KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YJA Star: Xwedawend Zîlan remza jina azad û manîfestoya jiyana azad e
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 24'an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku xwedawend Zîlan remza jina azad û manîfestoya jiyana azad e. -
Komeleya Şêx Seîd: Bila gora Şêx Seîd teslîmî gelê me were kirin!
Komeleya Şêx Seîd diyar kir ku bila rastiyên di berxwedana sala 1925’an de were zelalkirin, hêzên herêmî û navneteweyî lêborînê bixwazin û cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin. -
Doza JÎTEM'ê hate taloqkirin
Di rûniştina 19'an de jî ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê, têkildarî bersûcan biryara girtinê nehate dayin. Rûniştin ji bo 2'ê Mijdarê hate taloqkirin. -
PJAK’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
PJAK'ê nasnameya endamê xwe yê li Kunemasî di êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûyî aşkere kir. PJAK’ê da zanîn ku nasnameya Kurdê azad dibe hedef û ji bo rakirina xeta xiyanetê, partiyên Başûrê Kurdistanê bikevin nava hewldanan. -
Li Kirmaşanê sê hawirdorparêzan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê, sê hawirdorparêzên ku hewl didan şewata li zozanan vemirînin jiyana xwe ji dest dan. -
HPG: Em şehîdên Cenga Heftanînê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya şehîdên Cenga Heftanînê eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Nûcan, Memyan, Amara û Zerya li refên herî pêş bersiv dan operasyona dagirkeriyê, bûn mînakek ji sekna milîtanî, derbên giran li dagirkeran dan û bêhn li wan çikandin." -
'Çalakiya Zîlan di warê xeta jina azad de pêngaveke nû bû'
Rêveber û Endamên Tevgera Azadiyê Jinê bal kişandin ser çalakiya Zîlanê û gotin, “Çalakiyeke dîrokî û stratejîk bû. Di heman demê de di warê xeta jina azad de jî pêngaveke nû bû. Li dijî êrîşên li ser Rêber Apo û gelê Kurd ev çalakî bû bersiv.” -
Li ser sînorê Wan-Îranê bazirganiya mirovan a bi kontrola leşkeran
Li ser sînorê Wan-Îranê di nava mehekê de 2 ciwanên Kurd bi hinceta 'qaçaxçî' ne hatin kuştin. Lê li heman herêmê di bin çavdêriya leşkeran de bi sedan penaber ji aliyê bazirganên mirovan ve hatin derbaskirin. -
Fermandar Ersî: Ew nikarin li Heftenînê bi ser bikevin
Ji fermandarên HPG'ê Rizgar Ersî diyar kir, ku dewleta Tirk li Heftenînê bêçare maye û li gel teknîka xwe jî nikare bi ser bikeve. -
14 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin
Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de ji nav 16 kesên hatibûn destgîrkirin, 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. -
Qeyûmê xespkar tabelaya Kurdî ya nexweşxaneyê rakir
Tebelaya ku li ser rêya diçe Nexweşxaneya Lêkolînê ya Dursûn Odabaşi ya YYU’ya Wanê ku bi nivîsa ‘Nexweşxane’ ji aliyê qeyûmê xespkar ve hate rakirin. -
KCK’ê bersiv da nameya gelê Binarê Qendîlê
KCK’ê bersiv da nameya gelê Binarê Qendîlê û bang kir ku divê li ser xeta yekîtiya neteweyî mînakên qehremaniyê were zêdekirin. -
HPG: Berxwedana dîrokî ya li Heftanînê didome
HPG’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk berxwedana dîrokî ya gerîlayan didome û li Çelê û Heftanînê herî kêm 10 leşker hatine kuştin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê li Polîs û notirvanan dan
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Savaş Amed li Amedê li dijî polîs û notirvanên Tirk çalakî kirin. Hate gotin çalakî ji bo bîranîna şervanê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan Sînan Guneş hatine kirin. -
Li Bêgirê penaberan qeza kir: Kesek mir, 41 kes birîndar bûn
Li Bêgirê ya Wanê wesayita ku penaber tê de bûn û trembêlek li hev ketin, koçberek mir û 41 jê birîndar bûn. -
HPG: Em hevrê Mazlûm bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê Mazlûm Tekdag ê ji ber êrişa hewayî şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, "Bi coş û rûmeta xwe ya gerîla û şoreşgeriyê ji bo hevrêyên xwe bû 'Çiya'yek." -
Can: Em ê têkoşîna leşkerî geştir bikin
Endamê Desteya Rêveber a HBDH'ê Ferzad Can diyar kir, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên AKP'ê wê têkoşîna leşkerî geştir bikin û got, "Ji bo têkbirina van êrişên faşîst, pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye." -
Cenazeyê 7 karkerên çandiniyê hate veşartin
Cenazayê 7 karkerên çandiniyê yên ku li Konyayê di qezaya trafîkê de miribûn li Rihayê hatin veşartin. -
Sabotaja li Çelê: Derb li Reoyekê hate xistin
Hate diyarkirin ku li ser rêya di navbera Qereqola Tepê Sor a Çelê û qereqola Deştanê de li dijî wesayîta leşkerî ya Reo ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê hate lidarxistin. -
Girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwaz neyên bicihanîn wê çalakî mezin bibin
Gireva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê di roja 4’an de ye. Xwegihandina avê ya girtiyan asteng dike. Hate ragihandin ku eger daxwaz neyên bicihanîn wê çalakî mezin bibe. -
Gerîla Tv dîmenê çalakiya li Xantûr parve kir
Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîla ya 21’ê Hezîranê ya li devera Xantûr a Heftanînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistibû parve kir. -
Çetîn a hate destgîrkirin êşkence lê kirin
Aktivîsta TJA Robîn Çetîn a hate destgîrkirin, derket holê ku êşkence kirine. -
Li Wanê mirov ji ber erdhejê şepirze ne, AKP ketiye derdê rantê
Ji ber erdhehê şêniyên Serayê û Qerqeliyê şepirze ne lê AKP-MHP ketine pey derdê rantê, polîs û leşkerên Tirk jî şandeya HDP'ê asteng dikin. -
Ji bo hestiyên hatin dîtin daxwaza berhev kirina testa DNA'yê kirin
Parêzeran ji bo hestiyên ku li şikeftekê hatibûn dîtin yên kesên salên 90’î ji aliyê dewletê ve hatibûn qetilkirin bin, ji bo testa DNA’yê li hev were serlêdan kirin. -
Hate destgîrkirin, 25 sal e winda ye!
Li Amedê aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê berî 25 salan ji aliyê hêzên dewletê ve hate ‘windakirin’ pirsîn.