KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji ber berfê rêya 184 gundan li Dersimê hate girtin
Ji ber berfa zêde li Dersimê rêya 184 gundan hate girtin. -
Girtiyê Kurd Ehmed Silêman sîrgûnî girtîgeha Ûrmiyeyê hate kirin
Duh girtiyê Kurd Elî Ehmed Silêman ji girtîgeha Tewrêzê sîrgûnî girtîgeha Ûrmiyeyê hate kirin. -
Li Rihayê mehekê çalakî hatin qedexekirin
Walîtiya Rihayê li navend û navçeyên bajêr ji bo 30 rojan çalakî û aktivîte qedexe kir. -
NPG'ê fermandariya eyaleta Heftanînê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê rêveber û şervanên eyaleta Heftanînê ya HPG'ê ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz kir. -
'Tifaq û yekitî wê bandorê li parçeyên din jî bike'
Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê ketine ber pêla şerê sêyemîn ê cîhanê û got: "Di vî şerî de desketiyên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibin hedefa dagirkeran. Li dijî vê yekê divê Kurd bibin yek." -
'Em ê rê nedin hêzên dewleta Tirk'
Gerîlayên YJA Starê yên tevlî Pêngava Cenga Heftanînê bûn gotin, ew ê ti carî rê nedin hêzên Tirk ku bi hêsanî li vê xakê bigerin û wê çalakiyên xwe dewam bikin. -
Komxebata Yekîtiya Neteweyî armanca ‘kongreya neteweyî’ da ber xwe
Encamnameya Komxebata Tifaqa Kurdistanê hate eşkerekirin. Komxebatê diyar kir ku divê ew li her çar parçeyan bibin yek û ber bi kongreya neteweyî ve bimeşin. -
Gelê Şengalê bi meşekê êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin
Bi sedan welatiyên Şengalê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xwedîderketina li şehîdan li gundê Digûrê meşeke girseyî li dar xist. -
'Divê tevahiya civaka Êzidî xwedî li hêza xweparastinê YBŞ'ê derkeve'
"Heta ku em hebin, em ê li ser rêya şehîdên xwe bin. Li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker em ê paş de gav neavêjin." -
HPG'ê li Xakurkê çalakî pêk anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gerîlayên wan li Xakurkê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî kirine. -
YPS'ê salvegera 4'an a damezrandina xwe pîroz kir
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera çaran a damezrandina xwe pîroz kir. -
Hevserok Hecî: Ji bo careke din komkujî nebe, em bibin yek!
"Dewleta Tirk û hevkarên wê dizanin ku li Şengalê pêşketin heye. Hêzeke Êzidiyan heye, wan diparêze. Rêxistineke Êzidiyan heye wan bi rêve dibe û rêkûpêk dike. Berxwedaneke Êzidiyan a li dijî qirkirin fîzîkî û çandî-olî heye. Lewre êrîş dikin." -
Turk: Divê em hemû li dora nirxên neteweyî siyasetê bikin
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk anî ziman, ku ji bo yekîtiya neteweyî demeke dirêj e kar dikin û got, "Em; partiyên Kurd êdî neçar in bi hev re karekî hevpar bimeşînin. Divê em hemû li dora nirxên neteweyî siyasetê bikin." -
Evîndarê çiyê: Rûbar Serhildan
Rûbar Serhildan ku di 14'ê Nîsana 2019'an de ji ber êrişeke dewleta Tirk şehîd bû, li pey xwe daxwazeke têkoşînê hişt ku bi qasî çiyê mezin e. -
Partiyên Kurd li Kerkûkê biryara lidarxistina çalakiyan da
Îro li bajarê Kerkûkê nûnerên partî û aliyên Kurd li hev civiyan û li dijî bêedaletiya li Kurdan tê kirin biryara lidarxistina çalakiyan dan. -
NPG: Bi giyanê Mam Zekî û Zerdeştan em bi ser bikevin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got,''Em pir pê bawer in ku bi rihê Mam Zekî û Zerdeştan, lehengên pêşeng ên gelê me yê Êzîdî, li Şengalê li dijî her cure êrîşê hûn ê li ber xwe bidin û bi mîsogerî hûn ê bi ser bikevin.'' -
Yekîneyên Tolhildanê çalakî kir: 3 polîs hatin kuştin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ragihand ku di çalakiya li Osmaniyeyê lidar xistin de 3 polîs hatine kuştin. -
Komxebata Yekîtiya Netewî dest pê kir
Komxebata Yekîtiya Netewî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî dest pê kir. Di komxebatê de deqa hevpar hate xwendin. -
Akgul: Divê Ocalan azad bibe
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Adnan Akgul diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan divê hem li hundir û hem jî li derve têkoşînek hevpar û xurt bê kirin. -
Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê li Silêmanî hate şermezarkirin
Bi tevlîbûna dehan kesî li Silêmaniyê êrîş û komkujiya dewleta Tirk a li ser Şengalê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de welatiyan xwestin hikûmeta Iraqê li hember êrîşan bibe helwest. -
Meclîsa Zarokan a Mexmûrê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
Bi tevlîbûna dehan zarokan Meclîsa Zarokên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi daxuyaniyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Tevgera Azadî êrîşa li dijî Şengalê şermezar kir
Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê êrîşa 15’ê Çile ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê şermezar kir. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. -
Li Amedê li dijî polîsan, sîxur û firoşkarên narkotîkê çalakî hatin kirin
Li Amedê, li dijî polîsên tîmên taybet, kesekî ku dihate gotin sîxuriyê dike û firoşkarekî narkotîkê çalakî hate kirin. -
Sara Kaya dîsa rehîn hiştin
Hevşaredara berê ya Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya ku dest li ser peywira wê hatibû danîn û piştre ew rehîn kiribûn, dîsa bernedan û biryar li ser dan ku 'girtî bimîne'.