KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kirmaşanê 2 welatî û 3 çalakvanên sivîl hatin destgîrkirin
Hêzên ewlekariya Îranê li bajarê Şabad û Ciwanro yên ku girêdayî bajarê Kirmaşanê yr 2 welatî û 3 çalakvanên sivîl destgîr kirin. -
Li Silêmaniyê ji bo yekîtiya netewî komîteyek hate avakirin
Komîteyek ku ji rewşenbîr, aktivîst û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê pêk tê, wê xebatê yekîtiya netewî bi rê ve bibin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku di 20'ê Îlonê de li herêma Xakurkê pêk hat. -
'Gerîlla di sala 2020’an de wê derba giran lê bide'
Dr. Bahoz Erdal: Wê tarza rastîn a gerîla di sala 2020’an de xwe bide nîşandan. Wê 2020 bibe sala gerîlayan. Gerîla wê îsal jî hesap ji dewleta Tirk a faşîst bistîne û derba kuştinê li desthilatdariya AKP’ê bixe. -
Togûç: Çareserî li Îmraliyê ye
Togûç bal kişand ser statuya taybet a girtîgeha Îmraliyê û got, "Divê rojek berî rojekê hevdîtin bên kirin û deriyê aramiyê ji nû ve bê vekirin. Çareserî li Îmraliyê ye. Yên çareseriyê naxwazin Birêz Ocalan tecrîd dikin." -
Hevşaredara Qoserê hate girtin
Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yîlmaz ku li cihê wê qeyûm hatibû tayînkirin û peywîra wê ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibû desteserkirin, hate girtin. -
Gelê Dêrsimê dengbêj Silo Qiz veşartin
Dengbêj Silo Qiz ê ku rehmet kiribû li Dêrsimê hate veşartin. -
Li Heftanîn û Xakurkê 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
Li herêmên Heftanîn û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. -
TUAY-DER: Êşkenceya li ser girtiyên siyasî zêdetir dibe
TUAY-DER'ê ragihand êşkenceya li ser girtiyên siyasî her ku diçe zêdetir dibe. -
Dewleta Tirk çavneberiyê li hestiyên Kurdan jî dike
Hestiyên 8 PKK'iyan li goristanên cuda yên li Bedlîsê hatin veşartin. Polîsên Tirk nehiştin ku hestî li kêleka hev bên veşartin. -
Orûç: Êşkence li min kirin, ez li ber mirinê hiştim
Rojnameger Azîz Orûç ku AKP'ê ew kirî hedefê, serboriya xwe ya li Ermenîstanê û Îranê vegot. Orûç got, ''Êşkence li min hate kirin, ez li ber mirinê hiştim''. -
Ji bo rojnameger Orûç kampanya hate destpêkirin
Hempîşeyên rojnameger Azîz Orûç ku ji aliyê rejîma Tirk ve hatibû destgîrkirin, di tevna civakî de bi taga “#AzizOruçGazetecidir” kampanya dan destpê kirin. -
Malbatan biryara ‘JÎTEM’ a daraza Tirk şermezar kirin
Xizmên windayan ên li Amed û Êlihê hatin ba hev, lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Malbat û parêzvanên mafê mirovan biryara berdanê ya ‘Doza JÎTEM’ê şermezar kir. -
Di çalakiya sabotajê ya li Şirnexê de 3 dagirker hatin kuştin
Li navçeya Hezex a Şirnexê de li dijî yekîneyên artêşa TC’ê gerîlayên HPG/YJA Sarê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de yek jê astsubay, 1 çawîşê pispor bi giştî 3 leşker hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn. -
Gerîla TV dîmenên çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmen çalakiyeke ku 2’yê Kanûnê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê hate kirin, parve kir. -
Şahidê Qetlîama 38’an Dengbêj Silo Qiz rehmet kir
Dengbêj Silo Qiz ê hemû xizmên xwe di Qetlîama Dersimê ya 1938’an de wihda kir, di temenê 104’ê de rehmet kir. -
Ehmed Qeremûs: Yekîtiya Netewî divê karê yekem ê Kurdan be
Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ehmed Qermûs anî ziman ku ji derveyî PKD’ê li gel hemû partî û aliyên siyasî yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ciyane û ew civîn ji bo yekîtiya netewî erênî bûn. Ji bo vê divê pêkanîna yekîtiyê ji bo hemû Kurdan karê destpêkê be. -
Hikûmet vîna gel nas nake
Hevseroka Navçeya HDP'ê ya Rêya Ermûşê Bahattîn Karaman li ser dagirkeriya qeyûman got, bêhurmetî li vîna gel kirine û gotin,''Em heq ji we derneketin, di sendoqê de min zora we nebir. Em ê jî hilbijartiyên we bigirin''. -
Rojnameger Orûç û 2 HDP’yî hatin girtin
Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglû yên bi rojnameger Azîz Orûç re hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. Lêpirsîna Orûç didome û biryara nepen danîn ser dosyeya wî. -
Yekîneyên Tolhildanê hevkar şiyar kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim kesên hevkariya AKP/MHP’ê dikin şiyar kir û got: “Yên ku hevkariyê bidomînin wê bên cezakirin.” -
Leşkerên Tirk li Panosê avêtin ser gundan: 9 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Panos a Agiriyê leşkerên Tirk bi ser gundan de girtin û 9 kes destgîrkirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî hate şermezarkirin
Platforma Demokrasiyê ya Amedê operasyonên qirkirina siyasî ya li Mêrdînê şermezar kirin. -
Waliyê mêtinger aşkerkerekirina binpêkirinan qedexe kir!
Waliyê mêtinger ê Amedê daxuyaniya OHD'ê ya derbarê binpêkirina mafan qedexe kir. -
Gerîla Têkoşîn: Dilsozî pêkanîna berpirsyariyê ye
Têkoşîn Botan ku piştî birayê xwe Botan tevlî nava refên gerîlayên YJA Starê bû got, "Dilsozî tê wateya pêkanînê. Ya ku li dû şehîdekî mirov dikare bike ew e ku li pey şehîd bimeşe û xewn û xeyalên wan pêk bînin." -
Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê 5 herêmên dikevin navçe û bajaran ji bo 15 rojan weke herêmên ewlehiya taybet îlan kir.