KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kalkan: Wê Pêngava Tolhildana Qasim Engîn were destpêkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan got şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bûye sedema êş û hêrseke mezin û got, bi pêngava tolhildanê ya ku wê bi navê wî dest pê bike, wê ji pergala qirker hesab were pirsîn. -
Ciwanên Başûr: Soza Kasim Engîn soza me ye
Ciwanên Başûr ên bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo Endamê KN a PKK’ê Kasim Engîn meşek bi meşale lidar xistin, gotin: “Soza Kasim soza me ye, em li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Apo li dijî dagirkeran bisekinin." -
Di operasyona li ser TÛAY-DER’ê de 7 kes hatin girtin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê li ser TÛAY-DER’ê hate kirin de ji 22 kesên hatibûn destgîrkirin 7 kes hatin girtin. -
Asayîşa PDK’ê rê nadin ku Êzidî vegerin Şengalê
Asayîşa PDK’ê rê neda 50 malbatên Êzidî yên ku tevî belgeya wan a derketina ji kampê hene ku vegerin Şengalê. 50 malbat niha li gundê Xetarê ya di navbera Dihok-Mûsilê de tên ragirtin. -
Li Heftanîn û Qilabanê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftanînê û bejahiya navçeya Qilabanê ya Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed/Şehîd Sakîne Cansiz/Şehîd Baran Dersim li Amedê di 10'ê Hezîranê de sê çalakî li dar xistin. -
Derî hatin vekirin, hejmara nexweşan zêde dibe
Li Îranê di pêla duyemîn a şewba koronayê de hejmara nexweşan zêde dibe. Vekirina deriyên sînor ên Wan-Îran û Colemêrg-Îran rê li ber metirsiyê vedike. Li Wanê hejmara nexweşan zêde dibe. -
Togrûl: Kurd ji vê polîtîkaya zordar gelekî aciz in
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, êrişên li dijî partiya wan di nava hilbijêrên wan de bûye sedema hêrsê û got, "Li her derê nerazîbûna li dijî êrişên li ser HDP'ê heye." -
Ciwanên Başûr wê ji bo Kasim Engîn sibe bi meşaleyan bimeşin
Ciwanên Başûrê Kurdistanê wê bi pêşengiya Ciwanên Welatparê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşeke bi meşaleyî lidar bixin. -
Balafirên Tirk bombe li herêma Bradost barand
Balafirên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Xelîfan a herêma Biradostê barand. Ji ber bombebaranê agir bi dexlûdanê gund ket. -
Wan di bin kavilan de hişt û bû waliyê Amedê
Waliyê Entalyayê Munir Karaloglû yê ku li Amedê hate peywirdarkirin, di dema erdheja Wanê de bi kirinên xwe yên dermirovahiyê û bi qetlîama otelê ya ku 24 kes lê bimirin, tê naskirin. -
Ji Heftanînê heta Dersimê çalakiyên gerîla
HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla ji Heftanînê heta Dersimê li gelek deveran li artêşa Tirk a dagirker xistine û herî kêm 12 leşker hatine kuştin. HPG'ê her wiha nasnameya gerîlayekî li herêma Gabarê şehîd bû eşkere kir. -
Yekîneya Tolhildanê ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat (Bedran) ji bo bîranîna Kasim Engîn çalakiyek kir û diyar kir, "Hêzên xayin û hêzên dewletê wê her tim di hedefa me de bin." -
Ferîde Alkan: Serketina li dijî faşîzmê tenê bi berxwedanê dibe
Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku armanca bingehîn a dijminên Kurdan, tunekirina yekîtiya gelê Kurd e û got, xeta berxwedanê wê li dijî faşîzmê bi ser bikeve. -
Rêveberiya Şengalê bi malbatên şehîdan re civiya
Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi malbatên şehîdên Şengalê re ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan civiyan. -
Beştaş: Divê em li her cihî balê bikişînin ser darbekariya AKP'ê
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku HDP bi gel re têkoşîna xwe didomîne û got, "Divê her kes li her cihî balê bikişîne ser darbekariya AKP'ê." -
KCK: Hevrê Kasim ji bo hemû erkan bi berpirsyariyeke şoreşgerî rabûye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî şehîdbûna Endamê KN ya PKK’ê Kasim Engîn daxuyaniyek da got: “Ji bo wî hebûna Kurdan a li rojavayê Firatê û azadiya Kurdistanê erkekî pîroz bû. -
HPG: Li Şaxê 13 leşker û kontra hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li bejahiya Şaxê li dijî wesayiteke transîtê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de 13 leşker û kontra hatin kuştin. HPG'ê diyar kir ku yên hatine kuştin karker nînin, yekîneyên taybet ên leşker û kontrayên artêşa Tirk in. -
Leşkerên Tirk êşkence li gundiyan kir, gule li heywanan reşand
Leşkerên Tirk li Farqînê di dema operasyonê de girte ser malan, êşkence li gel kir û gule li heywanan reşand. -
QSD: Qonaxa destpêkê ya pêngavê bi dawî bû
QSD'ê ragihand ku qonaxa destpêkê ya pêngava wan a li dijî DAÎŞ'ê bi dawî bûye, qadeke bi rêjahiya ji 175 kîlometreyî û firehiya 60 kîlometreyî hatiye paqijkirin, 110 kes hatine destgîrkirin. -
Elîf Haran: Em ê bi paş ve gavê neavêjin!
Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî endam û rêveberên komeleyê da û got, "Em ê girtîgehan her tim bixin rojevê. Em ê ji têkoşîna xwe ya maf paşve gavê neavêjin." -
'Çiyayên azad fîlozof û fermandarê xwe yê mezin ji dest da'
Malbata Nazlikûl: Em di wê baweriyê de ne ku ne bi girî, lê belê bi têkoşînê û cihgirtina li nava refên têkoşîna azadiyê wê dilsoziya bi hevrê Kasim û têkoşîna wî bê nîşandan. -
Li Amed û Mêrdînê 5 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Amed û Mêrdînê di serdegirtina malan de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Emrûllah Kalkan û 4 kes destgîr kirin. -
Leşkerên Tirk 6 gorên din xera kirin
Leşkerên Tirk ên li navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kirin, li taxekê 6 gorên din xera kirin. -
PJAK: Xwedîderketina li nirx û armancên şehîdan erka welatparêziyê ye
Meclîsa PJAK'ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê li ser şopa şoreşgeriya wî, ji bo Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk têkoşîna xwe xurt bikin.