 salî giran birîndar bû. -
Balafirên şer ên Tirk Çiyayê Helgûrd bombe kir
Di saetên piştî nîvroyê de balafirên şer ên Tirk Çiyayê Helgûrd ê dikeve herêma Bradostê bombe kir. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derket. -
Li Şengalê Konferansa ‘Êzidî li pêşeroja xwe digerin' pêk hat
Li Şengalê bi dirûşmeya ‘Êzidî li pêşeroja xwe digerin’ bi armanca bîranîna Fermana 73’an û rewşa giştî ya Êzidiyan konferansek hat lidarxistin. Konferansa bi tevlîbûna pêkhateyeke berfireh a ji welat û derveyî welat rojekê dewam kir. -
Rêxistina mafê Mirovan Niwa sûcên Tirkiye yên li başûr belge dike
Rêxistina mafê mirovan a cîhanî Niwa sûcên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike, belge kir. -
Gerîlayan li Şemzînanê li wesayîteke zirxî dan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li wesayîteke leşkerî dane. -
Balafirên şer êriş birin ser herêmeke Silêmanî
Hate ragihandin êrîşeke hewayî ya bi balafirên bêmirov çûye ser herêma Şarbajêr a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê. -
Cangoriyên Osyanê li dijî cerdevaniyê ev bang kiribûn
Gerîlayên ji gundê Osyanê ku di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd bûbûn, beriya ku şehîd bikevin bang li gelê xwe kiribûn ku bi sekneke bi rûmet li dijî polîtîkayên cerdevaniyê rabin û xwedî li nirxên xwe derkevin. -
Li Meletiyê bi pileya 5.2'an erd hejiya
Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê bi pileya 5.2'an erd hejiya. -
Gerîla Botan: Heta ku em li vir bin wê nikaribin bi pêş ve biçin
Gerîlayê HPG'ê Akîf Botan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Heftanînê û berxwedana gerîla nirxand. Akîf Botan ê li qada Xantûrê ye got, "Heta ku em li vir bin wê dijmin nikaribe bi pêş ve biçe, ji ber ku em ê dest ji Xantûrê bernedin." -
Dewleta Tirk li pênc gundan derketina derve "qedexe" kir
Dewleta Tirk li pênc gundên navçeya Dihê ya Sêrtê, bi hinceta operasyona leşkerî derketina derve "qedexe" kir. -
Êzidî paşeroja xwe nîqaş dikin
Li ser paşeroja Êzidiyan li Şengalê konferansek di van kêliyan de dest pê dike.