KURDISTAN
HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”
HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îradeya xwe ya bêhempa di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe girtin û bûn nirxên me yên bilind ku her tim riya me ronî dikin.”
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga 'vegerê' ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, "Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere."
HPG-NRÇ’ê diyar kir ku gerîlayên bi navê Amed Zap û Şiyar Qeremox şehîd bûne û got, “Bi ruhê fedayî yê Apoyî, hevrêtiya kûr, pîvanên jiyana dilnizm, sekna bi wêrek û fedakariyên xwe hewl dan heqê wezîfeyên xwe bidin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku meseleya hevdîtina bi Rêber Apo re pîvana nêzîkatiya li pêvajoyê ye û got, qanûna ku Rêber Apo venehewîne, bê wate ye.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
KCK'ê qurbaniyên komkujiyên Sêwas û Çorûmê bi bîr anî
KCK'ê kesên ku sala 1980'î li Çorûmê û yên sala 1993'an li Sêwasê di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir, "Elewî ji aliyê neteweperestên Tirk ve hatin kuştin ku olê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin."
-
-
Melet: Yên dimirin penaber nînin, nirxên mirovî ne
Serokê ÎHD'ê Şaxê Wanê Mûrat Melet bal kişand ser noqbûna keştiya penaberan a li Gola Wanê û got, "Berpirsyarê mirina penaberan hikumet e ku salên dawî penaberan weke amûreke bazara siyasî bi kar tîne."
-
-
-
Aqûbeta Pira Demî wê çi be?
Li navçeya Bêgiriyê piştî ku sala 2018'an asfalt li ser Pira Demî ya Dîrokî hate rijandin, biryar hate dayin ku pir ji nû ve bê çêkirin. Bi vê biryarê re fikar hene ku makînayên kar hîn bêhtir zerarê bidin pirê.
-
-
-
-
Li Mexmûrê bîranîna Zîlan
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvgera 24'an a çalakiya xwe ya fedayî de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bibîranîn.
-
-
-
HPG’ê nasnameya şehîdên Heftanînê eşkere kir
HPG’ê nasnameya şehîdên Heftanînê eşkere kir û got, “Hevrêyên me bûne mînakên şênber ên berxwedaneke mezin, fedakarî û yekbûna bi ruhê neteweyî. Wan navê xwe bi herfên zêrîn li dîroka berxwedana Kurdistanê nivîsandin.”
-
-
-
Avesta: Serketin bi berxwedan û têkoşînê dibe
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir, ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk divê li ser xeta Zîlan têkoşîn were dayin û got, "Tenê berxwedan û têkoşîn dikare ji Kurdan re serketinê bîne.’’
-
-
Heqî Armanc: Gerîla li dora her girî ye
Ji fermandarên HPG'ê Heqî Armanc got, artêşa Tirk li her girê Heftanînê yên ku leşkerê xwe daniye ser, derbên mezin xwariye û destnîşan kir, her girê ku dagir kiriye ji aliyê gerîla ve hatiye dorpêçkirin.
-
Karayilan: Divê kes nekeve xefikê
Karayilan destnîşan kir ku divê her kes konsepta nû ya dewleta Tirk bibîne û got, "Em ê nekevin xefika mêtingeriya Tirk. Divê ti kes nekeve vê xefikê û em ê teqez planên wan pûç bikin."
-
-
-
Li Wanê lêhî rabû
Li Ercîş a navçeya Wanê ji ber barana zêde lêhî rabû. Ziyan gehişte zeviyên çandinyê û 74 pez jî telef bûn.