KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YRK: Rejîma Îranê dest bi operasyoneke berfireh kir
Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku hêzên rejîma Îranê li qadên Merîwan, Çilçeme û Dîwandereyê dest bi operasyoneke berfireh kirine. -
Girtiya jin a Kurd Celaliyan kete greva birçîbûnê
Çalakgera jin a Kurd Zeynep Celaliyan a ku rejîma Îranê ew girtibû, ji bo ku tedawiya wê were kirin çar roj in ketiye greva birçîbûnê. -
YNK'ê hişyariya vekişîna ji hikumetê da
Hevserokê Giştî yê YNK'ê Lahor Şêx Cengî têkildarî nakokiyên hikûmetê yên li gel Bexdayê û nedana mûçeyên karmendan hişyariyek da û got, daxwazên wan bi cih neyên yek ji biryarên wan ê sereke ew e ku ji hikumetê û parlamentê vekişin. -
'Zîlan ruhê serketinê ye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku ew bi ruhê fedayî û xeta têkoşînê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) mîna volkanekî bi ser dijmin ve diçin. -
Patrîk Sako êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Patrîkê Keldanî Loûîs Raphael Sako diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk de yên li ser Başûrê Kurdistanê gelê Keldan û Asûrî dibin hedef û êrîş şermezar kir. -
'Gelên Tirkiyeyê li dijî zext û zilmê li dora HDP'ê dicivin'
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir, ku AKP'ê ji sala 2015'an û vir ve êrişên xwe yên li ser destketiyên gelê Kurd zêde kiriye û got, gelên Tirkiyeyê li dijî zext û zilmê li dora HDP'ê dicivin. -
Girtiyê nexweş Bozkurt jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Bedrî Bozkurt ê 76 salî ku li Girtîgeha Amedê dihate ragirtin, jiyana xwe ji dest da. -
Bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk li Mexmûrê hate protestokirin
Jin, ciwan, zarok û kal ên Mexmûrê ku daketin qadan bi meşeke girseyî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Kurdan û Başûrê Kurdistanê protesto kirin. -
Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
Balafirên keşfê li ser esmanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê pir nizim difirin. -
Li Girê Dupişk ê Heftanînê şer diqewime
Di saetên şevê de li Girê Dupişk ê Heftanîn a Herêma Parastinê ya Medyayê şer diqewime. -
Ji bo lêkolînkirina dagirkeriya Tirk heyetek artêşa Iraqê serdana Behdînan kir
Heyeta bi pêşengtiya Serokatiya Fermandarê Giştî ya Parêzvanên Sînor Ferîq Rûkin Hemîd pêk tê ji bo lêkolînkirina êrî û dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdisanê serdana Behdînanê kir. -
Li Kerkûkê hinek li ser PKK’ê li pey provakasyonan in
Di nava çend rojên borî de hinek li Kerkûkê ketina pey provakasyonan û PKK’ê bi çirandina alên Iraqê û hildana alên xwe sûcdar dikin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Heftanînê dibarîne
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li qadên Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne. -
HPG: Li Heftanînê 34 leşker hatin cezakirin
HPG'ê encamên çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê eşkere kir. Li gorî vê yekê 34 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li 2 helîkopterên Kobra hate xistin. -
Dîmenê çalakiya Heftanîn ku 11 dagirker hatibûn cezakirin hat weşandin
Gerîla Tv, dîmenê çalakiya li Heftanînê ku 11 leşkerên Tirk hatibûn kuştin weşan. -
Gerîla klîbeke nû pêşkêş kir: Cenga Heftanînê
Koma Şehîd Çîçek Botan ku komeke muzîkê ya gerîla ye, bi navê "Cenga Heftanînê" klîbeke nû weşand. -
Şeladizê cara duyemîn rabû ser pêyan, ultîmatom da
Gelê Şeladizê piştî saleke din li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û PDK a ku destûrê dide êrîşan rabû serhildanê. Vê carê daxwaz zelal bûn, divê baregeha Tirkan were girtin, êrîş were sekinandin. Sê roj dem dan PDK’ê. -
Li Êlihê hejmara mirovên hatin destgîrkirin bû 18 kes
Li Êlihê hejmara mirovên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin bû 18 kes. -
Pîro Dêrsim: Faşîzm ne bi hilbijartinê lê bi berxwedanê diçe
Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim bal kişand ser êrîşên AKP û MHP’ê yên li ser girtiyên siyasî û got ku faşîzm ne bi hilbijartinê bi berxwedanê dikare biçe. -
HPG'ê 3 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em ê di nava têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranînên van hevrêyên xwe derkevin." -
Di pêşengeha jinên ciwan de wêneyek: Dayika Şehîd Egît
Têkoşîn, bi xêzkirina wêneya Dayika Xalîse diyar dike ku êşa ku li Amed, Dêrsim, Mêrdînê tê jiyîn li Silêmanî, Hewlêr, Ranya û Helepçe tê hîskirin. Têkoşîn, sînorên dagirkeriyê nas nekiriye û bi wêneya xwe bûye hestên milyonan jinên Kurd. -
Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş û 6 kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Êlihê, Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin. -
AKP'iyan VOTAŞ kirine çavkaniya jêxwarinê
Kargeha Çandiniya Organîze ya Wanê (VOTAŞ) ku mezintirîn navenda çandinî û sewalkariyê ya li Tirkiyeyê ye, ji bo AKP'iyan veguheriye çavkaniyeke jêxwarinê. -
Xaka xwe dewlemend e, lê gelê xwe xizan e
Colemêrg yek ji wan herêman e ku li tevahiya cîhanê ji aliyê çavkaniyên çînko û zirîçê ve herêmeke dewlemend e. Tevî ku 20 sal in ji Colemêrgê zirîç û çînko ji Îran û Çînê re tên firotin, yek ji bajarên herî xizan e. -
Karayilan: Em ketine serdemeke nû
Doza azadiyê ya Kurdistanê ketiye serdemeke nû. Dewleta Tirk li dijî doza mafdar a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li dijî statuya gelê Kurd dest bi êrişeke berfireh kiriye. Çar aliyên Kurdistanê divê pêvajoyê rast fêhm bikin.