KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê 22 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatî destpêkirin de 22 kes hatin destgîrkirin. Bi destgîrkirinên dawî re li Amedê di nava hefteyekê de 59 kes hatine destgîrkirin. -
2 HDP'yî yên ku hatine destgîrkirin agahî ji wan nayê
Agahî ji Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê Nûrûllah Uzgun û Ilyas ê ku paşnavê wî diyar nebûyî nayê standin, ku herdu ji Wanê çûbûne Agiriyê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kalkan hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Mûsa Kalkan li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Kalkan li navçeya Pîranê ya Amedê hate veşartin. -
HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên di 21'ê Mijdarê de li Heftanînê ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê nirxên têkoşînê yên şehîdan bi ser bixînin. -
KCD: Tecrîda li Îmraliyê tê wateya kaos û şer
KCD'ê destnîşan kir ku dewamkirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya şer û kaosê û bang li saziyên mafên mirovan û hêzên neteweyî û navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê bi berpirsyarî tevbigerin. -
Li Dutaxê 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya destgîrkirî ye
Li Dutaxê ya Agiriyê 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê ku hêzên dewletê ew kuştibûn, hê jî destgîrkirî ye. -
Hevşaredara Qoserê hate destgîrkirin
Hevşaredara Qoserê Nîfûler Elîk Yilmaz, ku qeyûm li şûna wê hatibû danîn, hate destgîrkirin. -
Li Amedê du HDP’yî hatin girtin
Li Amedê 6’ê Kanûnê polîsan bi ser malan de girtibû û 8 kes destgîrkiribûn. Ji 8 kesên hatine destgîrkirin Mehmet Saît Demîr û Mehmet Nesîm Gultekîn ên HDP’yî hatin girtin. -
Li Agiriyê rojnamevan û HDP’î hatin destgîrkirin
Rojnamevan Azîz Orûç û hevserokê HDP’ê yê navçeya Bazîdê Abdullah Ekelek û Muhemmed Îkram Muftuoglû li Agiriyê hatin destgîrkirin. -
Hevşaredar Orencî ya di girtîgehê de rakirin nexweşxaneyê
Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî ya ku peywira wê hatibû desteserkirin, ew rakirin nexweşxaneyê. -
Li Amedê operasyona qirkirina siyasî: 17 kes hatin destgîrkirin
Li navenda bajêr a Amedê û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de 17 kes hatin destgîrkirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya ku 30 leşker hatibûn kuştin weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 25'ê Cotmehê ya li herêma Heftanînê weşand ku herî kêm 30 leşker hatin kuştin. -
Li ser hevşaredarên Armûşê îdîaname
Di îdîanameyê de ya li ser Hevşaredarên Armûşê ku ji peywirê hatin standin û piştre hatin girtin, parvekirinên li ser medyaya civakî û îfadeyên 'şahidê veşartî' hebûn. -
Li Mêrdînê terora destgîrkirinê- HATE NÛKIRIN
Polîsên Tirk li navçeyên Mêrdînê terora destgîrkirinê kirin, Hevserokê Bajêr ê Mêrdînê Salih Kuday, Seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem û gelek kes destgîr kirin. -
Leşkeran kuşt, dozger nehişt ku gilî jî bê kirin
Tûran Sati yê bavê 11 zarokan ku di 30'ê Mijdarê de li Bedlîsê wesayita zirxî ya leşkerî lê da, jiyana xwe ji dest da. Malbata Sati û gundiyan xwestin giliyê leşkeran bikin, lê belê dozgerê navçeya Adilcewazê daxwaznameya gilîkirinê jî nexist meriyetê. -
Cenazeyê gerîlyê HPG’ê Dûman li Nisêbînê veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mezlûm Dûman ê 23’ê Îlonê di encama êrîşeke hewayî de li bejahiya Şirnexê şehîd bûbû, li Nisêbînê di bin dopêça polîsan de hate veşartin. -
Li Silêmaniyê ji bo Roja Mafê Mirovan ya Cihanê daxuyanî
Ji bo Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, bi pêşengtiya ofîsa Mafê Mirovan ya li Silêmaniyê, li ber salona Huner heta ber avahiya Mafê Mirovan meşek hate lidarxistin. -
168 sal ceza li 27 kesan hate birîn!
Di doza qirkirinê de ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî nav de ye 168 sal cezayê girtîgehê li 27 kesan hate birîn. -
Gerîlayan li Çelê li leşkerên Tirk dan
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê li dijî çeper û baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. -
Fermandariya Eyaleta Heftanînê cerdevan hişyar kir
Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkaya "kuştina Kurdan bi destê Kurdan" cerdevanan dibe herêma operasyonê. Fermandariyê bang li cerdevanan kir ku xwe ji herêmê vekişînin. -
Doza Nisêbînê: Ne me kir, hemû tişt we kir!
Piştî sûcê şer ê giran ku dewleta Tirk li Nisêbînê kirî, doza 2 mexdûrên ku têne darizandin berdewam kir. -
Kaya yê ku leşkeran ew qetil kiribû, birayên wî hatin destgîrkirin
Mûrat Kaya yê ku li Dûtaxê leşkeran ew qetil kiribû, birayên wî hatin destgîrkirin. -
Tiryakî: Çi kesê ku mohra wan li ser qeyûm heye, sûcdar e
Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî got çi kesê ku mohra wan li ser dagirkirina şaredariyan heye sûcê destûrî kirine. -
Hevşaredarê Rêya Armûşê di hucreya yek kesî de tê girtin
Diyar bû ku Hevşaredarê Rêya Armûşê Azîm Yacan li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê di hucreya yek kesî de tê girtin û rayedarên girtîgehê li gel hemû serlêdanan jî Yacan nabin qawîşê. -
Dewlet gefê li malbatan dixwe
Polîsên Tirk gefê li malbatan dixwe yên ku zarokên wan tevlî nav PKK’ê bûne. Dewlet ji malbatan dixwaze ku bila zarokên xwe bînin.