KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Mitebeqata DYE–TC'ê ya qirkirinê ye, heta dawî berxwedan
Kalkan diyar kir, ku mitebeqata DYE-TC’ê bi wê mebestê ye ku dagirkeriyê temam bikin û got, "Berbiçav e ku mitebeqta DYE-TC’ê belgeya qirkirina Kurdan e. Kurd û gelên din li dijî vê wê heta dawî li ber xwe bidin û dawî li dagirkeriyê bînin." -
Hevserokê HDP'ê yê Şemrexê Urun hate destgîrkirin
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemrexê Mesût Urun ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin. -
Rejîma AKP'ê dest danî ser 4 şaredariyên HDP'î -NÛ BÛ
Li şûna hevşaredarên Peyas, Bismil, Karaz û Erdîşê yên HDP'î ku hatin destgîrkirin, qeyûm hatin tayînkirin. -
Balsak: Ramanên Ocalan bandorê li ser civakê dike
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir ku civak hevdîtina bi Ocalan re weke çêbûna aştiyê dibîne û got ku dema hevdîtin çênabin jî weke şer dixe hişê. -
Li Kerkûkê şehîdê Berxwedana Rûmetê Hebîb spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud (Mazlûm Dogan) ê ji bajarê Hewlêr ê Başûrê Kuridstanê ku li Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû, li Kerkûkê bi merasîmek heyet spartin axê. -
Li Dêrika Çiyayê Mazî 12 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrika Çiyayê Mazî vê sibehê piştî ‘qedexeya derketina derve’ 12 kes hatin destgîrkirin. Gundiyan diyar kirin ku ew nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. -
Balafirên şer li esmanên Mexmûrê difirin
Di van kêliyan de balafirên şer li ser esmanên Mexmûrê difirin. -
‘Tolê ji gelê Kurd hildigirin, wê winda bikin’
Destgîrkirina hevşaredarên HDP’î tên protestokirin. Hevşaredarê Peyasê Davût Kesn got: “Winda kirin dixwazin tolê ji Kurdan bigirin.” -
Li Serhed û Garzanê li dagirkeran hate xistin: 21 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Star li Serhed û Grazanê derbên xurt li dagirkeran da. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 21 leşker hatine kuştin. Wesayîteke kîrpî û amarog hate rûxandin û tankek jî hate derbkirin. -
Hevşaredarên Nisêbînê sirgûn kirin
Hevşaredarên Şaredariya Nisêbînê Semîre Nêrgiz û Ferhat Kut sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Xarpêtê kirin. -
Xebatkarên şaredariya Peyasê bi tilîliyan ketin nava şaredariyê
Li Şaredariya Peyasê ya Amedê lêgerîn û dorpêçiya polîsan didome. Xebatkarên şaredariyê bi tilîlî û dirûşman ketin hundirê avahiya şaredariyê. -
Li Amedê çar hevşaredar hatin destgîrkirin -NÛ BÛ II
Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê ku hatibû destgîrkirin Selçûk Mizrakli û hevşaredarên Peyas, Bismil û Kocakoyê hatin destgîrkirin. -
HPG: Li Xakurkê û Ebexê 13 leşkerên dijmin hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Star li Xakurkê û Ebexê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 13 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Li Amedê terora polîsan a li Dayikên Aştiyê
Polîsên Tirk dora avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirine. Sedema vê terora polîsan ew e ku Dayikên Aştiyê wê çalakiya rûniştinê bikin. -
Bayik: Li dijî dagirkeriyê divê gelê Kurd welatê xwe neterikîne
Bayik: Li dijî vê dagirkerî û qirkirinê pêwîst e gelê Kurd bi her şêweyî li ber xwe bidin û welatê xwe terk nekin. -
Yekîneya Tolhildanê li dijî hêzên çewîk çalakiye kirin
Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan’ li Aydinê li dijî du nûqteyên polîsên Tirk çalakî kirin. -
HPG’ê li Colemêrg, Amed û Şirnexê çalakî kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Colemêrg, Şirnex û Amedê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî kirine. -
'Peywir'a dagirkeriya qeyûm hate dirêjkirin
Dema 'peywirê' ya dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên mezin ên Wan û Mêrdînê 2 mehên din jî hatin dirêjkirin. -
'Ji bilî vekişandina dagirkeran divê tiştekî din neyê qebûlkirin'
KCK: Divê agirbest ne bi rewakirina dagirkeriyê, lê bi vekişîna hêzên dagirker biencam bibe. Ji vî alî ve berxwedêr û raya giştî ya demokratîk ji bilî vekişîna dagirkeran nepêkan e ku rêyeke din qebûl bikin. -
‘Girtîgeha Patnosê veguheriye cihê êşkenceyê’
Dayika girtiyê bi navê Mustafa Toptekîn, Herdem Toptekîn diyar kir ku ji ber zext û tundiya li Girtîgeha Patnosê, girtîgeh veguheriye cihê êşkenceyê û got, di nava xwarin û nanê girtiyan de neynûk derdikevin û heftiyê du caran gardiyan davêin ser qawîşan. -
Parêzer Acînîklî: Belgekirina sûcên şer girîng in
Parêzer û Hevseroka OHD’ê Ayşe Acînîklî ya li ser sûcê şer ên dewleta Tirk li Rojava kirî, got: “Di rewşekê de ku qetlîamên sivîlan û bikaraîna çekên kîmyewî ji bo serlêdan li saziyên hiqûqa navneteweyî bê kirin, divê bûyerên pêk hatin bên belgekirin." -
Hêrsa xelkê Silêmaniyê ya li dijî dagirkeriyê kêm nabe
Bi hezaran kesên li Silêmaniyê herikîn qadan, bi dirûşma ‘Rojava ne bi tenê ye, Kurdistan li pişt e’ êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava protesto kirin. -
Bayik: Şoreşa Rojava bingehê yekîtiya netewî çêkiriye
Bayik:Ji me hemûyan re aşkere diyar dibe ku vê berxwedana gelêm me yên Rojava, zemînek pir mezin pêşkêşî me dike, ji bo ku em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Va karê bi rûmet jî bê gûman dikeve ser milê me endam û rêveberên KNK’ê. -
Kongreya 19’emîn a KNK’ê bi tevlêbûna sedan delegeyan dest pê kir
Kongreya 19’emîn a KNK’ê bi tevlêbûna sedan delegeyan li Hollandayê dest pê kir. Kongre wê 3 rojan bidome û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre.Tê payîn ku li dijî dagirkeriya li ser Rojava jî helwest were nîşandan. -
Ciwan berê xwe didin nava refên gerîla
Di demekê de ku êrîşên qirker û dagirker ên li ser gelê Kurd dom dike de û tê gotin ku ciwan berê xwe nadin nava refên PKK’ê, ciwan berê xwe didin nava refên gerîla. Ciwanê Faris ê bi navê Nîvan tevlî nava refên gerîla bû.