KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP’ê hate birîn
Dadgeha Tirk bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî birî. -
'Meşa Demokrasiyê' dewam dike: Heta ku faşîzm bi dawî bibe...
Beşdarên 'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê, ji Wanê berê xwe dan Bedlîsê. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Heta ku faşîzm bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin." -
Serokeşîrên Ereb li ber êrîşên dewleta Tirk rabûn
Eşîr û serokeşîrên Ereban êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku wê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. -
IGFM: Divê Elmanya li bara êrîşan bêdeng nemîne
Yekîtiya Mafê Mirovan a Navnetewî (IGFM) êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û di serî de Elmanya, xwest ku welatên Ewropî bêdeng nemînin. -
Akgul: Divê em bi yekîtiyê bersiva herî xurt bidin êrişan
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Adnan Akgul nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê da û got, "Divê em bi yekîtiya xwe bersiva herî xurt bidin êrişan." -
Li Kerkûkê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin
Welatî û aliyên siyasî yên li Kerkûkê êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker ên şermezarkirin, daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kirin li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin xwedî helwest. -
Şewata li Cûdiyê derketibû didome
Şewata li navbera gundê Dader û Hesena yên li Çiyayê Cûdî derketibû hê jî dewam dike. -
Welatiyên Êzidî: Divê Êzidî li ber êrîşan bê helwest nemînin
Welatiyên bajarokê Sinûnê diyar kirin di bin van êrişên dewleta Tirkiyê de komsepteke navdewletî heye û divê gelê Ezidî li hemberî van êrîşan bi vîn û helwestên xwe bêdeng nemînin. -
Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
Rêxistinên çapemeniyê yên Tirkiye û navneteweyî ji bo rojnameger Nedîm Turfent ê ku ev 1500 roj in girtî ye dest bi kampanya îmzeyan kirin û xwestin Turfent serbest bê berdan. -
Sancar: Desthilat darbekar e, em li dijî darbeyê dimeşin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi gotina; ‘Desthilat darbekar e, em li dijî darbeyê dimeşin’ peyama biryardariyê da. -
Li Avaşîn, Çelê û Xakurkê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 15'ê Hezîranê li herêmên Avaşîn, Çelê û Xakurkê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatine lidarxistin. -
Rûniştina darizandina polîsê ku Kûrkût qetil kir, pêk hat
Rûniştina doza polîsê ku Kemal Kûrtût qetil kir, pêk hat. Polîsê kujer bi bahaneya 'karantînayê' tevlî rûniştinê nebû. Rûniştin hate taloqkirin. -
'Bi berxwedanê wê stratejiya wan têk biçe'
Ji Rêveberiya KCK'ê Huseyîn Dîcle diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo tunekirina Kurdan, ji bo bidawîkirina hebûna Kurdan biryareke stratejîk wergirtiye û destnîşan kir, ku ev yek tenê bi berxwedanê dikare bê têkbirin. -
Tevgera Azadî nerazîbûneke tund nîşanî êrişan da
Tevgera Azadî diyar kir ku bombardûmana dewleta Tirk nîşaneya planeke metirsîdar a li ser Başûrê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku gelê hatiye enfalkirin wê ti carî dest ji azadiya xwe bernede û her têbikoşe. -
YPS’ê li Cizîrê li wesayîta zirxî ya polîsan da
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Yavûzel a YPS’ê di 11’ê Hezîranê de li Cizîrê bi molotofan li wesayîta zirxî ya polîsan da. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya di 4’ê Hezîranê de du gerîla şehîd bûne. HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir. -
Welatiyên Asayîşa PDK’ê li Hewlêrê destgîrkiribûn hatin berdan
Welatiyên di dema çalakiya protestokirina êrîşên Tirkiye yên ser Herêmên Parastina Medyayê, Mexmûr û Şengalê de aliyê PDK’ê ve hatibûn astengkirin, hatin berdan. -
Li Çemçemal dagirkerî hate protestokirin
Bi pêşengtiya ciwanan êrîşên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê li parka Newroz a Çemçemal çalakiyek hate kirin. -
Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd banga serhildanê kir
Partiyên yekîtiya Niştimanî ya Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a bê navber dewam dike, banga serhildanê li gelê Kurd kir. -
Artêşa Tirk gundên Bradostê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Biradost topbaran dike. -
Xelkê Mexmûr: Êrîş me lewaz nakin berovajî xurtir dikin
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rusten Cûdî (Mexmûr) bi meşek girseyî êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir. -
Sancar: Ji bo demokrasiye divê hemû kes werê cem hev
Ligel ku li dijî baskê meşa “Li Hemberî Darbayê Meşa Demokrasiyê” ya ku ji Colemergê destpêkiribû û li Wanê rastî êrîşkirina polîsan hat heyet bi coş hate pêşwazîkirin. -
Li dijî êrîşên dewleta Tirk Şengalî meşiyan
Bi sedan welatiyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Şengaliyan bang li hikûmeta Iraqê kirin ku helwesta xwe li ser van êrîşan zelal bike. -
Asayîşa PDK’ê çalakiya Hewlêr asteng kir, 45 kes jî destgîrkirin-NÛ BÛ II
Li bajarê Hewlêr dema ku welatiyan xwestin êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistan, Mexmûr, Şengal û qadên gerîla şermezar bikin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin. Di çalakiyê de 45 kes hatin destgîrkirin. -
Welatiyên Silêmanî li dijî êrîşan meşiyan-NÛ BÛ
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Silêmanî bi pêşengtiya Koma Wijdan de li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a qirker li Silêmaniyê Kolana Salim ya Baxê Giştî dest bi meşê kirin.