KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê şehîdên Xerzanê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Hevrêyên me bi berxwedana xwe bûn mînakê şervaniya rûmetê û fedaîtiya Apoyî." -
Parlamenterên Goran û YNK'ê tevlî kampanyaya li dijî dagirkeriyê bûn
Parlamentera Tevgera Goran Gulîstan Seîd û ya YNK’ê Rêzan Şêx Dilêr têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê gotin, êrişên dewleta Tirk jenosîd e û bang li parlamenteran kirin ku bêdeng nemînin. -
Hevserokên DBP'ê: 14'ê Tîrmehê jinûve vejîna gelê Kurd e
Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir gotin, "Rojiya mirinê ya mezin ji nû ve vejîna gelekî li ber komkujiyê ye. Berxwedaneke mezin afirand." -
'Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise'
Ji berxwedêrên Heftanînê Rizgar Welat destnîşan kir ku li Heftanînê şerê gerîla hînê nû dest pê kiriye û got, "Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise." -
Dengê nemiran ên li Xantûrê berz dibe...
Gelo hûn zanin ku gotina vê stranê niha li Xantûrê ji bo me çiqasî bi wate ye. Dema ku ev stran gihîşt me, Rustem Cûdî û Gelhat Botan ên ev stran digotin, ketibûn hembêza xakê. -
Nerazîbûna li hember destavêtina li zaroka li Şirnexê dewam dike
Hewldana destavêtinê ya çawîşê pispor a li zarokeke 13 salî ya li Şirnexê, bi girseyî tê protestokirin. -
Li Heftanînê dagirkerek hate kuştin
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, li dijî artêşa TC a dagirker a lis er Girê Şehîd Bêrîvan çalakiyeke sûîqestê hate kirin. HPG'ê diyar kir ku leşkerek hate cezakirin. -
Çawişê pispor dest avêt zaroka 10 salî
Li Şirnexê, çawişekî pispor ê Tirk hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî û ji aliyê gel ve hate girtin. -
Artêşa Tirk topan diavêje girê Koordîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li girê Koordîne yê li Heftanînê dibarîne. -
Cezayê girtîgehê yê li Mizrakli hate birîn, hate pejirandin
Dadgeheke dewleta Tirk a li Amedê 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli birî bû, ku ev ceza hate pejirandin. -
'Teknîka me nîne, lê belê îrade û wêrekiya me jî bi wan re nîne'
Gerîlaya YJA Starê Evîndar Cîhan got, "Ji her alî ve amadekarî ji bo şer heye. Ne li vir ne jî li devereke din dijmin nikare bi ser bikeve. Teknîka di destê dijmin de ye bi me re nîne, lê belê îrade û wêrekiya me jî bi dijmin re nîne." -
YPS/YPS-Jinê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn
Koordînasyona YPS/YPS-Jinê kadroyên pêşeng ên PKK'ê bi bîr anî, ku pêşengî ji berxwedana zindanan a mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an re kirin. -
Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî birî
Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî ya ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê birî. -
Kampanya li dijî dagirkeriyê: Heta niha 15 hezar îmze hatine komkirin
Ciwanên Başûrê Kurdistanê ev deh roj in ji bo ku leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikevin, îmzeyan kom dikin. Ciwanan di navan deh rojan de 15 hezar îmze kom kirine. -
Li Qendîlê Maratona ji bo bîranîna berxwedana 14 Tîrmehê
Ciwanên Binarê Qendîlê ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê maratonek pêk anîn. -
20 rojên dawî 4 karkerên ji Wan û Agiriyê jiyana xwe ji dest dan
Ciwanên Kurd ên ku bêyî ewlehiya kar neçar dimînin li karê çêkirina avahiyan bixebitin, dibin qurbanê kar. Di nava 20 rojên dawî de cenazeyên 4 kesan birin Wan û Agiriyê. -
PKK: Ala berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê li ba ye
Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 38’an a berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got: “Ala serketin û berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê îro bi pêşengtiya hêzên gerîla yên leheng ên me di destê gelê me û dostê me yên berxwedêr de li ba dibe.” -
Komkirina îmzeyan li Silêmanî didome
Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz li ber deriyê Sara stand vekirin û ji bo derxistina dagirkeran îmze kom kirin. Kampanya ku gel bi eleqeyek zêde nîşandan, bi sedan îmze hatin komkirin. -
Li Çiyayê Cûdî dagirkeran dest bi operasyonekê kirin
Artêşa Tirk a dagirker li herêma Çiyayê Cûdî bi tevlîbûna hezar leşkerî û desteka hewayî dest bi operasyonekê kir. -
HPG: Li Heftanînê herî kêm 16 leşker hatin cezakirin
Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Heftanînê berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê jî didome. Di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 16 leşker hatin cezakirin. -
Çima Heftanîn?
Çima Heftanîn? Heftanîn deriyê sê parçeyên Kurdistanê ye. Deryayeke ku Bakur, Başûr û Rojava digihîne hev. -
Muebeta girankirî û 21 sal ceza li Karataş hate birîn
Di rûniştina îro ya Doza Nisêbînê de muebet girankirî û 21 sal cezayê girtîgehê li Halîl Îbrahîm Karataş hate birîn. -
Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd darve kirin
Rejîma Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê dar ve kirin. -
Komîteyên Zindanê yên PKK û PAJK’ê: Em ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê bi ser bikevin
Komîteyên Zindanê ya PKK û PAJK’ê Berxwedana 14’ê Tîrmehê silav kirin û gotin, “Di van rojan de pêdiviya me pê heye ku em ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê zêdetir fêm bikin. Em dizanin ku tekane rêya serfiraziyê berxwedana bi vî ruhî ye.” -
Hayriye Demîr a 70 salî hate destgîrkirin
Hayriye Demîr a 70 salî ya li taxa Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin.