KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla: Werin em bi hev re alaya şoreşê rakin
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li ciwanan kirin ku tevlî nav refên gerîla bibin û gotin, ''Werin em bi hev re alaya şoreşê rakin, bi hev re azad bibin.'' -
Mexmûriyan ambargoya salek tije kir şermezar kirin
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo û dorpêça PDK’ê ya salek tije kir bi meşeke girseyî şermezar kir. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dûrmûş veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Osman Dûrmûş ê di şereke li Cûdî qewimî de şehîd bûbû, li Silopyayê bi merasîmekê veşartin. -
Zarokê ku leşkeran birîndar kir ji beşa lezgîn hate derxistin
Azat Baga ê li taxa Çiliya Jor a navçeya Ebex a Wanê di encama gule reşandina leşkeran de birîndar bûbû, ji beşa lezgîn hate derxistin. -
Li Basanê artêşa Tirk dest bi operasyonekê kir
Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Basan bi desteka hewayî dest bi operasyoneke leşkerî kir. -
Polîsan pankarta nerazîbûnê nîşanî destdirêjiyê dike asteng kir
Polîsên Tirk di çalakiya li Êlihê li dijî destdirêjî û destavêtina zarokan hatî lidarxistin de, destûr nedan pankarta ku bertekên dijî destdirêjî û destavêtinê li ser, bê vekirin. -
8 girtî hatin sirgûnkirin
Ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 8 girtî sirgûnî girtîgehên din hatin kirin. -
HPG: Li Şirnexê 5 tîmên taybet hatin cezakirin
HPG'ê diyar kir ku ji bo bîranîna gerîlayên di Pêngava Cenga Heftanînê de şehîd bûn, li navçeya Qilabanê ya şirnexê çalakiyek li darxistine û di encamê de 2 çeper û konek hatine îmhakirin, 5 tîmên taybet hatine cezakirin. -
Halê zarokê ku leşkerê Tirk birîndar kiribû, giran e
Halê Azat Baga ku leşkerên Tirk ew li Wanê birîndar kiribû giran e. -
Gunay: Pitikan digirin, tacîzkaran diparêzin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî zextên li ser partiya wan û aktîvîstên TJA'yê da û diyar kir, dayikên 75 salî digirin, pitikên 10 rojî digirin, lê tacîzkaran diparêzin. -
Yek ji Fermandarên HPG'ê Adar: Em ê wan tertûbelav bikin
Yek ji Fermandarên HPG'ê Dara Adar got, ew ê artêşa Tirk ji hev tertûbelav bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mîsogerî bişikînin. -
KCK: Şoreşa Rojava wê her tim hêviya gelan be!
KCK'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir, "Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, êriş çiqasî giran dibin bila bibin wê zanibe li ber xwe bide; wê her tim bibe hêviya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê." -
Li Dîlokê terora dewletê: 9 kes hatin girtin
Ji 29 kesên ku 14'ê Tîrmehê hatin destgîrkirin, 9 kes ji aliyê dadgehê ve ahtin girtin. -
'Li dijî dagirkeriya li Başûr helwesteke neteweyî divê'
Yek ji welatparez û niştecihên Başûrê Kurdistanê Ebubekir Seyda dide diyar kirin ku dagirkirina axa Heftenînê ne rewa ye û li dijî vê yekê banga helwesteke neteweyî kir. -
KNK: Berxwedana Heftenînê, berxwedana gelê Kurdistanê ye
KNK'ê berxwedana li Heftenînê silav kir û bang li tevger, hêz, partî û rêxistinên Kurdan hemûyan kir ku li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştevaniya berxwedana Heftenînê bikin. -
Destavêtin li Qoserê hate şermezarkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê komek ji ciwanan êrişên destavêtinê yên li Şirnex û Êlihê şermezar kirin. -
Cenazeyê gerîla Havva Baran spartin axê
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Havva Baran (Amara Çiya) a 2019’an li Dersimê şehîd bûbû û li Goristana Maletî ya Bajar hatibû spartin, ji aliyê malbatê ve hate girtin û li Goristana Yenîkoy a Amedê spartin axê. -
Av kete malên mexdûrên erdheja Wanê
Yek ji gundê Elaçmaz ê yek ji gundên herî zêde ji erdheja 25’ê Hezîranê ya li Wanê bandor bûnû, vê carê bûn mexdûrên lêhiyê. -
Balafirên şer herêma Balekayetî ya Helgûrt bombe kir
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker derdora herêma Balekayetî bombe kir. -
Li Şirnexê hewldana êrîşa zayendî hate protestokirin
Êrîşa zayendî ya ku li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê A.A li dijî zarokeke 13 salî kiribû, li Mêrdîn û Şirnexê hate protestokirin. -
Rapora ÎHD’ê: Ji bo girtiyan tedbîr koronayê nayên girtin
Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bajar bi raporekê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku şewba korona jiyana girtiya tehdîd dike û bal kişand ku ti tedbîrek nayên girtin. -
Cotkaran li dijî zilma DEDAŞ’ê rê ji trafîkê re girtin
Li hemberî zilma DEDAŞ’ê ya li Mêrdîn û navçeyên wê cotkaran Rêya Îpekê ji trafîkê re girtin. -
Li Heftanîn, Xakûrkê û Dersimê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Heftanîn, Xakûrkê û Dersimê çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine cezakirin. -
Li Heranê zilma DEDAŞ'ê naqede
Li navçeya Heranê ya Rihayê ku AKP'ê 98 ji sedî yê dengan wergirt, zilma DEDAŞ'ê naqede. Cotkarên ku dengê xwe dane AKP'ê dibêjin ku ew poşman in û ji zilma DEDAŞ'ê bêzar bûne. -
Heyeta HDP'ê: DEDAŞ dijminatiyê li Kurdan dike
Heyeta HDP'ê li Rihayê bi kedkarên çandiniyê re civiya û diyar kir ku DEDAŞ dijminatiyê li Kurdan dike.