KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Dûz Xûrmatûyê tevlî kampanya îmzeyan bûn
Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, kampanya îmzeyan a ciwanan bi xurtî dewam dike. Şêniyên navçeya Dûz Xûrmatûyê jî tevlî kampanyayê bûn. -
NPG: Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê wê bibe ruhê serketinê yê dema nû
Fermandariya Biryargeha NPG'ê berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku wê bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê têkoşîna serdema nû bilind bikin. -
TJA: Em operasyonên li ser jinan şermezar dikin
Tevgera Jinên Azad (TJA) diyar kir ku vê sibehê polîsan girtine ser malan û gelek jin destgîr kirine. TJA’yê diyar kir ku ew vê feraseta dagirker a li ser jinan şermezar dikin. -
Soran Omer: Hîn herêma Kurdistanê ava nebûbû, PKK li vir bû
Wekîlê Herêma Kurdistanê yê Komeleya Îslamî Soran Omer têkildarî kampanya ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê axivî. Soran Omer nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên PDK'ê yên li ser PKK'ê da û got, "Herêma Kurdistanê hîn tune bû, PKK li vir bû." -
Li ser girê Kartal gelek leşker hatin kuştin
Li dijî artêşa Tirk a li ser girê Kartal çalakî hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku di encamê de gelek dagirker hatine kuştin. Piştî çalakiyê dagirker ji ser girê Kartal daketin. -
Li Amed û Dîlokê operasyonên qirkirinê: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li Amed û Dîlokê di operasyonên qirkirina siyasî de berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Dewleta Tirk 22 herêmên li Şirnexê li gel qedexe kir
Dewleta Tirk 22 herêmên li navenda Şirnexê û li navçeyên Cizîr û Silopiyayê ji bo 3 rojan li gel qedexe kir. -
Li Wanê mizgeft li pêşiya dêrê çêkirin
Siyaseta AKP'ê ya dijberiya li çand û baweriyên cuda dewam dike. Li Wanê li pêşiya Dêra Yedî û Dêra Kevorkê yên dîrokî mizgeft hate çêkirin. Dêra Ezîz Bartholomeûs jî li ber hilweşînê ye, tenê dîwarek ji ber dêrê maye. -
Birîna ku 90 sal in nakewe: Komkujiya Zîlanê
Di ser komkujiya Zîlanê re 90 sal derbas bû ku sala 1930'î li herêma Geliyê Zîlanê ya li navçeya Erdîş a Wanê hate kirin. Tevî vê dema dirêj a di ser re derbas bûye êş û birînên wê hîn jî dewam dike. -
Çîroka dirûşma 'Ev der Heftanîn e'
Berxwedana "Cenga Heftanînê" ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tê meşandin, bi gotina "Ev der Heftanîn e" li nava raya giştî ya Kurd û cîhanê deng veda. Çîroka vê gotinê heye. -
Kampanyaya derxistina dagirkeran: 10 hezar îmze hatine komkirin
Rêxistina Jiyaneweyî Gencan li ser kampanyaya îmzeyan a ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Kurdistanê bê derxistin ragihand ku heta niha nêzî 10 hezar îmze kom kirine, parlamenter û endamên rêxistinên sivîl jî tevlî kampanyayê bûne. -
Polîsan mifteyên xebatkarên Şaredariya Giyadînê kom kirin
Polîsên ku ji saetên sibehê ve Şaredariya HDP’ê ya Giyadînê dorpêç kirine, ji xebatkaran mifteyên hemû odayên şaredariyê kom kir, Qeymeqamê navçeyê Hasan Dogan kete avahiyê. -
Li Tetwanê ji ber barana zêde av kete mal û dikanan
Ji ber barana zêde li navçeya Tetewan a Bedlîsê av kete gelek mal û cihên kar. -
Li Silêmanî Berxwedêrên 14 Tîrmehê hatin bibîranîn
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, Şehîdên Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê bibîr anî. -
Li Agirî protesto: Em rê nadin xespa li Giyadînê
Li Agiriyê destgîrkirina Hevşaredara Giyadîn a HDP’ê Betûl Yaşar û dorpêçkirina şaredariyê protesto kirin. Di çalakiyê de got: “Em rê nadin xespkirinê.” -
Li Heftanînê dagirker tarûmar bûn: 31 leşker hatin cezakirin
Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de derbên giran li artêşa Tirk da. Bi qasî hate tesbîtkirin 31 leşker hatine cezakirin. -
Rojnamegerê ku PDK’ê ew destgîr kiribû tu agahî jê nayê stendin
Rojnameger Qehreman Şukrî yê ku li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê asayîşa PDK’ê di 27’ê Hezîranê de ew destgîr kiribû, 17 roj in agahî jê nayê stendin. -
Polîsan girtin ser şaredariya Giyadînê ya HDP’ê
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsan Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar destgîr kir. Polîsan girtin ser avahiya şaredariyê jî. -
Dor hatiye şerê bi rêbaza Sparta!
Di Cenga Heftanînê de yên destpêkê ketin hembêza xakê, xeta berxwedanê nîşan dan. Her kesî dît ku serketin bi çi rengî pêk tê. Cenga Heftanînê mehekê tijî dike û her tişt nû dest pê dike. Dor hatiye şerê bi rêbaza Sparta. -
Şerîk: Ala 14'ê Tîrmehê li ba ye
"Ala 14'ê Tîrmehê heta serketinê wê ti carî nekeve erdê. Ew al niha li Heftanînê di destê gerîla de li ba ye." -
'Çiqasî dijminatiyê li Kurdan bikin jî wê nikaribin bi ser bikevin'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû: Li dijî HDP'ê şerekî taybet ê berfireh tê meşandin. Karê vê dewletê şerê taybet ê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Çiqasî dijminatiyê li Kurdan, demokrasiyê û HDP'ê bikin jî wê nikaribin encamê werbigirin. -
Şervanê YBŞ’ê Egîd Şengalî hate bibîranîn
Şervanê YBŞ’ê Egîd Şengalî yê sala 2019’an de di encama êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta tirk de şehîd bibû yekemîn sersala wî de hate bibîranîn. -
Li Licê leşkeran agir bi qada operasyonê xistin
Li bejahiya Licêya Amedê leşkerên Tirk ên ku operasyon dabûn destpêkirin, agir bi daristana li qada operasyonê xistin. -
Heftanîn derba giran e: 16 dagirker hatin kuştin
HPG'ê ragihand ku li Heftanînê di çalakiyên 3 rojên dawî de 16 leşkerên Tirk hatine cezakirin. -
Îsa: Şerm e ku deriyê sînoran girtî bin
Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Reqa El- Îsa diyar kir, ''Deriyê sînor û alîkariya mirovî weke amûra şantajê tê bikaranîn'' û ji ber venekirina deriyê sînor ê Rojava helwest nîşan da.