KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayan li Agiriyê li dagirkeran da
Gerîlayên HPG/YJA-Star 9’ê Çileyê li dijî qereqola Vedat Ozkaya ya navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek li dar xist. -
‘Di kanên komirê de tu ewlehiya karkeran tuneye’
Li Kurdistan û Tirkiyeyê herî zêde di serdema hikûmeta AKP'ê de cînayetên kar ên karkeran zêde bû. Di 17 salên serdema AKP'ê de zêdeyî 20 hezar karker mirin. Li herêma Şirnexê jî di nava du salên dawî de di encama hezaza kanên komirê de 14 karker mirin. -
Girtiyê nexweş Nebî Îlhan rehmet kir
Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtiyê nexweş Nebî Îlhan ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, rehmet kir. -
Keşeyê Dêra Mor Yakûp hate girtin-NÛ BÛ
Keşeyê Dêra Mor Yakûp Sefer (Aho) Belîçe yê ku li Nisêbînê hatibû destgîrkirin bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê û alîkarîkirinê' hate girtin. -
MEBYA-DER: Divê tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe
MEBYA-DER'ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe. -
Li parlamentera berê ya HDP'ê Demîrel 7 sal ceza hate birîn
Li parlamentera HDP'ê ya berê Çagla Demîrel 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Encu: Leşkerên Tirk niha jî hêstirên me qetil dikin
Kadrî Encu ku di komkujiya Roboskî de kekê wî hate qetilkirin, anî ziman ku vê carê hêstirên wan ji aliyê leşkerên Tirk ve tên qetilkirin. -
HPG: Em hevrêyên xwe Adil, Andok û Şahîn bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê 3 gerîlayên ku di 19'ê Mijdarê de di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê keda hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin." -
DFG: Em 10'ê Çileyê li Tirkiyeyê pîroz nakin
Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê diyar kir ku ew 10'ê Çileyê li Tirkiyeyê weke 'roja rojnamevanên nikarin bixebitin' dibînin û pîroz nakin. -
Li şûna endamên meclîsa şaredariya Baglarê yên HDP'î qeyûm tayîn kirin
Li Şaredariya Baglarê ya desteserkirî, li şûna 3 endamên HDP'î yên meclîsê qeyûm hatin tayînkirin. -
Gerîlayên YJA Starê soza tolhildana Sara dan
Gerîlayên YJA Satarê di salvegera 7’an a Qetlîama Parîsê de kadroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bibîr anîn û soza tolhildanê dan. -
Li Baglarê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî hate kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Derxust ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez di 7'ê Çileyê de li navçeya Baglar a Amedê li dijî wesayita zirxî ya polîsan a li dewriyeyê digeriya çalakiyek pêk anî. -
‘Xwebûn wekî jiyana Sara ye’
Sê şoreşgerên jin Sara (Sakîne Cansiz), Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çile’ya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin. Di salvegera şahadetê wan de yek ji fermandarê HPG’ê Rêzan Cawîd û fermandara YJA Starê Hejar Zozan axivîn. -
Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî: Em ê li ser şopa Sakîne Cansiz bin
Sê jinên şoreşger Sara (Sakîne Cansiz), Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li her derî cîhanê bi çalakiyên mezin tên bibîr anîn. Gerîlayên YJA Starê ku li ser şopa têkoşîna Sarayan berê xwe dane çiyayên azad sond dixwin ku tolê hilînin. -
Dadgeriya Tirk biryar da ku Velî Encu û 4 kesên din 'dîlgirtî' bimînin
Di danişîna duyemîn a doza Velî Encu de ku di komkujiya Roboskî de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên din tên darizandin, kes nehat berdan. -
HDP û KCD'ê 6 jinên Kurd ên şoreşger bi bîr anîn -NÛ BÛ
Meclîsa Jinan a HDP'ê û KCD'ê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn. -
Li Nisêbînê 5 kes hatin destgîrkirin
Li Nisêbînê di serdegirtina malan de 5 kes hatin destgîrkirin. -
Guzel: Ya ku hatiye tecrîdkirina ramanên civaka azad e
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku ew tecrîdê tenê bi rengê fîzîkî nanirxînin û destnîşan kir ku ya hatiye tecrîdkirina ramanên civakeke azad e. -
Rewşa Awarte ya li Wanê 3 sal in dewam dike!
Li Wanê ji ber qedexeyên Rewşa Awarte ku hezar û 130 roj in dewam dikin, zext zêde bûne. Her kolan û taxa Wanê bi wesayitên polîsan û yên zirxî hatine girtin. Zext û zordarî li gel tê kirin. -
Ciwanên Başûr tecrîda li ser Ocalan protesto kirin
Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanan anî ziman ku çalakiyên li dijî tecrîdê wê bidomînin. -
Li Pêrtagê destavêtina li zarokan
Derket holê ku li navçeya Pêrtag a Dersimê dest avêtine gelek zarokan. -
Sara, Rojbîn û Ronahî li Mexmûrê hatin bîranîn
Sê jinên şoreşger yên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin di 7’emîn salvegera şehadeta wan de li Mexmurê hatin bi bîr anîn. -
Ji bo şervanên QSD'ê Baran û Şik li Amedê konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo şervanên QSD'ê Ramazan Baran û Yûsûf Şik li Amedê konê sersaxiyê hate danîn. -
'Biryara derxistina hêzên biyanî divê ji bo Tirkiyeyê jî derbas bibe'
"Biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê divê ne tenê ji bo DYE'yê be, her wiha ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar be." -
KCK: Komkujiya Parîsê bûyera Dreyfûsê ya duyemîn e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 7'an a qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev komkujî mîna bûyereke duyemîn a Dreyfûsê di dîroka Fransayê de cih girtiye.