KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qeyûmê talanker ê li Wanê bi 43 ji sedî buhayê avê zêde kir
Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î hate desteserkirin, qeyûmê Wanê bi rêjeya 43 ji sedî buhayê avê zêde kir. Li Wanêku bêkarî di asta 80 ji sedî de ye, gelê Wanê dibêje ku qeyûm wan talan dike. -
Ciwanên Kerkûkê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin
Ciwanên Kerkûkê êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin û gotin, "Em heta dawiyê li gel gelên Şengalê re ne. -
Ceylan ê HDP'î: 2020 wê bibe sala têkoşîna li dijî tecrîdê
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li ser polîtîkayên ku partiya wan ji bo sala 2020'î daniye pêşiya xwe axivî û got, "Divê em bi hev re zincîrên tecrîda li Îmraliyê bişikînin. 2020 wê bibe sala têkoşîna li dijî tecrîdê." -
PADÊ: Armanca dewleta Tirk tinekirina civaka Êzidî ye, bêdeng nemînin
PADÊ destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo tinekirina civaka Êzidî êrişî Şengalê dike û destnîşan kir ku wê bi xurtkirina YBŞ'ê, bi xwedîderketina li Şengalê bersiva vê yekê bidin. PADÊ bêdengiya dewleta Iraqê û hêzên navneteweyî jî şermezar kir. -
HPG'ê şehîdên Dersimê bi hurmet bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên ku 2018'an li Dersimê şehîd bûbûn bi bîr anî. -
Li çiyê mirovên biçûk nînin: Nûrhak Sîser
Nûrhak Sîser heta sala 2017'an dema şehadetê bû "tirsa dilê dijmin". Bi biryardarî, danhevî û taybetmendiya xwe ya heneko di hişê mirovan de ma. -
'Dijmin ji Şengalê ditirse; em ê rêxistinbûna xwe xurtir bikin'
Endamên YBŞ û YJŞ'ê diyar kirin ku wê têkoşîna hevalên xwe yên şehîd bûne bimeşînin û destnîşan kirin, Şengal xwedî hêzeke azad û parastinê ye û ev yek jî dijminan ditirsîne. -
8 sal cezayê Bekîr Kaya hate qebûlkirin
8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hate qebûlkirin. -
Yekîneya Tolhildanê li Wanê çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li Wanê bi fîşekên hewayî û bombeyên bi destan amadekirî çalakî kir. -
Gerîla li Heftanînê ketin kozikên leşkeran: 5 leşker hatin kuştin
HPG'ê diyar kir ku li Heftanînê di 13'ê Çileyê de hêzên wan li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kirine û di encamê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Şervanên YBŞ'ê yên şehîd bûn bi merasîmekê hatin veşartin
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û sê hevrêyên wî ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê şehîd bûn, merasîmek pêk hat. -
Li Dersimê 'qedexeya' ji bo 15 rojan
Li Dersimê, nerazîbûna li dijî windakirin û destwerdanê hate qedexekirin. -
Fermandarê YRK’ê Şevger: Li dijî tecrîdê em rabin ser piyan!
Ji fermandarên YRK’ê (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê) Şiyar Şevger bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Her wiha bang li ciwanên Rojhilat kir ku berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê. -
'Bi êrîşan hûn nikarin gelê me çavtirsandî bikin'
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got, ''Dewleta Tirk a dagirker bi çavtirsandina gelê me yê ku li Şengalê mayî û ji kokên xwe qut nebûyî, penaberiyê li ser wan ferz dike.'' -
Rawestan nedizanî, timî bi ser dijmin ve meşiya
Amargî Zîlda (Bahar Ûçak) ji Malazgîrtê bû. Di temenê xwe yê ciwan de girtîgehên Tirkiyeyê dît, lê belê ji wê derê xwe gihand çiyê. Ji Cîlo heta Başûr, ji wir jî berê xwe da Erzîromê. Di temenê xwe yê têkoşînê de timî bi ser dijmin ve meşiya. -
‘Lewaziya Kurdan kiriye ku bêedaletî di girtina kar de jî li wan
Mamostayên bajarê Kerkûkê li dijî bêedaletiya di girtina kar a Kurdan kir û bang li aliyên Kurdî kir ku paşguhkirina mafê Kurdan û bêedaletiya li wan tê kirin, bêxemiya nûnerên Kurda a li bajar dide nîşandan. -
Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şervanên li Şengalê şehîd bûbûn eşkere kirin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe ku di êrîşa balafirên şer ên bê mirov ên bi çek ên (SÎHA) artêşa Tirk a dagirker a 15’ê Çile ku li ser gundê Dîgur ê girêdayî Sinûnê de şehîd bûne eşkere kirin. -
MXŞD: Ev êrîş berdewama qirkirina civaka Êzidî ye
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD): Em ê li pey xewn û xeyalên şehîdên xwe bin. Heta armanca Mamê Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ku stûna civaka Êzidî ya Şengaleke xweser û civakeke azad pêk bînin em ê têkoşîn bikin. -
Li Amedê wê Komxebata Yekîtiya Neteweyî were lidarxistin
Xebata Tifaqa Kurdistanî wê li Amedê Komxebata Yekîtiya Neteweyî li dar bixe. Wê komxebat 2 rojan bidome. -
Êrişa dewleta Tirk a li Şengalê: Xisar li gundekî bû
Balafirên şer ên Tirk vê sibehê bombe li navenda gundekî Şengalê barandin. Ji ber bombardûmanê xisara madî rû da. -
Saziyên civaka Êzidî li dijî êrişên li Şengalê bang kirin
Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kir û ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker bang kirin. -
Dewleta Tirk bombe li Şengalê barand
Li dijî gundekî Şengalê yê Başûrê Kurdistanê êrişa hewayî hate kirin. -
Bajarên Kurdistanê di xizanî û bêkariyê de li rêza destpêkê ne
Polîtîkayên şer ên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne bi daneyên TUÎK'ê careke din eşkere bûn. Li Tirkiyeyê ku newekheviya hatin û çûyînê lê gelekî zêde ye, li bajarên Kurdistanê bêkarî û xizanî li pêş e. -
'Dixwazin baweriya Elewiyan tine bikin'
Aktîvîsta TJA'yê Hayriye Korkmaz diyar kir, êrişên li Tirkiyeyê li dijî Elewiyan tên kirin bi destê dewletê ne û got, "Bi van êrişan dixwazin baweriya Elewiyan tine bikin." -
Erdogan ê ku wesayîta zirxî ya bankayê lê qelibî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Çinar a Amedê wesayîta zirxî ya bankayê li Mûstafa Erdogan yê 68 salî qelibî û ew kuşt.