KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Bi xeta Zîlanan wê tecrîda Îmraliyê were şikandin'
Endama Koordînasyona PAJK ê Şîmal Ulkem diyar kir ku wê bi xeta Zîlanan tecrîda Îmraliyê were şikandin. -
Ûçar: Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin
Li dijî desteserkirina mafên parêzeran, Baroya Wanê jî tevlî meşa ber bi Enqereyê ve bû. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûça got, "Heta ku qanûn bê betalkirin em ê çalakiyan bikin." -
Dewleta Tirk 37 sal in li Başûr komkujiyan dike
Dewleta Tirk ku di bombardûmana sê rojên dawî de 7 sivîl qetil kir, 37 sal in li Başûrê kurdistanê komkujiyan dike. Kendakolê, Zergelê, Kortek çend ji van komkujiyan e. -
Balafirên şer ên Tirk qada Xantûrê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker qada Xantûrê ji hewa ve bombe dike, sewqiyateke zêde jî tê kirin. -
Balafirên şer ên Tirk gundê Perexê yê Derkarê bombe dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundek Perexê yê ser bi Zaxo bombe dike. -
Leşker û cerdevan ev 4 roj in li Elo Dîno di kemînê de ne
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji qereqola gundê Bafê cerdevan û leşker bi şev bi dizî derketin û li Keleha Elo Dîno kemînan datînin. -
Di doza Nisêbînê de ceza dane girtiyeke dî jî
Di Doza Nisêbê de cezayê miebete girankirî û 18 sal ceza li Nûbahar Ozdemîr hate birîn. -
Lahor Şêx Cengî: Silêmanî bajarekî Kurdî ye
Hevserokê Giştî yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi gotina ‘Silêmanî bajarê Kurdî ye, ji bo wê ye jêre tê gotin bajarê helmet û qûrbanî’ bersiva propagandayên nerast ên Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çawîşoglû da. -
Dewleta Tirk li gundê Golka jî ciwanekî Kurd şehîd kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Golka ê Metînayê bombe kir. Bi bombebaranê re ciwanekî Kurd şehîd bû. -
HPG: Li Heftanînê derbên giran li dagirkeran têne xistin
Li dijî tevgera dagirkirinê ya artêşa Tirk ku li ser Heftanînê daye destpêkirin, hêzên gerîla berxwedaniyeke mezin dikin. Di çalakiyan ji 20'î zêdetir dagirker hatin cezakirin. -
Balafirên Tirk bombe li Sîdayê barandin: 4 gundî şehîd bûn- NÛ BÛ II
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Sîdayê barandin. Li gorî agahiyê destpêkê 2 kes ji eşîra Rêkanî du jî ji eşîra Oremar şehîd bûne. -
TJA: Desthilatdarî penaberan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêle
TJA'yê bi wesîleya Roja Penaberan daxuyaniyek da û diyar kir ku desthilatariya AKP-MHP'ê penaberan ji mafên însanî jî bêpar dihêle. -
Li Çewlikê 3 kes ji heman malbatê hatin destgîrkirin
Li gundê Kiraçtepe ya navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, di operasyona hêzên Tirk, bavek, kurê wî û ferdekî din ê ji heman malbatê li Stenbolê hatin destgîrkirin. -
HDP'î li Rihayê bi coş hatin pêşwazîkirin
Rihayiyan bi coşeke mezin HDP'iyên tevlî Meşa Demokrasiyê bûn pêşwazî kirin. Gel astengiya polîs û jendermeyan nas nekir. -
HDP'iyan ji Amedê berê xwe dan Edeneyê
Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê dewam dike. Meşvan ji Amedê bi rê ketin û berê xwe dan Edeneyê. Polîsan hewl dan li pêşiya meşvanan bibin asteng, lê nekarîn. -
Leşkerên Tirk li 15 gundên Tetwanê derketina derve 'qedexe' kir
Leşkerên Tirk li 15 gund û gundikên navçeya Tetwan a Bedlîsê, bi hinceta operasyonê derketina derve 'qedexe' kir. -
Li Amedê 2 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 2 kes hatin destgîrkirin. -
Koçyîgît: HDP ji bo vî welatî garantiya aştî û yekîtiyê ye
Wekîla HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî zextên li ser HDP'ê axivî û got, "HDP arantiya yekîtî û aştiya li vî welatî ye. Eger li vî welatî tiştekî bi navê yekîtî, azadî û demokrasiyê hebe, ev yek bi saya HDP'ê, gel û hêzên demokratîk e." -
'Êzidî wê ti carî terka axa xwe nekin'
Ji Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Şivan Mûrad, Elî Brahîm û endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî gotin, li dijî êrişên dewleta Tirk wê civaka Êzidî xaka xwe neterikîne. -
'Bêhn li vî welatî çikiya ye, em dixwazin jê re bibin nefes'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir, di demekê de ku bêhn li gelan, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl hatiye çikandin, meşa wan wê bibe bêhnek ji wan re. -
Li Silêmanî gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan
Li bajarê Silêmaniyê bi hezaran kes li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan. -
HDP’î li Amedê bi gel û dikandaran re hatin ba hev
HDP’iyên ku Meşa Demokrasiyê li Kurdistanê didomîne, li 4 navendên Amedê serdana gel û dikandaran kir. -
HDP û KCD çûn serdana erdhejzedeyan
Heyeta HDP û KCD’ê îro çûn serdana gund û mezrayên Çewligê yên ku erd lê hejiyabû. -
Artêşa Tirk gundên Dihok û Amêdiyê bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker gundê Sêxê yê Xiristiyanan a girêdayî Dihok û devera Nêrwe û Rêkan a ser bi navçeya Ameêdiyê bombe kirin. -
HDP’iyan li Amedê serdana saziyên civaka sivîl kirin
Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê dewam dike. Di çarçoveya meşê de li Amedê serdana rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê hatin kirin, peyamên têkoşîna hevpar hatin dayîn.