KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Êrîşên li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Guzel, bertek nîşanî serdegirtina polîsan a KCD'ê û destgirkirina siyasetmedarên Kurd da û got: “Ev êrîş encama polîtîkayên li dijî Kurdan e. Ji ber ku AKP-MHP dijminantiya Kurdan dike, hewl didin ku KCD'ê kriminalize bikin.” -
STO yên li Amedê: Tavilê dawî li vê bêhiqûqiyê bînin
ÎHD, TÎHV,Odeya Tabîban û baro yên li Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan û gotin: “Civak hatiye wê rewşê ku nikarin nefesê bistînin. Em vê qebûl nakin.” -
KCK: Gelên Rojhilata Navîn dijî Tirkiyê divê xwedî helwest bin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Em bang li gelên Rojhilata Navîn û welatên wê dikin ku li dijî vê dewleta Tirk a hegonom û xwedî hişmendiya netew-dewlet a dagirker e, bibin xwedî helwest, têkoşîna têkbirina vê êrîşkariyê geş bikin. -
Çûyîna gundên Heftanînê tên astengkirin
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji roja li Heftanînê operasyon destpêkir û vir ve di rojên dawî de, elektirîka li herêmê qût kiriye û rê nade derbasbûna xurek û zexîreyan. -
Xelkê Silêmanî li dijî dagirkeriya Tirk li kolanan bûn
Xelkê Silêmanî li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk daketin qadan û şermezar kirin. Di çalakiyê de peyamên berxwedanê hatin dayîn. -
Li Amedê protesto: Yê ne rewa AKP-MHP ye
Li Amedê pêkanînên operasonê qirkirina siyasî ya li ser KCD hate protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de, hate gotin ku KCD rewa ye, yê ne rewa desthilata AKP-MHP’ê ye. Her wiha bangên berxwedan û xwedîderketinê jî hatin kirin. -
Endamê PM’ê ya HDP’ê Oguz hate destgîrkirin
Endamê Meclîsa Partiyê (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ercan Oguz li navçeya Qoser a Mêrdînê hate destgîrkirin. -
Deriyê KCD’ê yê sibehê avêtibûn ser, hate mohrkirin
Li Amedê deriyê avahiya KCD’ê yê polîsan bi ser de girtibû, hate mohrkirin. -
PDK ji bo baregehên Tirk biparêzin 3 hezar pêşmerge şendine Şêladizê
Piştî qetlîamên dewleta Tirk a li ser sivîlan û şûnde welatiyên Başûrê Kurdistanê ku xwe amadedikin baregehên Tirkiye bigirin, PDK ji bo pêşiya serhildanan bigire, bi armanca parastina navendên Tirk 3 hezar pêşmerge xistiye tevgerê. -
PJAK: Di êrîşa Kunemasiyê de hevrêyekî me şehîd bûye
Meclîsa PJAK’ê ragihand ku di bombebarana duh a li Seyrangeha Kunemasî ji aliye balafirên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatibû de, hevrêyekî wan şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne. -
Li dijî KCD’ê operasyona qirkirina siyasî: 42 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di çarçvoeya pêkanîna operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê li dijî KCD’ê de hejmara kesên hatin destgîrkirin gihişte 42 kesî. -
HPG: 5 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li devera Heftanîn û Xakurkê yên li dijî dagirkeran de bi qasî hate zelalkirin 5 leşkerên Tirk hatine cezakirin. Li navçeya Xîzan a Bedlîsê jî stasyonek a bazê hatiye rûxandin. -
Li Cizîrê helwesta vîrûsa koronayê
Rayedarên HDP'ê û DBP'ê li Cizîrê ku pêketiyên Covîd-19'ê zêde bûne bang li gel kirin ku ew xwe biparêzin. -
NPG'ê eyaletên Heftanîn, Botan û Avaşînê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandariyên eyaletên Heftanîn, Botan û Avaşînê ji ber çalakiyên ku kirine pîroz kir. -
Gelê Silêmaniyeyê diçe Kunemasî
Gelê Silêmaniyeyê wê danê êvarê biçe Kunemasî ku doh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve komkujiyek lê hatibû kirin. -
KCK: Dewleta Tirk wê nikaribe YNK'ê û tevgera me li ber hev rake
KCK'ê diyar kir, dewleta Tirk hewl dide YNK'ê û Tevgera Azadiyê li ber hev rakin û destnîşan kir, "Zext û êrişên dewleta Tirk wê nikaribe YNK'ê û Tevgera Azadiyê li ber hev rakin. Gelê Başûrê Kurdistanê wê vê lîstikê pûç bike." -
KCK: Heta ku gelê Kurdistanê azad bibe wê gerîla li ber xwe bide!
KCK'ê gerîla û fermandarên li Heftanînê li ber xwe didin pîroz kir û diyar kir, "Gerîla çawa ku 36 sal in li ber xwe dide, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û misogerkirina hebûna neteweyî ya Kurdan wê heta dawiyê li ber xwe bide." -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya KCD'ê û gelek kes destgîr kirin -NÛ BÛ
Operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Polîsên Tirk serê sibehê li Amedê avêtin ser avahiya KCD'ê û gelek malan. Di encamê de gelek kes destgîr kirin. -
KCR'ê li dijî êrişên dewleta Tirk banga berxwedanê li ciwanên Rojhilat kir
Koordînasyona KCR'ê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê êrişên li ser tevahiya Kurdistanê ne û bang li jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi xurtî beşdarî berxwedanê bibin. -
2 siyasetmedarên jin hatin destgîrkirin
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş hatin destgîrkirin. -
Hevşaredarên Awîskê hatin girtin
Hevşaredarên Awîskê jî di nav de yên li Êlihê di serdegirtin de hatibûn destgîrkirin, hevşaredar û muhasebekarê şaredariyê hatin girtin, 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de 2 şehîd û 8 kes jî birîndar bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a li ser devera seyrangeh a Şarbajêr a bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de, 2 şehîd, 5 ji heman malbatê 8 kes birîndar bûn. -
Şewata leşkerên Tirk pêxistî didome
Şewata ji aliyê leşkeran ve li Deriyê Cebraîl ê Şirnexê hatî pêxistin ev du roje didome. -
Kêliya ku dewleta Tirk bombe li Şarbajêr barand
Kêliya ku dewleta Tirk a dagirker bombe li devera Seyrangeh a Şarbajêr barand ji aliyê gel ve hate kişandin. Di dîmena de mirovên li gel zarokên xwe di nava avê de dilîzin hene di carekê de balafir bome lê dibarînin. -
Di êrîşa li Kunemasiyê de sivîl hatiye hedefkirin
Balafirên şer ên Tirk di bomberdûmana li Kunemasiyê de wesayîtek kirine hedef. Hate ragihandin ku di êrîşê de şehîd û birîndar nîne.