KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Hewlêrê li dijî dagirkeriya Tirk xelk daket qadan
Li Hewlêrê li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya,'Terorîst Erdogan' çalakiyek pêk hat. -
Li Silêmaniyê gel li dijî dagirkeriyê daket kolanan
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşin. -
Partiyên Başûr li dijî dagirkeriyê biryara çalakiyan wergirtin
Li Başûrê Kurdistanê 14 partiyên siyasî li Hewlêrê li dijî dagirkeriyê li hev kom bûn. Partiyan piştî civînê plana çalakiyan eşkere kirin. -
Li Başûr li dijî êrîşên dagiker helwesta mezin
Li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava ji Başûrê Kurdistanê helwesteke tund hat. -
Yekîneyên Tolhildanê li dijî lojmanên polîsan çalakî kirin
Komeke ku navê 'Yekîneyên Tolhildanê yên Ş.Çiyager - Ş. Zeryan'' li xwe kirî ragihand ku wan li Nisêbînê çalakiyeke çekdarî li dijî lojmanên polîsan kirine. -
YPS: Em ê her deverê bikin qada şer!
YPS'ê diyar kir, li dijî êrîşên li hemberî Rojava wê metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê bikin qada şer û bang li her kesî kir ku li ber xwe bidin. -
Nahêlin Nobeda Demokrasiyê pêk were
Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î di roja 52'an de hate astengkirin. -
PKK: Her mal, her kolan wê bibe çepera şer
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her mal wê bibe biryargehek, her kolan wê bibe çepera şer. PKK'ê bang li hêzên HPG û YJA Starê jî kir ku li her qada Bakurê Kurdistanê çalakiyên xwe geş bikin. -
HPG’ê gerîlayên ku li Sêrt û Şirnexê şehîd bûbûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya sê gerîlayên ku Îlon û Cotmehê li Sêrt û Şirnexê şehîd bûbûn ragihand. -
Dîmenê şerê li gundê Zor Mager a Şêxlerê
Dîmenên şerê li gundê Zor Mager a Şêxler a Kobanê parve dikin. -
Xelkê Silêmanî dagirkerî şermezar kirin
Di saetên şevê de xelkê bajarê Silêmaniyê li dijî êrîşên qirker ên Rojava daketin qadan û bi dirûşman êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. -
Li Silêmaniyê ji bo Rojava banga çalakiyan hate kirin
Rojnamevan, rewşenbîr û çalakvanên sivîl li Silêmanî eniya piştewaniyê ya ji bo Rojava îlan kirin û vê yekemîn hewildanê wan xwepêşandanek be ku, sibê li Silêmanî pêk bînin. -
Ciwanên şoreşger 9’ê Cotmehê protesto kirin
Ciwanên Şoreşger ên Başûrê Kurdistnê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotehemê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gefên êrîşê ya dewleta Tirk çalakiyeke kirin. -
Avesta: Divê gelê Kurdistanê bi hêza xwe piştrast be
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir, hêzên ku ji belavbûna felsefeya Ocalan ditirsiyan komplo kirin. Avesta der barê amadekariya dagirkeriyê de got, "Divê gelê Kurdistanê bi hêza xwe piştrast be." -
Li Gare, Xakurkê û Zapê êrîşên hewayî
Balafirên şer ên Tirk bombe li Garê, Xakurkê û Zapê barandin. HPG'ê ragihand ku tiştek bi hêzên wan nebûye. -
Li Rihayê bi dehan kes hatin destgîrkirin
Li Rihayê bi çarçoweya qirkirina operasyonên siyasî bi kêmanî 30 kes hatin destgîrkirin. -
Cezayê rojnamevan Nedîm Turfent hate pejirandin
8 sal û 9 meh cezayê rojnamevan Nedîm Turfent li Daraza Bilind a Tirk hate pejirandin. -
Li Başûrê Kurdistanê helwesta li dijî êrîşên dagirkeriyê
Li Başûrê Kurdistanê gelek rêveber û 127 rewşenbîr, nivîskaran bang li NY'yê kir ku li dijî êrîşên Tirk ên dagirker raweste. -
KCD: Li Rojava AKP-MHP mîna DAÎŞ'ê wê têk biçe
KCD'ê got Komploya 9'ê Cotmehê û tecrîdê li Tirkiyê kaos giran kiriye, diyar kir li Rojava AKP-MHP jî mîna DAÎŞ'ê wê têk biçe û banga piştevaniyê kir. -
Çete bi konvoyeke ji 100 wesayitî anîn Kaniya Xezalan
Tirkiye amadekariyên xwe yên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Çeteyên OSO bi konvoyeke leşkerî ya ji 100 wesayitî anîn Kaniya Xezalan. -
Serokê KKP’ê Çîftyurek: Lazime Kurd bibin yek
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek nerazîbûn nîşanî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got, li dijî dagirkeriyeke gengaz divê gelê Kurd bibe yek. -
KCK: Komkujiya Enqereyê nîşaneya tifaqa DAÎŞ û AKP'ê ye
KCK'ê bi wesîleya komkujiya Enqereyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Ya ku desthilatdariya faşîst li Tiriyeyê têk bibe, pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike û Tirkiyeyê aram bike, tifaqa demokrasiyê û têkoşîna vê tifaqê ye." -
Leşkerên Îranê kolberekî din qetil kir
Pasdarên Îranê li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî komek kolberan kir. Di vê êrîşê de kolberek hate qetilkirin û kolberek jî birîndar bû. -
KCK: Divê li hemberî dewleta Tirk eniya demokratîk ava bibe
KCK: Roja roja serhildanê ye, roja têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê ye. Em bang li hemû kesan dikin ku bila di nav vê berxwedana dîrokî de cih bigire û serdema Şaristaniya Demokratîk ava bikin. -
Turk: AKP ji bo Kurdan jî ji bo Tirkan jî felaket e
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Nobeda Demokrasiyê ya li Mêrdînê axivî û destnîşan kir, ku dagirkerî wê bibe sedema felaketê. Ahmet Turk bang li her kesî kir ku li dijî şer rawestin.