KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gorurê ku leşkeran ew qetil kiribû hate veşartin
Li Taxa Qaşqolê ya Elbakê leşkeran gule li ciwanê bi navê Emrah Gorur reşandibû û ew qetil kiribû. Cenazeyê Gorur hate veşartin. -
HDP’yî ketin Colemêrgê
HDP di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de kete Colemêrgê. -
HDP’ê li ser pira ciwanan a Denîzan meşa demokratîk da destpêkirin
HDP’ê li ser Pira Ciwanan a Denîzan a li Colemêrgê meşa demokrasiyê da destpêkirin. -
Li Kanîreşê ji ber erdhejê mirov birîndar bûn
Ji ber erdheja li Kanîreşa Çewligê li gundên Çêrmeyê hin kes birîndar bûn. -
Li Kanîreşê erd hejiya-HATE NÛKIRIN
Li Kanîreşa Çewligê bi pileya 5,9 erd hejiya. -
Sancar û parlementer li Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlementer, li Wanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. -
Peyman Viyan: Jinên Kurd û Îranî divê bi îradeyeke hevbeş têbikoşin
Peyman Viyan bal kişand ser zêdebûna êşkenceya derûnî û fîzîkî ya rejîma Îranê ku di kesayetiya Zeyneb Celaliyan de li dijî îradeya siyasî ya jinan tê kirin û destnîşan kir, ku jinên Kurd û Îranî divê bi îradeyeke hevbeş têbikoşin. -
Leşkerên Tirk ciwanekî Kurd li Wanê qetil kir!
Li Elbakê leşkerên Tirk ciwanekî Kurd ê bi navê Emrah Gorur qetil kir. -
HPG: Li bejahiya Şirnexê leşkerekî dijmin hate cezakirin
Li bejahiya herêma Cûdî ya Şirnexê di encama çalakiyeke sûîqestê ya hêzên gerîla de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin. -
HDP Wan: Em ê şandeya xwe pêşwazî bikin!
Walîtiya mêtinger a Wanê beriya meşa HDP'ê ketin û derketina nav bajêr qedexe kir. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Okkeş Kawa got, ew ê pêşwaziyê li şandeyê bikin. -
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bang li gel kir
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha li Şengalê kes bi vîrûsa koronayê neketiye, lê belê metirsî hîn jî dewam dike û bang li şêniyên herêmê kir ku tevdîrên xwe sist nekin. -
Meşa HDP'ê bû tirsa dilê AKP'ê
Beriya meşa HDP'ê ya ber bi Enqereyê ve, piştî biryara qedexeyê ya li Colemêrg, Wan û Tekîrdagê, li Şirnexê jî "çalakî û xwepêşandanên" li bajêr li gel ketin û derketina nava bajêr hatin qedexekirin. -
Xelkê Şengalê vedigere ser xaka xwe
Xelkê Şengalê yê ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê neçar mayî xaka xwe biterikîne vedigere ser warê xwe. -
Qadek ji bihuşta li ser rûyê erdê: Gundê Emera
Dema mirov ji quntara çiyê lê dinere, deşteke ku bi rengê bêhempa yê biharê xemiliye dibîne. Ev dever qadeke navbera Kanîreşê û Gimgimê ye. Yek ji bihuştên li ser rûyê erdê, gundê Emera ye. -
Li Kerkûkê 47 kesên din bi şewba koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand: “Îro li Kerkûkê 47 kesên din bi şewba koronayê ketine.” -
Wê gelê Helebçeyê bi pêşengtiya jinan meşekê li dar bixin
Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) wê roja 15’ê Hezîranê bi mebesta şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk û tundiya li ser jinan meşekê li dar bixin. -
HPG'ê derbarê êrîşên dagirker daxuyanî da -HATE NÛKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Waliyê mêtinger ê Wanê Meşa Demokrasiyê 'qedexe' kir
Waliyê mêtinger ê Wanê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê 'qedexe' kir. -
‘Di xebatên kongreya netewî de ya girîng siberoja Kurdistanê ye’
Hevserokê DTK’ê Bedran Ozturk, têkildarî Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurd axivî û got: “Di vê xebatê de girîngiya partiyan nîne. Girîngiya siberoja gelê me û Kurdistanê heye.” -
Waliyê Kerkûkê Cibûrî daxwaza vegera Erebên derdor a li Kerkûkê kir
Waliyê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî bi belgeyekî veşartî, daxwaza komekî Erebên li derdor ji bo sinorên bajarê Kerkûkê kiriye. -
Dewleta Tirk ji bo qalekolê bi hezaran dar birî
Ji bo çêkirina qalekola di nabeyna gundên Sobitnê û Bêşerê de li Çiyayê Cûdî tê avakirin bi hezaran dar têne birîn. -
HPG’ê nasnameya şehîdên Îdirê eşkere kir
HPG’ê ya ku nasnameya 4 gerîlayên ku 8’ê Hezîranê li Îdirê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Hevrêyên me Hejar, Mezlûm, Sarîna û Serhet, berxwedanekî destanî raberkirine.” -
Bavê gerîla û girtiyan Ateş çû ber dilovaniya xwe
Bavê gerîla û girtiyan Teyfîk Ateş, xwîn çû ser mêjiyê wî, li ser vê çû ber dilovaniya xwe. -
Êrîşên sîstematîk ên dewletê ya li Herêma Zîlan didomin
Armanca esasî ya dewleta Tirk a li Herêma Zîlan a nêzî 90 sal in bi qetlîam, koçberî, bendav, talan, mêtingerî û HES’an dixwaze sirûşt, dîrok, erdnîgarî û siberoja gelê Kurd tine bike. -
Bertîlxwerê Elbakê Mûgdat ê AKP’î!
Li Elbak a hê birînên erdhejê nehatî pêçan hinek AKPy’iyên ku ketin tevgerê li dorî Mûgdat Sarihan ê AKP’yî kom dibin bi vekirî pere û bertîlan ji xelkê digirin.