KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Ebexê wesayîtek hate rûxandin, 8 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li Ebexê li dagirkeran daye. HPG’ê diyar kir ku wesayîtek hatiye rûxandin, 8 leşker jî hatine kuştin. -
Li Amed û Rihayê 6 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê 5 û li Rihayê 1 kes ji hêla polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin. -
Xelkên Binarê Qendîlê: Dem dema hevgirtinê ye
Şêniyên Binarê Qendîlê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan. -
Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin
Desthilata AKP-MHP'ê ya faşîst hevşaredarê Colemêrgê girt û şaredarî desteser kir. -
Li Amedê ji bo 3 şervanên QSD’ê sersaxî hate xwestin
Li Amedê ji bo 3 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne, li Amedê sersaxî hate xwestin. -
Hevşaredarên Nisêbînê jî hatin girtin
Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût hatin girtin. -
Hevşaredarên Geverê hatin girtin
Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar hatin girtin. -
Li Qendîl, Silêmanî û Şengalê ji bo Rojava çalakî
Ji roja destpêkê ya êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Başûrê Kurdistanê li qadanin. Ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk li Qendîl, Silêmanî û Şengalê çalakî hatin kirin. -
HPG'ê eynî rojê li 6 herêman li artêşa Tirk da
Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê li Gever, Stewrê, Xakûrkê, Avaşîn, Heftanîn û Bestayê li dijî hêzên dagirker çalakî kirin. Di çalakiyan de bi kêmanî 5 leşker hatin kuştin. -
Hunermendên Rojhilatî û Başûrî bang kirin
Hunermendên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û ji bo meşa li Silêmaniyeyê bang kirin. -
Can: Em ê di ber Rojava de bimirin
Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Ferzad Can got, ''Me bi şer Rojava azad kir, hewce bike di ber de bimirin û berevaniyê lê bikin.'' -
Xelkê Silêmanî ji bo Rojava daket qadan
Xelkê Silêmanî ji bo protestokirina êrîş û qirkirina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her şev dadikevin qadan. -
Boykota li Başûrê Kurdistanê zêde dibe
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li hemberî dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Civak û şîrket jî bangên boykotê dikin. -
HPG’ê li artêşa Tirk a dagirker da: 23 leşker hatin kuştin
HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li Heftanîn û Xakurkê bi giştî 23 leşker kuştine. -
HPG'ê 7 gerîlayên li Qilabanê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê 7 gerîlayên ku di 23'ê Îlonê de li Qilabanê ji ber bombardûmana giran a rejîma Tirk şehîd bûn bi bîr anî. Hate ragihandin ku yek ji şehîdan endama Fermandariya YJA Starê ya Eyaleta Botanê Yekbûn Hîlal e. -
Sabrî Ok: Erdogan li ber sînorê mirinê ye û êrîş dike
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji bo Erdogan got, ''faşîstê sedsalê'' û diyar kir Erdogan ''li ber sînorê mirinê'' êrîşê tîne ser Rojava. Li gorî Ok temenê Erdogan çend heftî, çend meh mane. -
Serokê Giştî yê KKP'ê hate destgîrkirin
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek hate destgîrkirin. -
'Yekîtî wê metirsiyê ji holê rake'
Nûner û hevserokên partiyên Kurdan nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û diyar kirin, ku gelên Kurdistanê tên qikirin û gotin, yekîtî pêk were wêê talûke beralî bibe. -
Biryarên li ser ‘Rojava’ ya di Parlementoya Kurdistanê de hatine girtin
Parlementoya Başûrê Kurdistanê, li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lezgîn civiya û biryar girtin. Di civînê de biryarên ku bên bi cih anîn hatin girtin, banga yekîtiyê li Kurdan kir. -
Kampanya ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin
Li bajarê Kerkûkê bi armanca komkirina alîkariyan a ji bo Rojava kampanyayek bi navê ‘Ji Kerkûkê ber bi Rojava ve’ hate ragihandin. -
HPG: Li Xakûrkê 9 leşker hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla li Xakûrkê li dagirkeran daye, 9 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
MLKP: Hevrêyê me Kerem Pehlîvan şehîd bû
MLKP'ê ragihand şervanê wan Kerem Pehlîvan (Demhat Gunebakan) şehîd bûye. -
Serkêşê dagirkeriyê Albay Kaya birîndar bû
Hate ragihandin ku Fermandarê Hêza Sînor a Sêyemîn a Kaniya Xezalan Albay Yaşar Kaya ku êrîşên li dijî Girê Spî koordîne dikir birîndar bûye. -
Li Rihayê ambûlans bênavber cenazeyan dibin!
Li Rihayê ku bûye baregeha navendî ya êrîşên dagirker ambûlans bênavber mirî û birîndaran dibin. -
Parlamenta Hewlêrê ji bo 'helwesta' li dijî dagirkeriyê kom bû
Parlamenta Federe ya Kurdistanê ji bo helwestê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bike li hev kom bû.