KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Heftanînê bi dehan leşker hatin cezakirin
HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li Heftanînê û çalakiyên gerîla agahî da û diyar kir, "Di şer û çalakiyan de bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin." -
Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
Piştî bombardûmana balafirên şer a şeva Yekşemê, balafirên keşfê ji nû ve li ser kampa penaberan a Mexmûrê digerin. -
Komîteya piştgiriya bi malbatên şehîdan re ya PKK'ê: Her çalakî rewa ye
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PK'ê nerazîbûneke tund nîşanî hovîtiya li dijî şehîdgehan da û diyar kir, ku bersiva bi her rengê çalakiyan, rewa ye. Komîteyê destnîşan kir ku hikumeta Tirk li ber hilweşînê ye." -
PJAK: Êrîşên faşîst ên Tirkiyeyê qirkirina gelê Kurd e
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê, ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. -
Daxuyaniya PKK'ê ya li ser doza Palme: Me biryar dan ku tevlî bibin
Komîteya Dîplomasiyê ya PKK'ê têkildarî girtina dosya lêpirsîna kuştina Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme daxuyaniyek da û diyar kir, "Me biryar dan ku tevlî bûyerê bibin û bûyerê yekser bişopînin." -
Ciwanên Binarê Qendîlê: Em ji bo parastina xaka xwe amade ne
Ciwanên Binarê Qendîlê, li hember êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Heftanîn bi daxuyaniyek helwesta xwe diyar kirin. Ciwanan gotin, "Em ji bo parastina xaka xwe amade ne." -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bîrsen li Amedê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Omer Bîrsen ku li Şirnexê sala 2018'an di şer de şehîd bû, li taxa Kirkincik a navçeya Rezan a Amedê, di nava dorpêçiya leşkeran de hate veşartin. -
Dewleta Tirk bombe li Sîdekanê barand: Sivîlek hate qetilkirin
Balafirên şer ên Tirk bombe li sivîlên li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê barand. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da. -
Banga li ciwanan: Bikevin nava liv û tevgerê
Wekîla HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku wan bi navê Meclîsên Ciwanan dest bi pêngaveke nû ya têkoşînê kirine û ji bo azadî, perwerdeya bêpere ya bi zimanê dayikê, cîhaneke ekolojîk, jiyaneke demokratîk û wekhev bang li ciwanan kir. -
Meşa Demokrasiyê li Amedê ye
Heyeta ‘Meşa Demokrasiyê’ ya ji Wanê ketin rê bi coşekî mezin li Amedê hatin pêşwazîkirin. Heyetê bi gotina; ‘Spasiya Amedê ya paytexta berxwedanê ye dikin’ peyamên yekîtiya netewî da. -
Li Bismilê bi gaza îsotê êrîşî HDP’yiyan hate kirin
Li Bismilê polîsan bi gaza îsotê êrîşî HDP’yiyan kir ên ku di çarçoveya ‘Meşa demokrasiyê’ de li wir bûn. -
Cezayê girtîgehê li hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê hate birîn
Cezayê girtîgehê li hevşaredarên Rêya Hevrîşmê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kûrt hate birîn. -
Avahiya HDP'ê hate dorpêçkirin
Ji bo gel li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê ji bo pêşwazîkirina meşvanên ji Colemêrgê li hev kom nebe, bi bendan dor li avahiya HDP'ê hate girtin. -
Meşa Demokrasiyê: Nehiştin ku Mêrdînî ji bajêr derkevin
Mêrdîniyên ku xwestin tevlî Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê bibin, ji ber astengiyan nekarîn ji bajêr derkevin. -
Nasnameyên 3 gerîlayan hate aşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku Gulanê li Herekolê şehîd bûne ragihand û got, ‘’Hevrêyên me Bêrîtan, Gever û Serhildan di nav berxwedana gerîla de bi fedakariyeke mezin cihê xwe girtine û heta hilma xwe ya dawî ji bo azadiya gele me şer kirine.’’ -
HPG: Bersiva herî xurt wê ji dagirkeriyê re bê dayin
HPG'ê ragihand artêşa Tirk li Heftanînê bi desteka hewayî tevgera dagirkirinê daye destpêkirin û got, ''Navê vê tevgera dagirker a ji bejahiyê her çi dibe bila bibe, bi rengekî karîger wê were bersivdan û dewleta TC’ê wê derba dîrokî bixwe.'' -
HDP'î bi piştgiriye xurt ber bi Bedlîsê ve dimeşin
Beşdarên Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê ber bi Bedlîsê ve bi rê ketin. Meşvan li her cihî bi tilîlî û dirûşman hatin pêşwazîkirin. Parlamentera HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku astengî wê bi ser nekevin. -
Gelo bombeya kîmyewî jî avêtin Mexmûrê?
Mexmûriyan diyar kirin, bombeyeke ku dewleta Tirk avêt herêma Mexmûrê û li tehtekî ket, ji bombeyên din cuda bû. Mexmûriyan bal kişandin ser şewata ji ber teqînê û bêhna ku piştre li derdorê belav bû û gotin, dibe ku çeka kîmyewî be. -
'AKP-MHP'ê ji bo astengkirina HDP'ê nîvê welêt qedexe kir'
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî êriş û astengiyên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî meşa HDP'ê da û diyar kir, "Desthilatdariyê ji bo HDP'ê asteng bike, li nîvê welêt qedexeya derketina derve ragihand." -
Muebeta giran û 20 sal ceza li Doza Nisêbînê hate birîn
Cezayê muebeta giran û 20 sal cezayê girtîgehê li Rojhat Aydin hate birîn ê ku di Doza Nisêbînê de dihat darizandin. -
Li rojnamevan Canozer ji ber 'ecibandinan' cezayê girtîgehê hate birîn
Li nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer salek û 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ji bo hincetê jî ecibandina parvekirinên li medya dîjîtal hate nîşandan. -
Jinên Wargeha Mexmûr: Armanc tinekirina Kurdan e
Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bal kişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr, Qadên Parastina Medyayê û diyar kirin armanca sereke ya êrîşên Tirk ne tenê PKK lê tinekirina Kurdan e. -
KCK: Heta ku bi fermî lêborîn neyê xwestin doza Palme nayê girtin!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê lêpirsîna li ser Olof Palme ya ku 34 sal şûnde hate girtin, got ku “Heta ku ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin ev doz divê neyê girtin” û xwest ku divê bi fermî lêborîn were xwestin. -
KCK: Em li ber êrişên qirker rabin, têkoşînê mezin bikin
KCK li ber êrişên qirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê rabû û bang li Kurdan û hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku li ber êrişên mêtinger qirker rabin û têkoşînê mezin bikin. -
‘Armanca projeya AKP û Erdogan tinekirina hemû Kurdan e’
Çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec got: “Armanca van êrîşên Tirkiyê ne tenê PKK ye, ev êrîş li ser tevahiya partiyên Başûrê Kurdistanê ye.”