KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla bi hewara xelkê Şengalê ve çû
Yek ji gerîlayên ku li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo parastina gel çû Şengalê, Êriş Hewreman bû. Hewreman got, "Di demekê de ku cîhan hemû bêdeng ma, gerîla bi hewara gelê Şengalê ve çû." -
Kiziler: Fermana 73'an biryareke siyasî bû
Şahidê fermana 73'an a ku li Kurdên Êzidî rabû rojnamevan Hayrî Kiziler diyar kir ku konsepta qirkirinê "biryareke siyasî" bû. Kiziler destnîşan kir ku PKK'ê bi berxwedana xwe ew çerxa qirkirinê ji hev xist. -
Balafirên Tirk li Amêdîyê li sivîlan da -NÛ BÛ
Îşev balafirên dewleta Tirk a dagirker li komelgeha Bagêre ya ser bi navçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê, li wesayîteke sivîlan xistin. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê tiştek bi kesî nehatiye. -
Herî dawî li qereqolê hate dîtin, piştre agahî jê nehate girtin
Xizmên Windayan vê carê aqûbeta Sabah Orûç ê 17 salî ku sala 1996’an li Bîsmîlê hate windakirin û herî dawî li qereqolê hatibû dîtin, pirsîn. -
Li Basayê 2 kes hatin destgîrkirin
Li basayê yek jê şivanê ku lawirên xwe diçêrand û yek jî baxçeyê xwe diçandin 2 kes hatin destgîrkirin. -
PADÊ li ser qetlîama Êzidiyan konferansek lidar dixe
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji bo balê bikişîne li ser fermana 73’yan wê 4’ê Tebaxê li Şengalê kanferansek berfireh bi sirûda ’Êzidî li pêşeroja xwe digerin’ lidar bixe. -
Li Cenga Heftanînê strana cengê
Gerîlaya YJA Star a di Cenga Heftanînê de cihê xwe digire, li ser cengê stranekê qîr dike. -
Şêniyên Behdînan: Wê gelê Kurd bi berxwedanê dagirkeriyê têk bibe
Şêniyên Bedînan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û li dijî bêdengiya hikûmeta herêmê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Ev nayê qebûlkirin. Wê bi berxwedanê dagirkerî têk biçe. -
Balefiran Tirk sê caran li Mangeşka Duhokê dan
Balefirên artêşa Tirk a dagirker saet di 19.50’an de sê caran li bajaroka Mangeşk a Duhokê dan. -
Li Kato Jîrka çalakiya sabotajê: 4 leşker hatin cezakirin
Gerîlayan li herêma Kato Jîrka li dijî leşkerên artêşa Tirk a di nava tevgerê de bûn çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin. -
Gerîla Dîren: Ciwanên Kurdistanî li Heftanînê destanan dinivsînin
Gerîlaya YJA Star Dîren Serhed a di berxwedana Heftanînê de cih digire, destnîşan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ciwanên Kurdistanê dîrokê dinivsînin. -
KCK: Êzidî bê xweparastin û xweserî nikarin hebûna xwe bidomînin!
KCK: Divê Êzidiyên li Şengalê dersên mezin ji Fermana 74’an bigire. Divê bizanin ku bê xweparastin û xweserî wê nikaribin hebûna xwe bidomînin. Bê xweserî û xweparastin Êzidî ne mimkune ku siberoja xwe gotûbêj bikin. -
Komîteya Şehîdan û Tevgera Azadî serdana gorên şehîdan kirin
Di nava Kurdan de serdana gorên şehîdan a weke kevneşopiyekê lê hatî di Cejna Qûrbanê de gel serdana goristanan dikin. Endamên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr û Tevgera Azadî li Silêmanî serdana gorên şehîdan kirin. -
Ji Heftanînê heta cenga Botanê
Gerîla Sarya Botan ji bihareke herî xweşik a Heftanînê çû Cenga Botanê. Gerîlayên herî xweşik ên li meydana Cenga Heftanînê, dema wêneyên te dîtin dest bi govendê kirin. Ev govend dewam dike. -
Şaxa Kerkûkê ya Tevgera Azadî çû serdana goristana şehîdan
Li Kerkûkê bi boneya cejna Qurbanê, Encûmena Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê serdana goristana şehîdan kir. -
Li Silêmanî kampanya îmzeyê ya ji bo derxistina leşkerên Tirk didome
Li bajarê Silêmanî û gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi mebesta derxistina leşkerên dewleta Tirk a dagirker ya ji xaka Başûrê Kurdistanê, kampanyaya îmzeyan bi pêşengtiya ciwanan hatibû destpêkirin hê jî didome. -
Serdanên şehîdgehan bi tena xwe bersiva herî mezin e
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Qurbanê pîroz kir û diyar kir ku serdana goristanên şehîdan bi tena serê xwe bersiva herî mezin e. -
HPG’ê li Gabarê çalakî kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlan li herêma Gabar a Şirnexê li dijî wesayîtek bi tîpa trasît a artêşa Tirk çalakî kirine. -
Heyva Sor a Kurdistanê: Yê cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye
Heyva Sor a Kurdistanê peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê da û got: “Yê cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye.” -
Şaredariya Qendîlê li dijî Koronayê dezenfekte dike
Şaredariya Qendîlê bi çarçoweya tevdîran a dijî hêla vîrûsa koronayê li gundên Qendîlê xebatên dezenfektanê dike. -
Uca banga tevlêbûna li çalakiyên ji bo salvegera Fermanê kir
Wekîla HDP'ê Feleknas Uca bang kir ku her kes tevlî çalakiyên ji bo salvegera Fermana Şengalê bibe. -
Pêşengeke fedayî ya Cenga Heftanînê: Berîvan
Li axên Heftanînê gerîlayên azadiyê di pêşengtiya hêzên YJA Starê de berxwedaneke destanî dimeşînin. Germahiya axê bêhna azadiyê bi berxwedanên bêhampa de digihîne lutkeyan. Di asîmanên Kurdistanê de kenê Berîvan dibe jîn û jiyan. -
Êzîdiyan nas bikin
Yên ku xweseriya Êzîdxanê naxwazin û vê yekê naparêzin ew nikarin ji xwe re bibêjin ez Kurd im, demokrat im heta nikarin bibêjin, ez mirov im jî. -
‘Gel û gerîla wê dijmin têk bibe’
Gerîlayê HPG’ê Çekdar Rojhilat bal kişand ser berxwedana gel û gerîla ya li dijî êrîşên qirker û dagirker ên li Kurdistanê û got: “Eger gel û Gerîla bibe yek wê ti hêz nikare welatê me dagir bike.” -
'Bersiva herî baş a ji bo fermanê bihêzkirina Şengala xweser e'
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê di salvegera 6’an a fermanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku bi hovîtiya herî mezin a dîrokê xwestin me tine bikin û ji dîrokê rakin; lê belê bi berxwedanê me xwe ji xweliya xwe xwe afirand.