KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Bê çareserkirina pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn aram nabe'
Cûdî: Bê Kurd ne Rojhilata Navîn aram dibe ne jî ava dibe, bê Kurdan wê ti tişt birêve neçe, eger di asta cîhan de dixwazin bi aramî bijîn divê pirsgirêka Kurd çareser bikin. -
Alimên olî: Rabûna li ber zilmê ferzê 6'an ê Îslamiyetê ye
Alimên olî yên li Amedê diyar kirin ku komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, her wiha êşkenceya li dijî cenazeyan cihê xwe di ola Îslamê de nîne û gotin, "Rabûna li ber zilmê ferzê 6'an ê ola Îslamê ye." -
Du HDP’iyên li Qersê hatin destgîrkirin hatin girtin
Ji 9 HDP’iyên ku berî 8 rojan li Qersê hatibûn destgîrkirin û îro sewqî dadehê hatin kirin Selahattîn Denîz û Muhîttîn Sayin hatin girtin. -
Gerîlayên HPG'ê li Xakurkê li dagirkeran xistin
Gerîlayên HPG'ê li Xakurkê li çeper û stargehên artêşa Tirk xistin. -
Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin destgîrkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kûrt hatin destgîrkirin. -
‘Weşangeriya Kurdî di serdemek krîtîk û dîrokî de ye’
Xwediyê Weşanxaneya J-J Azad Zal diyar kir ku weşangeriya Kurdî di serdemkî krîtîk û dîrokî de ye û got, divê weşangeriyên Kurdî li gorî vê serdemê xwe ji nûve dîzayn bikin. -
Li Kolnê çalakiya federasyonên baweriyan
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê 6 federasyonên baweriyan çalakiyek pêk anîn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. -
'Eger yên şerxwaziyê dikin rojnamevan bin, ez ne rojnamevan im'
Nûnerê Amedê yê TGS'ê Mahmût Oral der barê 'rojnamevanên' ku şerxwaziyê dikin axivî û got, "Ev rewş ji bo rojnamevantiyê cihê şermê ye. Eger ew rojnamevan bin, ez ne rojnamevan im." -
Lawrence: Ew niha li dijî dîktatorekî şer dikin
Wênevanê Kanadayî Joey Lawrence wêneyên ku li Rojava, Şengal û Mexmûrê kişand di pêşangehekê de nîşan da. Wêne qala zilm, berxwedan û çîrokên însanî dike. -
Li Heftanîn û Mêrdînê çalakî: 2 leşker hatin kuştin -NÛ BÛ
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Mêrdîn û Heftanînê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku bi qasî hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû ya gerîla weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya 29'ê Tîrmehê weşand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê pêk hat. -
15 sal ceza ji bo Hevşaredar Nazlier re hate xwestin
Ji bo Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier 15 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. -
Aydogdû: Em vê firsendê ji dest bernedin
Endamê Dîwana KCD'ê Hîlmî Aydogdû diyar kir ku meseleya Kurd êdî ji Tirkiyeyê derbas kiriye û got, "Eger Kurd vê pêvajoyê bi kar neynin, wê firsendên gelekî dîrokî ji dest biçin." -
Desteserkirina şaredariyê li Qoserê hate şermezarkirin
Desteserkirina Şaredariya Qoserê ya HDP'ê ji aliyê parlamenter û şêniyên navçeyê ve hate şermezarkirin. -
Gedîk: Bi polîtîkayên şer êdî nikarin krîza ekonomîk veşêrin
Hevserokê HDP’ê ya Meletiyê Kemal Gedîk diyar kir ku AKP bi qeyyûman re dixwaze krîza ekonomîk veşêre. -
Karayilan: Dinya êdî dengê Kurdan dibihîze
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Dewletên herêmê sed sal in zilmê li Kurdan dikin, lê belê dinyayê nebihîst. Dengê Kurdan îro êdî gihîşt tevahiya dinyayê. Çiqasî navneteweyî bibe wê ewqasî jî bi kêrî Kurdan bê. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Barê ya Şengalê barand
Balafirên şer ên Tirk di saet 17:00’an ê danê êvarî de bombe li Barê ya Şengalê barand. Têkildarî ziyanên bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. -
Welatiyên Kurd ji Tirkkirina Bazara Dîrokî ya Kerkûkê nerazî ne
Xelkê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên nîşanî kargeheke Tirkî ya ku navê Bazara Dîrokî ya Kerkûkê ya bi Kurdî rakirin û li şûna wê Tirkî û Erebî lê danî. -
Fermandariya Eyaleta Heftanînê hişyar kir
Fermandariya EYaleta Heftanînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker hin cerdevan û kontrayan bi kar tîne û hewl dide xwezaya Kurdistanê talan bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên ku ji dewleta TC a faşîst re dibin alîkar wê bibin hedefa hêzên me." -
Li Şirnexê leşkerekî Tirk hate kuştin
Li herêma Besta ya Şirnexê li qada Çiyayê Filla di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîla de şer qewimî. Di şer de leşkerekî Tirk hate kuştin û yek jî birîndar bû. -
‘Berxwedana rûmetê têkbirina dagirkeriyê ye’
‘Ev berxwedaneke herî bi rûmet e. Êrîşên mezin nîşan didin ku em gelekî nêzî serkeftinê ne. Divê em gelê Kurd bibin yek û êrîşên dagirkeriyê têk bibin. Êdî ti sînor ango êrîş pêşiya me nikarin bibin asteng.’ -
YBŞ/YJŞ: Di êrîşa balafirên Tirk de 3 şervanên me birîndar bûn
Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê li ser êrîşa balafirên şer ên Tirk a li navçeya Xanesor a Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û ragihan di êrîşê de 3 şervanên wan birîndar bûne. -
Dundar a HDP'î: Em jî we nas nakin
Desteserkirina Şaredariya Qoserê hate şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar bang li gel kir ku sibe li pêşiya avahiya şaredariyê li hev kom bibe. -
HPG: Heta hilma xwe ya dawîn li ber xwe da
HPG’ê diyar kir ku gerîlayê HPG’ê Halîl Kaygûsûz (Herekol Artêş) li Wanê şehîd bûye û got ku “Heta hilma xwe ya dawîn derb li dijmin daye.” -
Li Heftanînê çalakî
Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de di 2'ê Mijdarê de li dijî artêşa Tirk çalakiyek pêk anîn.