KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kanîreşê avêtin ser malê û mal serûbin kirin
Polîsan avêtin ser mala Serhat Tiryaki yê li Kanîreşê. Polîsên ku lêgerîn li malê kirin ji ber ti tiştek weke sûc bide nîşandan nedîtin, mal serûbin kirin. -
Taşdemîr: Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov têne windakirin!
HDP'ê û saziyên jinan diyar kirin ku hewl tê dayin 'windabûna' xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû bê nixumandin. -
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê pirtûka Sakîne Cansiz hate belavkirin
Jin ên ciwan ên li Zanîngeha Silêmaniyê, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz pirtûka li ser jiyan û têkoşîna wê belav kirin. -
Gardiyanan li hucreya yekkesî êşkence kirin
Li Wanê, 10 gardiyanan avêtin ser hucreya yekkesî ku Şerafettîn Demîr lê bû û êşkence lê kirin. -
Doza Kemal Kurkut: Dest li dosyayê hate werdan
Rûniştina darizandina polîsê ku Kemal Kurkut qetil kir, pêk hat. Parêzer Reyhan Yalçindag got, "Dest li dosyayê hatiye werdan." -
HPG'ê 3 gerîlayên li Agiriyê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên li Agiriyê di 6'ê Kanûna 2019'an de şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê ala azadiyê ya şehîdan bi ser bixînin. -
Li girtîgehên Wanê binpêkirina mafên mirovan dewam dikin
Eşkere bû ku li girtîgehên li Wanê, girtî ji ber xwarina ji wan re hate dayin bi jehrê ketine û hin girtî jî tevî ku rîska wan a mirinê heye rêveberiya girtşîgehê ew nebirine nexweşxaneyê. -
‘Beriya DYE diviyabû ku biryara derxistina leşkerên Tirk û Îranê bihatiba girtin'
Nivîskar, çavdêrê siyasî û rewşenbîrê bajarê Kerkûkê Latîf Fatîh Ferenc derbarê biryara parlemena Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî ya li Iraqê axivî û got: “Berya Emerîkayê dibiya bû ku biryara derxistina leşkerên Tirk û Îranê bihatiba girtin.” -
Li Sûrê endamtiya meclîsê ya 6 HDP’yiyan hate desteserkirin
Li Şaredariya Sûrê endamtiya meclîsê ya 6 HDP’yiyan ji aliyê AKP û MHP’ê hate desteserkirin. -
Li Amed û Şirnexê gelek kes hatin girtin û destgîrkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Li Amedê 8 kes hatin girtin û 2 kes hatin destgîrkirin. Li Şirnexê jî kesek hate destgîrkirin. -
Ji ber bibîranîna Roboskiyê hatin darizandin
Xizmên cangoriyên Roboskiyê ji ber bibîranîna qetlîama Roboskiyê doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate kirin. -
Tora Ziman û Çanda Kurdî li dijî polîtîkaya pişaftinê banga hevgirtinê kir
Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku zimanê xwe yê siyasetê bikin Kurdî û ji gelê Kurd jî xwest, hîn bêhtir xwedî li zimanê xwe derkeve. -
Li Wanê rîska şewba beraz û çûkan
Li Îranê ji ber şewba çûkan 110 kes mirin. Wan û bajarên din ên li ser sînor jî di bin rîskê de ne. -
'Kurd divê bi hev re li ber asîmîlasyonê rabin'
Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun diyar kirin, zimanê Kurdî ku bi salan e li dijî asîmîlasyonê li ber xwe dide di rewşeke metirsîdar de ye û gotin, divê her Kurd nêrîna xwe ya siyasî deyne aliyekî û bi hev re li ber asîmîlasyonê rabe. -
Rejîma Îranê welatiyeke Bakurê Kurdistanê radestî Tirkiyeyê kir
Rejîma Îranê piştî destgîrkirina 10 meh û êşkenceyan welatiya ji Bakurê Kurdistanê Nesrîn Malxaç radestî dewleta Tirk a dagirker kir. -
Li Kerkûkê mamosteyan çalakiyek li dar xist
Li Kerkûkê desteya mamosteyên nehatine tayînkirin ji bo qebûlkirina daxwazên wan li dijî Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê çalakiyek li dar xist. -
Tevgera Azadî: Êşkence li endamê me Îdrîs Selîm tê kirin
Tirs û fikarên li ser jiyana endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm ê ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hate girtin zêde dibe. Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên got, endamê wan xistine hucreya yek kesî û êşkence lê tê kirin. -
MARDEF: Elîf Kisa divê tavilê bê berdan
Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) xwest, rêveberiya HDP'ê ya Elbistanê Elîf Kisa ku ji 3'ê Kanûna 2019'an ve girtî ye tavilê bê berdan. -
Li Licê qirkirina siyasî: 8 kes hatin girtin
Ji 12 kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de li navenda navçeya Licê û gundên wê hatibûn destgîrkirin 8 kes hatin girtin. -
2 endamên meclîsê yên HDP'î hatin destgîrkirin
2 endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên HDP'î hatin destgîrkirin. -
KCB'ê girtina rahîp Aho şermezar kir
KCB'ê nerazîbûn nîşanî girtina Rahîbê Keşîşxaneya Mor Yakûp Sefer Aho da û diyar kir, "Ya rast rahîb alîkarî neda kesî, sûc nekir. Li gorî baweriya olî deriyê xwe li her kesî vekir." -
Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê 5 herêmên dikeve navçe û bajaran weke herêmên ewlehiya taybet ragihand û ji çûn û hatinê re qedexe kir. -
Civîna Rêbazên Xwecihî yên Demokratîk di roja 2’an de ye
Di ‘Civîna Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk’ a HDP’ê de hate diyarkirin ku AKP ji her demê zêdetir êrîşî Kurdan dike û polîtîkayên xwe yên dagirkerî û mêtingeriyê dixe meryetê. -
Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hate pirsîn
Xizmên windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê bi şîara ‘Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin’ çalakî li dar xistin. -
Li Amedê Komxebata Ziman dest pê kir
Tora Ziman û Çandan, bi armanca nexşerêya xwe diyar bike, li Amedê komxebat lidar xist.