KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Alîkariya Kerkûkiyan ber bi Rojava ve bi rê ketin
Alîkariya li bajarê Kerkûkê ya ji bo Rojava ku ji bo bê şandina Rojava radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin. -
Li Xakurkê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker hin çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Rewşenbîrên Rojhilat ji bo Rojava bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Komek rewşenbîr, siyasetmedar, mamostayên zanîngeh û aktivîstên civaka sivîl ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bang li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kir ku dawî li dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyeyê bîne û bikevin nava tevgerê. -
'Ti hêz nikare me tine bike'
Şêniyên binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe nîşan dan û gotin, "Bila serokê DAÎŞ’ê Erdogan baş bizane, ne bi vê hêza xwe, ger bi deh carî vê hêza xwe jî were wê nekare vîna gelê Kurd têk bibe." -
Li Wanê çalakiyên protestokirina dagirkirinê
Komeke bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş ragihand ji bo komkujî û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto bikin 14 caran çalakî kirine. -
Li Rojhilat jî ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê bang hate kirin
Piştî Başûr li Rojhilatê Kurdistanê jî boykotkirina malên Tirkiyeyê dest pê kir. Rêxistinênên Civakî yên Merîwanê bi vê armancê bang kir. -
HPG: 18 tîmên taybet û leşkerek hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Riha, Mêrdîn û Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Di çalakiyan de 18 tîmên taybet û leşkerek hatin kuştin. -
Li Cizîrê li dijî terora polîsan berxwedana gel didome
Dewleta Tirk îro waliyê mêtinger danî ser şaredariyê, gelê Cizîrê dema ku li dijî vê rawestiya polîsên mêtingeriya Tirk êrîş birin ser gel. Wekîlek birîndar bû û 4 Kurd hatin destgîrkirin. Partîyî û gel li ber xwe didin. -
Şaredariya Cizîrê hate desteserkirin
Şaredariya Cizîrê ya HDP’yî hate desteserkirin û qeyyûm li ser wê hate peywirdarkirin. -
Hevserokê MXDŞ’ê: Em spasiya QSD’ê dikin
“QSD’ê bi hezaran jin û zarok dîlên me yên di destê DAÎŞ’ê de rizgar kirin û hê jî rizgar dikin. Ji bo wê jî em çi jî bikin her deyndarê şervanên QSD’ê ne û her tim spasdarên wan in.” -
Têkoşerê fedakar û wêrek Mam Reşîd
Welatparêzekî mezin û gerîlayekê rast Mam Reşîd, peywîrên Têkoşîna Azadiyê heta dawiya jiyana xwe pêk anî û sala 2016 an warên jê dayîkbûyî, li Zapê gihîşt şahadetê. -
Aydenîz: Hêza ku bi ser bixîne Yekîtiya Neteweyî ye
Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ya li Kobanê bi ser xist ruhê yekîtiya neteweyî bû û destnîşan kir, ku ya niha jî bi ser bixîne yekîtiya neteweyî ye. -
Asayîşa Hewlêrê Kampanya Baykota kelûpelên Tirkî asteng kir
Asayîşa Hewlêrê rê neda çalakiyên komên kampanyaya baykotkirina kelûpelên Tirkî li Hewlêrê bê kirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya Şemzînanê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan a 18’ê Tebaxê ya li Şemzînanê pêk anîbûn, weşand. -
Li Avaşîn û Ebexê gerîlayan çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Avaşîn û Ebexê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û li Ebexê 2 leşker hatine kuştin. -
HPG'ê fermandarê gerîla Botan Başkale bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê fermandarê gerîla Botan Başkale ku di 14'ê Tebaxê de li herêma Zapê ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bû bi bîr anî. -
‘Kuştina El Bagdadî berdewamiya tola jinên Êzidî ye’
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya li Şengalê derbarê kuştina serçeteyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Fermandara YJA Starê Alkan: Divê ciwan berê xwe bidin çiyayan
Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku bandora pêngavên wan ên li Botanê wê wekî bandora 15’ê Tebaxê be. Alkan bang li ciwanên Kurd kir ku bila berê xwe bidin çiyayan. -
‘Desthilatdarî ji HDP’ê û Kurdan ditirse’
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku tifaq faşîst ya AKP-MHP’ê ji hêza HDP’ê û gelê Kurd ditirse û ji ber vê yekê jî avahiya HDP'ê ya Amedê bi salane bi wesayitên zirxî yên polîsan dorpêç kirine. -
Ji gerîlayan operasyona şoreşgerî: 30 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayan bi çarçoweya Pêngava şoreşger a Cenga Heftanînê operasyoneke şoreşger kirin. Di operasyonê de 7 kozik, 3 stare bi temamî hatin rûxandin, bi kêmanî 30 leşker hatin kuştin. -
HPG'ê du gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê du gerîlayên li Mêrdîn û Şirnexê şehîd bûn bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. -
Ji Başûrê Kurdistanê koma 11’emîn tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ bû
Li Başûrê Kurdistanê koma 11’emîn a ciwanan li dijî êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tevlî “Berxwedana Rûmetê” bûn. Li gel koma dawî, hejmara ciwanên ku tevlî berxwedanê bûne, derket 80 kesî. -
Ceylan: Dixwazin têkoşîna Kurdan bifetisîn in
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan diyar kir ku bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin têkoşîna Kurdan bifetisîn in û got, divê em vê firsenda dîrokî binirxînin û yekîtiya xwe ava bikin. -
Kalkan: Em ê siyaseta qirker nedin jiyîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan Cemîl Amed û Demhat Agît ku li Silêmanî hatin şehîdkirin bi bîr anî û got, ''Bi mîsogerî em ê destûrê nedin ku hişmenî û siyaseta qirker li cîhanê bijî.'' -
KCK: Sepandin nayê pejirandin, divê bi berxwedanê bê redkirin!
Hevserokariya Konseya Rêveber a KCK’ê got, peymanên ku ‘Vîna Kurdan li ber çavan nehatine girtin yên bi dewleta Tirk a dagirker û qirker re hatine kirin nayê qebûlkirin’ banga divê ev sepandin bi berxwedanê bê redkirin hate kirin.