KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şaredarê AKP'î yê Artemêtanê dest bi talan û birîna spîndaran kir
Şaredarê Artemêtanê yê AKP'î, bi îdîaya ku dibe sedema polenê û nexweşiyên alerjîk, dest bi birîna spîndaran kir. Şaredarê AKP'î yê talanker Îsmaîl Say heta niha bi hezaran dar birî. -
Rê neda cenazeyê gerîlayê TÎKKO/TKP-ML Ataş bikeve Dersimê
Rê nehate dayîn ku cenazeyê gerîlayê TÎKKO/TKP-ML Ataş ê di şerekî li Pîlemûriyê de şehîd bûbû bikeve Dersimê. -
Li Hewlêrê xwepêşandanên gel destpê kir
Xelkê Kelekê ya girêdayî Hewlêrê ji bo debar û jiyana xwe li benda kontrolê ya di navbera Hewlêr-Dihokê ya li Kelekê de dest bi xwepêşandanekê kiriye. -
Balafirên şer ên Tirk Amêdiyê dîsa bombe kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Amêdiyê ya ser bi herêma Behdînanê bombebaran kirin, ziyanek mezin gihandin xwezaya deverê. -
Malbata Bûlût şehîdên xwe bibîr anî
Malbata Ehmed Bûlût a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê dijî, bi merasîmekê şehîdên xwe bibîr anî. -
Li Elbakê 3 leşker hatin kuştin
Hêzên gerîla li navçeya Elbak a Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Kela Esmerê diçû qereqola Xelkavayê çalakiyeke sabotajê kirin. Derb li wesayitê hate xistin û herî kêm 3 leşker hatin kuştin. -
Polîsan bi copan êşkence kirin, hewl dan ku bixeniqînin
Di rapora ÎHD'ê û TÎHV'ê û Baroya Amedê de hate gotin M.E.C li emniyetê êşkence lê hatiye kirin. -
Li Amedê mekîneyên kar ên qeyûmê dagirker hatin şewitandin
Li Amedê Yekîneya Tolhildanê mekîneyên kar ên qeyûmê dagirker şewitandin. Yekîneyê ragihand ên ku êrîşê tînin ser gel wê werin cezakirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê li dijî faşîstên alîgirên AKP û MHP’ê çalakî li dar xistin. -
Ciwanekî Êzidî li navçeya Şêxan bi lêdanê hate destgîrkirin
Li navçeya Şêxan a Duhokê, ciwanekî Êzidî Ehmed Mîrza yê li kampê dima bi lêdanê ji aliyê asayîşa navçeyê hate destgîrkirin. -
Waliyê Wanê gel sûcdar dike
Waliyê Wanê û Qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez ji zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê gel sûcdar kir. -
Li Mexmûrê heşt çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Îro saet 19:00’an balafirên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê bombe li komekî ya çeteyên DAÎŞ’ê ku li nêzî gundekî ya dikeve binarê rêzeçiyayê Qereçoxê barand. Di encamê de her 8 çete hatin kuştin. -
Li Kerkûkê 35 kes bi vîrusa koronayê ketin
Rêveberiya Wezareta Tendirustiyê ya Kerkûkê daxuyanî da û ragihand: “Îro 35 kes bi vîrusa koronayê ketine.” -
Li Colemêrgê li dagirkeran hate xistin, li Bedlîsê sê gerîla şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Çelêya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku li Bedlîsê sê gerîla di êrîşa hewayî de şehîd bûne. -
Li Iraqê nêzî 10 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn
Rêveberiya Parastina Şaristaniya Iraqê bîlançoya şewitandina zeviyên cotyaran ragihand. Li gorî vê yekê nêzî 10 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîne. -
Li bejahiya Mexmûr û Kerkûkê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê
Li nêzîkê Mexmûrê artêşa Iraq û Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAÎŞ'ê operasyoneke berfireh pêk anîn. Li Kerkûkê jî 9 gund ji bermahiyên DAÎŞ'ê hatin paqijkirin û 2 çete hatin kuştin. -
YPS: Me li Amedê ajanek ceza kir
YPS'ê ragihand ku li navçeya Sûrê ya Amedê wan "ajanek" ceza kirine û hişyarî da kesên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin. -
Nekropolîtîkaya Tirkiyê - II
''Cenaze û goristanên gerîla li nav Kurddn bîreke girîng ava dikin. Dewlet jî ji bo ku vê hêmayê hilweşîne êrîşê dibe ser goristanan, dixwaze cenazeyan bixe bin peyaran û tine bike.'' -
Avesta: Faşîzm yek e, divê enî jî yek be
"Li hemberî gelan û taybetî jî di şexsê gelê Kurdistanê de êrîşên piralî tê kirin. Li ser nirxên pîroz êrîş tên kirin. Ev pêvajoya heyî divê veguhere pêngaveke nû." -
Qeyûm qenala avdanê venekir
Li gundê Omerdag ê navçeya Elbakê ya Wanê, qenala avdanê ya 200 salî ji ber ku ji aliyê qeyûm ve nehate vekirin, gundiyan bi derfetên xwe vekirin. -
MÎT-Parastin ji bo provokasyonê amadekariyê dikin
Li gorî agahiyan, MÎT û Parastin amadekariya wê yekê dikin, ku kincên gerîla li hêzekê bikin, bi destê wê hêzê jî li Başûr komkujiyan bikin, van komkujiyan bixin stuyê PKK'ê û bi vî rengî amadekariya êrişeke berfireh li ser PKK'ê bikin. -
Her du kesên ku polîsan êşkence lê kirin girtin
M.E.C û F.A ên li Amedê hatibûn destgîrkirin girtin. MA û kesê piştre hatibûn destgîrkirin jî bi şertê kontrola Edlî hatin berdan. -
Hêzên asayîşê êrîş birin ser xwepêşanderên li Silêmanî çalakî kir
Hêzên asayîşa Silêmaniyê êrîş birin ser xwepêşandana li Silêmaniyê û xwestin çalakvan dawî li xwepêşandanê bînin. Gelek çalakvan hatin destgîrkirin, alozî û çalakî dewam dike. -
45 rêxistinan nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Kurdî dan
45 rêxistinên civaka sivîl, komele, weşanxane, rêxistinên çand û huner ên nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Kurdî dan, diyar kirin ku êrîşên nîjatperest çavkaniya xwe ji polîtîkayên neferet û cihêkariyê digirin. -
1 Hezîranê Roja Zarokan: Zarok li kolanan bûne karker
Endamên Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer li kolanên Silêmaniyeyê diyarî û pêlîstok li zarokan belav kirin.